Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
hesp - tirşik
hesp
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dewarek e ku dişibe keran lê mezintir e û bi taybetî bo lêsiwarbûnê bar hilgirtinê tê bikaranÎn.. li gorî wîkîpediyaya pîroz û tiberik kok û rayeka vê peyva ji jorde hatî ''Ji proto-hindûewropî *h₁éḱwos, têkildarî espe ya avestayî, esp ya pehlewî, hewramî û soranî û esb ya farisî. Herwiha lêzimî estor / istor ("ker") ya zazakî û էշ (êş "ker") ya ermenî ku belkî serekaniya eşek ("ker") ya tirkî ye..''



12.09.2013 21:56 | endazer

2. cûn û cureyên hespan:



balad, balade = hespê ku bilez dibeze

bare, baregî = hespê barhilgir

berzîn = hespê 3-salî

boze = hespê nêle

cerde = hespê dureg

çerme = hespê spî

dêze = hespê reş

exte = hespê xesandî

semed = hespê zer

tosin = hespê serkêş

xakisterî

xing = hespê boz



12.09.2013 21:59 | endazer


4. sewala ji bo tablo û wêneyan pir baş e. taybetî ê/ên ku dibezin.



12.09.2013 22:48 | azadixwaz

5. ajaleka bar û siwarbûnêye ji kera girtire, hêstir jî tê gotin.



Here lînkê



23.12.2015 14:01 | shorbevan

6. bi ya mîtolojiya mislimanan xwedê hesp ji bayê afirandine wekî ku mirov ji axê, milyaket ji nûrê/ronahiyê, şeytan jî ji êgir. (mentiq: heke şeytan berî şeytanbûyînê milyaket bûye, ew jî ji nûrê ye... lê her wiha)

wê rojê min kir û nekir ji bo aygir a tirkî (hespê nêr) navekî peyde nekir, ji xêncî hêşa û fehl.



19.04.2020 00:50 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesp

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî