Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
svalbard depoya tovan ya gerdûnî - tirşik
svalbard depoya tovan ya gerdûnî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di sala 2008an de li norwêcê hatiye vekirin. armanca wê ew e ku hemû tovên li dinyayê, li vir werin parastin da ku ger di pêşerojê de bobelatek were serê dinyayê, ebi saya vê depoyê tov bikarin werin parastin û ji nû ve bikaranîn. amadekariya wê ji sala 1983an ve tê kirin. li bakurê norwêcê, li giravekî bi navê Spitsbergenê hatiye avakirin. li wir 130 metre di binê çîyayekî de ye. bi qasê 9 mîlyon dolar lê çûye.
wisa hatiye amadekekirin ku di bobelatek nukleerî de jî têk neçe. di depoyê de bi qasê 4 mîlyon tov hene.

ji bo ku tov pûç nebin, hatiye fêhmkirin ku divê germahî -18 santîgrad derece be. jixwe li wir -4 derece ye, tesîs jî 14 derece din jê kêm dike û digihe armanca xwe.

tovên li depoyê, ji çar aliyên dinyayê hatine berhevkirin. hemû pereya sazkirinê ji kîsa norwêcê bûye. lê her dewlet dikare tovan lê bigire. dewletên weke dya, norwêc, elmanya, swêd û kanada salane alîkarîya maddî dikin.

vê gavê tê de tovên nêzikî mîlyonek cûreyên nebatan heye. ji her cûreyê, 500 heb tov tê depokirin. yanî vê gavê tê de bi qasê 500 mîlyon tov heye. ev jî bi qasê sê behran behrekî hemû cûreyên nebatên li ser dinyayê ne ku kêrî xwarina mirovan tê. kapasîteya navendê, 2.25 mîlyar tov e (4.5 mîlyon cûre), yanî belkî hemû cûreyên heyî yên dinyayê.

berî demekê ji ber helîna cemedan, hinek av ketibû hûndirê tesîsê lê hat ragihandin ku tu xesar negihayê.

li gorî van agahiyan xebatekî pir kêrhatî û pîroz e. lê ji aliyê din ve hinek teorîyên komployê jî hene tabî ku dibêjin armanc ew e ku hêdî hêdî depoyên din yên tovan bi awayekî werin tunekirin û ev navend di destê serdestên xef yên cîhanê ve were birêvebirin û hwd.
lê belê berî çend salan ji ber wêranbûna helebê, dewleta sûrî ji w an vegerandina tovên xwe xwestiye û wan jî tovên ku ji sûrî standine, dîsa bi wan re parve kirine. yanî ev cara ewil kêrî tiştekî hatiye.



20.04.2019 21:08 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» svalbard global seed vault

Kategoriyên mijarê:: nebat nebat nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî