Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
amed - tirşik
amed
(23) (2) (2)
di mijarê de bigere

52. ecêb e lo. car cara ez gelekî jê aciz dibim, lê dawiya dawî ji bilî vî bajarî alternatîfeke din nîn e.



01.10.2015 17:05 | xendekî

53. Bajarê ku piştî 2-3 mehan dîsa lê vegeriyam.

Her tişt wek berê ye lê tişta ku bala min kişand, heçko gel welatparêztir bûye. Erê amed berê jî welatparêz bû lê heçko êdî herkes hdpî herkes pkkî. An jî ew rasta min tên.



06.10.2015 20:54 | brusk56

54. navê ku zora erdogan çûye û îro di weşana xwe ya li ser televîzyonekê de gotiye "jê re dibêjin amed, amed çiye yaw?" .

zanîna vê yekê baş bû. weke zora te diçe em ê herdem jê re bêjin amed. diyarbekir xelas bû bo me *



30.10.2015 23:48 | brusk56

55. xwedê hez bike yê biba navê xwarziyê min.



31.10.2015 01:09 | nazim tolhildan

56. Peytexta Kürdistan, li Bakur dimine.



31.10.2015 13:07 | hesen roni

57. weke ku ez dizanim bajarê ku navê wê ji med'an tê. a med, yanê ya med.

(bnr: împaratoriya medan)



06.11.2015 01:16 | nazim tolhildan

58. min dîsa bêrya vî bajarî kirye..

hama çawa meheke min temam dibe ez bêrya wî dikem:(

van rojan ne baş e birîndar e bêhna min diçikîne, ji welêt dûr im û nikarim tiştek bikim em yek jî nikarin wisa ji dûr melul melul...



07.11.2015 21:26 | ferhenga şikestî

59. bajarê ku îro 2 ciwanên kurd lê hat kuştin. binêrin di tirşikê de, qene sernivîseke jî nehatiye vekirin di derberê de.

em dibêjin 2 kes miriye lê ev tenê ên em dizanin in. dema endamên ydg-h'ê birîndar dibin, ji xwe ambulans jî naxwazin. bixwazin jî 112ya amedê nikare ji wan re bişÎne ji ber ku polês destûr nade.

bi xwedê dilê me diperite. îro keçeke kurd, bi çekekê qada şêx said Û dema polês wê digere çeka xwe derdixe Û wan dide ber gukeyan. di dÎmenan de heye heçko gule berdide ser gel jÎ. armanc çi ye çi dike tu kes nizane.

li qada şêx said îro çalakiyek hebû qaşo. çûye li wir di nav ew qas sîvÎlan de gule berdide polês. nekariye yek tenê jî bikuje Û ew bi xwe jî miriye. yanê ev çi bÛ niha ?



03.12.2015 04:30 | brusk56

60. bajarê ku vaye 2 roj e berfek ecêb dibare. hindik caran ev qas berf bariye bawerke. lê bi xwedê dema berf dibare bajar gelek xweşik dibe.(ev rewş bawerke bo hemÛ bajaran derbasdar e)

lê berf nebû sedem ku şerê li sûrê, hinek bisekine. dengê topan hê jî dewam e û beriya 3-4 saetan bombeyek teqiya, polêsek mir û yek jî aniha di ameliyatê de ye ..



01.01.2016 15:22 | brusk56

61. bajarê qedîm heke bê-sûr bimîne wê ti wateya wê nemîne, sûriçî nebe çi wateya amedê heye. sûr nebe amed wê bibe diyarbakır!



01.01.2016 16:07 | xendekî

62. Dil buye veke sûran. Zexm...



01.01.2016 22:49 | atmos21

63. Ev bajar beriya aniha gelek zêde dejenere bûbû, gelek zêde kirêt û gemarî bûbû lê tucar mîna van rojan ji eyar de neketibû. Dema dikevî dolmîşekê herkes li ma'neyekê digere ku pêvbiçe, ligel xanimekê dimeşî ji bo ku qeza û belayekî ji destê te dernekeve serê xwe dikî ber xwe, herkes amade ye ku hev û du biêşîne, dema polêsekî dibînin stûyê wan diçe xwarê, şeref û namûs dibe pênç qirûş. Axirî ji ber van xendekan jî di çavê xelkê de jî tu emareya welatparêzî û hessasiyet nemaye...

Di deh bîst metreyekê de carekî noqteya polêsan heye, êdî di nava xelkê de bi rehetî digerin.

Tiştê ku dewletê jî texmîn nedikir ku bi plan û projeyan ser keve bi saya pkkyê bi ser ket. Çepikên xurt...



11.07.2016 22:31 | ferhenga şikestî

64. bajarê strana Ahmet kaya a bi navê diyarbakır türküsü diyarî wê û xwe dikim



11.07.2016 23:05 | shorbevan

65. bajarek ê kurdistanê.



li gor tişta min bihîstî û di televizyonê de dîtî amedê kurdî gelek kême ango naye axaftin .



ez bi vê tiştê gelek qehirîm ,ev çi paytextîye ? niha ez bêm amed'ê û biçime firoşgehekê ezê bi kîjan zimanî biaxifim ? kanî ev dewlet ?



21.07.2016 01:41 | mijdar

66. Dema ku kurdek were amedê dikare di hemî firoşgehan de bi hemî esnafan re bi kurdî biaxife, biştexile, bide û bistîne..

Li amedê ji hemî deveran însan hene, geh sirgûn bûne geh ji bircîtî hatine.. ermen hene, zaza hene, kurmanc hene, ereb hene, tirk hene loma zimanê bazarê bûye tirkî.. tu eleqeya paytextî û ziman nîn e..



21.07.2016 09:29 | ferhenga şikestî

67. Bajarê ku mirov ditirse ku bi esnafan re bi Kurdî bipeyive. Gelek caran dialogên bi vî rengî çêdibin:

- Keko tu dikarî avekê bidî?

+ efendim?

- av.. av

+ efendim?

- yaw bir su ver ha!



Lewma mirov nizane bê wê bi çi zimanî bipeyive



21.07.2016 12:36 | mergehez

68. Bajarê ku ezê vê heftîya tê bêm û wira xanîyek kîrê bikim lewra êdî herî kêm salek du sal ezê li amedê bijîm.



Dibêjin kîrayêt amedê zehf bûhaye taybetî jî navçeya peyas ê ku tayîna min li wir e ji navçeyên dîtir bihatir e. Ez jî dê mehek zûtir bêm da ku xanîyek nêzîkî dibistanê û erzan bibînim. Dê ya bi xêr...



21.07.2016 12:55 | azad30

69. Li gorî metropolên dî yên tirkiyeyê kirêya xaniyan erzan in, di taxa peyasê buha ne, ji ber ku tev sîte ne û ev qederekî deh salan e ewder populer bûye û zenginên amedê hemî di peyasê de bi cih dibin. Bi taybetî semtên wek diclekent, metropol û dawiya gazilerê ku ber bi rêya 75.an de dikevin kirê buha ne. Li amedê zêde pirsgirêka trafiqê nin e loma ne hewce ye meriv li gorî cihê karê xwe xanî kirê bike.

Pêşniyara min ji bo kesên xebetkar û ezeban, semtên wek Bayramoğlu, Bayındırlık, batikent, li kolana jor a cezaevi, huzurevlerî( kolanên wê yên ku nêzîkî diclekentê ne) toplu konuta seyrantepeyê...



21.07.2016 14:46 ~14:53 | ferhenga şikestî

70. amed yanî a-med. ev nav ez bawerim jiber ku navê dewlet û împaratiriya medan tîne hişê mirovan meriv dikare bibêje ku navekî îdeolojîk û siyasîye jî. Lewra jiber vî awayê tirk û kurdên tirkçî-îslamcî ger mecbûr bivin ku navê amed bikar bînin naxwazin bînin ziman û navê amîd bikar tînin. tê gotin ku di metnên kevin de amîd hatiye bikar anîn.



22.07.2016 02:18 | zanko

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» amed çeko jiyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî