Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
amed - tirşik
amed
(23) (2) (2)
di mijarê de bigere

2. sûrên xwe bi nav û deng e.



04.06.2013 16:06 | tizbîkêş

3. wargeha hûriyan



04.06.2013 16:44 | cekdar

4. amed xwezîka akurd bûya ewê hîntir xuyaba a kurdayi



06.06.2013 04:30 | serhed7

5. li bakurê kurdistanê navê bajarekî ye.. niha li gorî resmiyeta komara tirkiyeyê navê vî bajarî diyarbakir e.. ev bajar berî îsa sala 8000î ji aliyê qewmên samî ve hatiye danîn û avakirin û paşê ketiye bin destê bîzansî û romayiyan de û van qewman jî navê amîdayê li vî bajarî kirine.. piştî ku artêşên îslamê ev bajar vegirtin rêvebirî û desthilatdariya vî bajarî dan qebîleya ereb ya bi navê bekir bin waîlî û ji ber hindê navê bajêr vê carê bû diyarê bekir anku cih û warê bekir.. heta destpêka avabûna komara tirkiyeyê navê vî bajarî her diyarbekir ma piştî ku komara tirkiyeyê ava bû û daner û damzrênerê komarê mustafa kemal ataturk tê bajêr û bi hênceta ku navê bajêr ne li gorî fonolojiya zimanê tirkî yê modern e navê bajêr dike diyarbakır.. û paşê piştî ku pkk ava dibe û serkêşiya rizgariya bakurê kurdistanê dike ji bo ku şopên ku ereb û tirkan li ser vî bajarî danîne bên ji bîr kirin li nave qedîm yê ku di dewr û heyama bîzansî û romayiyên antîk de hatiye bikaranîn vegeriyane.. û hê jî di nav tirk û kurdan de wekê meseleya pekeke an pekaka, nevruz an newroz cihê nîqaş û gengeşiyan e navê vî bajarî.



06.06.2013 07:03 ~2017.01.27 02:51 | endazer

6. li ba me carbekir li kar e.



06.06.2013 11:12 | filitto lawo

7. bajarê bircan...



06.06.2013 16:05 | azadixwaz

9. paytext û bajarê herî xweşik ê kurdistanê ye.

bi bircên xwe,mizgeft û dêrên xwe dîrok e .

bi mirovên xwe yê welatparêz, bi gerîllayên xwe ku em bi wan serbilindin û bi newroza xwe navenda berxwedanê ye.

bi sînema, şano, muzîk, pêşangeh û mîhrîcanên xwe navenda çanda kurdistanê ye .

her wiha kesên dibêjin ji bilî nav tiştek tune ye pêştir çi dixwaze nizanim ...



07.07.2013 15:10 | brusk56

10. paytexta dilan



09.08.2013 21:32 | seydayê_peyvan

11. bajarekî herî xwes... metropol, ji her tistî re vekirî...



09.08.2013 22:25 | felek

12. Bajareke kurdistana bakur, weke paytexta kurdistanê tê dîtin û li kurdistana bakur bajarê herî mezin e



09.08.2013 22:28 | zerdeşt

13. Paytext e, war e, xweş war e, can e, ceger e lê ne tu bajar e ezîzim.



09.08.2013 22:44 | lêyla

14. Bajarêmin, dilê kurdistane, hêlinê şerwanan e.



09.08.2013 23:05 | dino21

15. paytexta kurdistana bakur. bi aliyê piraniya kurdan ve tê hezkirin lê hinek kurd jî weke lenetkirî lê dinêrin lê ya rast çi ji bajar hêvî dikin û çi jê dixwazin ez qet nizanim, ji kerema xwe re bila yek ji min re bêje, taybetî yeke ji amedê hez neke...



09.08.2013 23:19 | azadixwaz

16. bajêrê berxwedan û baweriye



09.08.2013 23:22 | newenda

17. paytexta dilé min e...



10.08.2013 17:16 | gabarî

18. her tişta min e.



11.08.2013 13:46 | triye rezan

19. amed navenda dîyarbekirê ye. her çikas ji bo gotina kurdî em amedê binav bikin jî ya rast dÎyarbekir e. amed navend e. dîyarbekir bajar an herêm



13.09.2013 22:15 | firat

21. Bajarê kurdan ê herî mezin û moderne ku bi qandî bi serhildanên xwe meshûre, ewqasî jî bi cilêtciyên xwe, dizên xwe, pêxwasên xwe, tolazên xwe yên ku li Ofîsê bê serî digerin bi nav û denge.



07.10.2013 21:19 | dîno

22. AMED!!

Dema ku min ji te hez dikir,

Tu kes,

Ji bilî min û te

Li jiyanê tune bû..

Wê çaxê,

Navê min Ehmedê dîn bû

Û navê te jî Ameda dilrevîn bû!

Piştî evîna me,

Welat û sînor û al û serok û ceng û mirin û êşên mezin çêbûn,

Lê tu mayî paytexta Kurdistan

Û ez jî dîn û şehîdê helbestan..

Ehmed Huseyni



23.10.2013 18:04 | mem alan

23. wextê ez 14 salî cara yekemîn çûyî amedê min dît ku li her deverê ji dêla kurdî bi ''tirkî''yek tewş dipeyîvin. ji matmayîbûnê ez lal bûm.xwîn rijîyê ser mejî yê min. ez rakirim nexweşxanê lê ez xilas nebûm. ez çûm diyarê rehmetÊ.xatirê wê.



04.11.2013 20:57 | diljan

24. bê guman xweşiktirîn bajarê Kurdistanê ye gava mariv jê dûr dikeve weka kevokek ku baskê wê/î bişkê nikare aram be pirrî caran difikirim çima ez evqas pirr hez dikim? lê wateyek nikarim bidim an jî sedem nediyar e. pirr efsûnî ye hezkirin bê sedem dibe



10.12.2013 17:20 | ferhenga şikestî

25. bajarê ge min pir birîya wî kırîye..



16.12.2013 16:20 | gokerr

26. bajarê ku ev sê roj in tûka mirov nakeve erdê, çimkî ji ber sir û seqemê hêj di nîvê rê de diqerise..
ligel vê serma û qufilandinê hê jî li semta ofîsê wekê ku keleqirçêna havÎnê be keç û jin tayt û dêreyên mînî li xwe dikin..
mirov bivê nevê ecêbmayî dimîne û ji xwe dipirse van mirovan ne sar e qey?



16.12.2013 16:28 ~2017.01.27 02:52 | endazer

28. paytexta kurdistan û dilê min e....

Pirrî caran li ser difikirim bê ka ez çima jê pirr hez dikim? min tucar sedemeke bivac û maqul nedît tu ji min bipirsî bi diz tije ye, beredayî pirr in, ji kurdbûna xwe dûrketiye falan û bewan jixwe di van deh salên dawî de cudatiya çînî jî zêde bûye hem birçî pirr in hem jî dewlemend pirr in tu diherî li aliyê metropolê otomobîlên xiraptir passat û audî ne yanî bi mercedes, bmw, audî, jîp tije ye çend heb jî pourche hene ku ji 300 mîlyar kêmtir nîn in. tu li aliyê hin taxan diçî ku di malekê du ode de 8 kes dimînin û giş birçî ne bi deh hezaran mîrov û malbatên wisa hene..

ji aliyê xwezayî de ji xeynî parqên ku şaredariya amedê çêkiriye, tu tiştên xwezayî nemane tev bûne beton ji dengê teqûreqên erebeyan êdî mariv naxwaze şibaka xwe veke..

ji ber mezinbûnê, têkiliyên civatî nemane kes ji yekî din re êdî bawerî naynê gava yekî nêzîkê te dibe ji bo ku heste bixwaze lê tu tengezar dibî dihizirî ku gelo çima ber bi min ve tê? mariv xwe amade dike ku beriya xirabiya wî ez ê reaksiyon nîşan bidim..

dirêjahiya suran ji 5 km zêdetir e lê bi tenê li ser birca bizinê tê gerandin û ji bo meşê jî mariv encax dikare ji kolana melîk ehmed dest pê dike heta deriyê mêrdînê li ser suran bimeşe. du sedem hene yek jê bîna gûyê tê yek jê jî bûye wargeha esrarkêşan ango ewledar nîn e..

nava surê gelek xweş e bi kolanên xwe yên teng bi avahiyên xwe yên kevnar û efsûnî nîşaneya navendbûnê yê dîrok û şaristaniyê ye bi taybetî jî xana hesenpaşa, ku ez li kû rûnîm(ji xeynî terasa bajêr) bêhtir dikarim 2 saet sebr bikim zû eciz dibim lê di xanê de dikarim ji ser sibê heya êvarê bêyî ecizî rûnîm

lê gelek bajêr hene ku xwediyê taybetmendiyên xweser in wek hemû bajar amed jî wisa ye lê tiştekî heye ku nikarim wek têgeh bi nav bikim û bikevim li dû pênasa wê têgehê ku bikaribim hezkirina xwe ya li ber amedê îfade bikim

gava dikevim mitalayan helbesteke yilmaz erdogan tê bîra min ku ji bo enqere dibêje "

Ankara'yı sevmeyene bir zulümdür 

bu kadar insanın neden ankara'yı sevdiğini anlamadan 

ankara'da yaşamak" ez dikarim vê rêzikê wî yê li jor ji helbesta wî derxînim û ji bo amedê bi kar bînim. bi rastî jî wisa ye ku tu bifikirî aliyên amedê yên nêyînî belkî jî ji yên erêniyê zêdetir in belam dîsa jî nikarim jê veqetim

carinan em ji bo gerê diçin mêrdînê hê sê saeta me naqede ji hevalên xwe re dibêjim hadê em vegerin..

pirr hevalên min hene ku hatine sal, du sal mane û gotine em ê mala xwe bînin li vir...

niha jî ketime etra amedê, ku rojên min kêm mane ji ber karmendiyê ez ê ji bêgaviyê ji amedê biçim û kêmtir 3 sal venegerim. bêyî malbata xwe dikarim bijîm bêyî ameda rengîn nikarim ez du sal li colemêrgê mam lê meha min nediqediyan ku digel rêyên dûr û xirab jî ez dihatim amedê

neyse lo min çima vê nivîsê nivîsim bi xwedê nizanim lê(mij jî pirr 'lê' got yaw) amed xweş e divê mariv bi perspektîfeke berfireh lê hûr be ku bê çima rewşa Amedê xiraptir bû?



08.03.2014 02:00 | ferhenga şikestî

29. bajarê ku ji ber roja jinan îro, ji jinan re otobûs belaş e .

de hayde siwar bibin otobûsan û di nav bajêr de bigerin *



08.03.2014 12:04 | brusk56

32. niha berfekÎ dijwar dibareye. berf li hilbijartinÊra zorÎ derdixe.



30.03.2014 10:28 | hun çawane heval:)))))))

33. her çi qas paytexta dilê min jî be, çendîn yekem cihê ku dengvedena dilê min ê sêwî jî be hezar mixabin ku Ev bajar her ku diçe dixirife êdî mariv ji ber ciwanên amedê yên bêxîret, lêçan, lewçe û bê'edeb naxwaze ku derkeve derve û bigere. Ez fêm nakim kêngî û çima devê wan ewqas qirêj û genî bûye? Min di tu bajaran de nedît ku ciwanên wan ewqas devqirêj bin. Tu dinêrî ku tu heb heval li ba hev dimeşin, bi dengekî bilind û gemarî dijmînê diya hevudu didin û dikenin, barebar dikeve li ser wan, tu dibêjî qey hemû kolanên amedê ji bo kêfa xwe rezerve kirine. Qet fedî jî nakin nabêjin eyb e jin, keç û zarok hene.. ger ku li kêleka te jin hebe ihtîmal heye ku tu bibî kujer jî! ev bajerê xweşik ji tahm derketiye mixabin...



19.04.2014 02:14 | ferhenga şikestî

34. (bnr: geremol.net)



09.05.2014 00:04 | êvare

35. Bajarê ku çend roj berê ji bo dîlan û dawetekî lê bûm. Nêzika deh rojî mam lê me bi hev nekir, rojek baran rojek germ, rojek tofan rojek nem... Ev li alîkî û geremol û xizmetkirina dawetê li alîkî û çayçêkirin û çayçêkirin... Yeqîn bikin ku di nava çend rojan de gurî bûm. Dawetên kurdan xweşin lê dawet ku ne daweta mirov be xweş e wekî din himaltî ye.



05.06.2014 23:35 | ceso

36. Bajarê ku kêm sala wek sala îsal baran lê bariye ye... bi qasê tê bîra min ti caran heta vî demê salê baran lê nedibariya.. Lê maşelleh îsal baran xweş hat..



05.06.2014 23:55 | nan û av

37. bajarê ku di van salên dawî de, tibabekî razan* standiye. belkî hinek jî xêra pêvajoya çareseriyê li amedê gelek proje û razanên mezin despê kirin.

hinek projeyên nû ên tê çêkirin û xelas bûyî li amedê ;

(bnr: ceylan karavil park)

(bnr: big chefs amed)

(bnr: a plus seyran)

(bnr: arsemia diyarbakir residance)

(bnr: helînamin tesîsa germav û tendurîstiyê)

(bnr: diyarbakir forum)

(bnr: balefirgeha navnetewÎ a amedÊ)

(bnr: stada nû a li amedê a bi 33000 kes kapasîte)

(bnr: zaningeha selahaddîn eyyubî)

(bnr: otêla hilton garden inn amed)



20.06.2014 16:16 | brusk56

38. bajarek xweş e lê derdê gelê wê nayê kişandin. yanê li min biborin lê gelê amedê gelek serhişk e. herdem amade ye şer bike pevçûn bike.

ez bawer nakim ku tu bajarê din ê kurdistan û tirkiyê wisa be. yaw tu kes nizane weke mirovan bi xelkê re biaxive. mesela rîca kirin felan qet tune ye. bi tirkiyekî xerab û bi şêweyekî hişk diaxivin. piranî caran ji bo pevçûnê sedenek pir biçûk bes e.

bila amedî dilê xwe nehêlin lê min tu derî mirovên wisa nedîtine. yên baş tune ne ? elbet hene. vaye heftiyek e ez li polîklînîkê dixebitim. mirovên gelek baş, nazik û dinyadîtî jî hene lê hindik in.



6 sal e li amedê dijîm. min vê fêm kir. kurd nizanin bi hevûdû re biaxivin, amedê qet nizanin.



25.10.2014 00:26 | brusk56

39. (bnr: di zimanê dotrakiyan de spasî tune ye!)



25.10.2014 00:58 | berxweda


41. xweştirîn û geştirîn û pêşdetirîn û romantîktirîn û efsûnîtirîn a bajarê kurdistanê ku van rojan dil dike ku xwe ji min sar bike, bi qewlê tirkên bêhnpêketî 'yemezler' hej te dikim û taliya talî ez ê bêveger û bêveqetîn vegerim li ser rê û peyarê û kolan û kuçe û bircên te yên têr-xweşik û tahm-stran

ev cara çendemîn e ku bi lêv dikim, û ji bilêvkirinê têr nabim û cardî bi lêv dikim ku bajarê herî rengîn ê kurdistanê ye, bi mizgef û dêrên xwe yên dîrokî, bi kuçeyên xwe yên kevin û tenik, bi malên xwe yên berê yên romantîk, bi bircên xwe yên mezin û dîrokî û biheybet û muazzam, bê şik û bê guman, sê telaq û bê fetva xweştirîn mekana kurdistanê ye



03.01.2015 21:42 | ferhenga şikestî

43. bajarê ko piştî çiqas sala şûnde kû ez çûmê min hinek derdorê wê de cavdêrî peyde kiriye;



yek jê, mirovên kû lê dijîn ji xwezayîya xwe tiştek wenda nekirine. eva başe jî, xerabe jî. başbûn a wê, mirovekî biyanî kare kû weke li mala xwe be bifikire. çinkû mirovên amed'ê jidilin, samîmîne.



xerabbûn a wê jî, mirovên gundî jiyana gundîtîyê barkirine bajêr. tu li gund tif bikî erdê, yan jî tu ne paqij bî, tu sola xwe ji lingê xwe derxî u pal bidî, yan jî tu gû bikî* kes nabejê te ev çiye. lê li bajarekî weke amed'ê mezin u simbol tu van tişta bikî nabe. ez bi halê kurdatîyê karibim van rexna bikim, mêrikê tirk kare çi bibêje tu bi fikire.



07.05.2015 14:22 | parêzerê nîvçe

45. Bajarê du roj din berê min lê ye. Xana hesen paşa û cîgera amedê. Beden û paytexta kurdistanê. Piştî oya eronatî, bajarê 10/11 wekilên kurdan rêkirî meclîsa qirêj a tirkiyê.



12.06.2015 22:01 | azadixwaz

46. bajarê hê jî pakij nebûye û xuyaye ewê hê pakij nebejî ji kuştina



12.06.2015 22:42 | shorbevan

48. paytaxta ku bi encamên 07.06.2015 hilbijartinên giştî li tirkiyeê nîşan daye ku dilê kurdistanê ye. hdp nêzikî %80 deng stand û ji 11 wekîlan 10an bi dest xist.

loma van rojan gelek provakasyon û kuştin lê çêdibin.



13.06.2015 14:07 | simurg56

49. Bajarê pîroz. Ez duh bi balafirê hatimê. Wexta min baholê stend saet bû deh û nîv. Bavê min got ez ê werim li pêşiya te(bi erebeyê), min got na ne hewce ye ez ê werim (lewre nexweş e). Min got ez ê bi otibosê werim. Wî got temam. Ez ji balafirgehê derketim taksîcîyekî got tu yê herî ku derê min got heta rawestgehê got were. Ez ketim taksiyê min heta rawestgehê bir.(ez bawer im got qey wê ez bixapînim, lê nexapiyam) ji ber ku tenê otibosa a7ê dihere nêzîkî mala me, diviya ez heta riya dadigere jorî cezaevî bimeşiyama. Ez meşiyam û meşiyam rê nediqediya weke ku ez di riyeke 5 kîlometreyî de bim. Axirê qediya ez gihîştim rawestgeha xwe. Otibos hat min lê nihêrt cih ji bo min nemaye tê de tew cih ji bo baholê hîç tune bû. Lê siwar nebûm li benda dolmîşa yenîhalê mam. Min got ez ê ji yenî halê heta malê bimeşim. Îjar li benda dolmîşê mam. Weke ku hûn jî dizanin bi şev nivîsên li ser kartona dolmîşa ji ber ronahiya li ber kartonê vêdixin nayên dîtin. Heta dolmîş tê 10 metreyan nêzîkî meriv dûvre meriv dibîne. Yek hat heta min xwend, fersend çênebû ku min destê xwe rakira. Heta ya duyan dîsan sekinîm û li wê siwar bûm. Li ceylanlarê daketim û heta malê meşiyam.

welhasilî kelam ez evana elimîm:

1. Divê meriv qehremaniya neke û nebêje ez ê bikarim werim.

2. Divê meriv baweriya xwe li otibosên amedê neyine.

3. Heke ku bi meriv re bar hebe û di bêrîka meriv de hinek pere hebe, bi qasî perê xwe gerek meriv li rehetiya xwe binere.



Werin amedê lê weke min kertiya nekin!!



30.06.2015 02:50 | mergehez

50. (bnr: )dizker



01.07.2015 01:25 | ronahî

51. Nizanim siûdxerabî ye an tiştekî din e lê navê amediyan derketiye bi diziyê. Rast e dizên wê têra xwe hene lê diz ne tenê li amedê ne li her derê hene. Şaredarî an jî hêzên din divê operasyoneke berfireh bike li hember ev kesên ku amedê li ber çavên xelkê reş dikin.

Çiqasî pêkan e ev? Tiştekî pir zehmet e û em nizanin bê operasyon niha tê meşandin an na. Ez bawer im hatiye dest pê kirin..



01.07.2015 01:43 | mergehez

52. Patext e. Bila ên wek mehmet metiner bibin qurbana serê dizên wê. Ji xwe bila wekilên wê yên weke oya eronat guyê wan dizan hemuyan bixwin.



01.07.2015 16:18 | azadixwaz

53. belê pêxwazî ya me amedîya heye lê em na kesê me kirîye vî halî bira şerm bike hinek ji mecburî ji tunebûnê dizî dikin lê hinek jî ji têrî û torî mînak kesên bîna akpê.

lê ez ji wera dibêjim dizîya hev nekin lê ti rehetî nedin tirk û ereba çi bi destê we hat bikin helale heqê weye guneh ji minra.



01.07.2015 17:53 ~17:54 | shorbevan

54. Bajarê ku ez ê di nav 2-3 rojan de biterikînim. Min qet texmîn nedikiri ku ez ê wisa xemgîn bibim. Tabê xemgînî ne tenê ya terikandina amedê ye. Xelasbûna zaningehê, ji hevalan veqetandin wele pir zor e..

Wê cihê amedê her û her cûda be bo min. Ez herim li welatekî din li gerdûnekî din jî bijîm, ez ê rojên xwe yên li vir ji bîr nekim *



03.07.2015 10:59 | brusk56

55. Navê straneke haşîm sîpan e. Hevalekî min ji min gotinên wê xwestin. Di înternetê de tune bû û min got ka ez binivîsim. Him gotinên wê dirêj bûn û him jî gelek cih hene ku min kê fahm nekirin. Ez dizanim hûn tu carî alîkarî nakin lê dîsa jî bipirsim: xêra xwe hûn dikarin kêmasî û şaşiyan rast bikin?



Gotin:

Bêje Amed li ser wan xortên ciwan

Dostê Goyê spî gortin a dildar"

Şopa zinar li ser Gorsêya navdar

Destana dilê Adar û Sînan(x2)

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



Binivîse Amed, li ber bapêlên Ava Mezin ve

Derkeviya ava çemên xwe bide

Bîhna rûpeleke kevin ji Amed

Zindî bike carekê vî canî

Biçe, çermekî pezkoviyan,

di nav daristanên Gorsê de Amed

Û carekî wa mûjangên çavê xwe yê reş "li xwe bilind bike"

keserekî ji dil de tijî bike

Hêdî hêdî li ser vê Besta dildar,

Li vê pelê pênûsê bibe û bîne

Ger nebê Amed biçe biçêviyan li ser dîwarên kela kevnar

Wêneya serxwebûn neqiş neqiş bixemilîne Amed

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



Were Amed gotinên vî şervanî di nav hevokan de binivîse

Mîna lîlava ku di nav elendên çavan de diherike li ser lamo

û li ser pelên dibêxav

Min li nav kefenên spî nealînin, min li nav keskesor de bicivînin

di nav rengê welatê min de bixemilînin

Mîna aşiqê tirîqa heyva kemanê

Bila hevalên min, min li dardestekê bikin û ji kesera vî dilî re,

carekî tenê li derdorê sûrê amedê bigerînin

Bi rûyekî biken li zarokên Amedê binêrin, hêviyên rojê de

Bila bîranînên min li Hêdik û li Apê Mûsa û li Şehîd Remzî,

û li Şehîd Birûsk bînin bêxin baxên gulan

Diyarî ji zarokên Amedê re bişînin, Amed

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd



Bila ji wan re bêjin êdî ez mêvanê axa xwe ya bedew im

Mêvanê Ayhan im, dilperestê Gorsê

Mêvanê Sînan im, lawikê zêr

Mêvanê Harûn im, dilpakî wek perîrka li ser kulîlkan

Êdî ez mêvanên zarokên Amedê me, ên mîna Zîlan, Şîlan û Dîlan û Mizgîn

Tu her binivîse Amed.

Tu bêje Amed.

Mîna ew çakûçên li ser hesinê sincirî Amed

Tu binivîse Amed.

Tu qîr bike Amed

Tu bêje Amed

Tu qîr bike Amed

Tu bêje Ameeeed..



Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



02.08.2015 16:30 ~2015.08.23 22:17 | mergehez

56. bajarê ku wê 2 roj paşê min di paxila xwe ya germ de bihewîne, kelecan? Erê! hesret? Erê! şevên dirêj ên amedê? Erê!

yani bi kurtasî hefteyeke têr û tije li hêviya min e

ezê biçim û biçim, berî ku kûç û kevirên amedê ji tîna rojê bihelin, berî ku bayê hênik ê bajêr mestiya xwe wenda bike û berî ku qirixên bajêr terka devoka xwe ya ji germa ziwabûyî bikin.

erê biçim, hê gotin hene ku bi lêv bin, hê qehweya kizwana heye berî ku di fîncana ferfûrî de hişk bibe



06.08.2015 00:57 | ferhenga şikestî

57. bajarê xwedê bêje herê wê sibê siktira min bide min.



06.08.2015 10:58 | shorbevan

58. 4 roj e li vir im, 25 sal temenê min e, mi rojên xerab jî yên baş dîtin, lê min tucar ev bajar wiha xirbe û şikestî nedîtibû. pirr bûye bêdeng, cafe, avm û hemû kolanên bajêr vala ne, herkes ditirse, xof ketiye dilê xelkê tu der zindî nîn e.

gelek pê êşiyam.

mi ji hevalan pirsî bi pirranî li dû teqîna mîtînga hdp'yê ya amedê mijeke tarî li ser bajêr rûniştiye



13.08.2015 00:29 | ferhenga şikestî

59. bajarê ku min 6 salan lê zaningehê xwend. vaye mehek e min zaningeh xelas kir û ez ji amedê veqetiyam. bi rastî min gelek bêriyê kir.

wê cihê vî bajarî herdem cûda be bo min ..



13.08.2015 20:50 | brusk56

60. mîna hemû bajarên mezin yên li tirkiyê, di nav tirsa teqînek mezin de ye.

yanî rewşa wê ya bêdeng, vala û tirsiyayî ne tenê ji bo wê heye. li dîlokê jî mirov ditirsin ku derkevin bazaran û ndsyan. min îro polîsek axaft, got li gorî îsîxbaratan daîş wê li vir teqînek mezin bike, em dizanin û asteng dikin. lê li benda derfetekê ne.



13.08.2015 23:30 | simurg56

61. ecêb e lo. car cara ez gelekî jê aciz dibim, lê dawiya dawî ji bilî vî bajarî alternatîfeke din nîn e.



01.10.2015 17:05 | xendekî

62. Bajarê ku piştî 2-3 mehan dîsa lê vegeriyam.

Her tişt wek berê ye lê tişta ku bala min kişand, heçko gel welatparêztir bûye. Erê amed berê jî welatparêz bû lê heçko êdî herkes hdpî herkes pkkî. An jî ew rasta min tên.



06.10.2015 20:54 | brusk56

63. navê ku zora erdogan çûye û îro di weşana xwe ya li ser televîzyonekê de gotiye "jê re dibêjin amed, amed çiye yaw?" .

zanîna vê yekê baş bû. weke zora te diçe em ê herdem jê re bêjin amed. diyarbekir xelas bû bo me *



30.10.2015 23:48 | brusk56

64. xwedê hez bike yê biba navê xwarziyê min.



31.10.2015 01:09 | nazim tolhildan

65. Peytexta Kürdistan, li Bakur dimine.



31.10.2015 13:07 | hesen roni

66. weke ku ez dizanim bajarê ku navê wê ji med'an tê. a med, yanê ya med.

(bnr: împaratoriya medan)



06.11.2015 01:16 | nazim tolhildan

67. min dîsa bêrya vî bajarî kirye..

hama çawa meheke min temam dibe ez bêrya wî dikem:(

van rojan ne baş e birîndar e bêhna min diçikîne, ji welêt dûr im û nikarim tiştek bikim em yek jî nikarin wisa ji dûr melul melul...



07.11.2015 21:26 | ferhenga şikestî

68. bajarê ku îro 2 ciwanên kurd lê hat kuştin. binêrin di tirşikê de, qene sernivîseke jî nehatiye vekirin di derberê de.

em dibêjin 2 kes miriye lê ev tenê ên em dizanin in. dema endamên ydg-h'ê birîndar dibin, ji xwe ambulans jî naxwazin. bixwazin jî 112ya amedê nikare ji wan re bişÎne ji ber ku polês destûr nade.

bi xwedê dilê me diperite. îro keçeke kurd, bi çekekê qada şêx said Û dema polês wê digere çeka xwe derdixe Û wan dide ber gukeyan. di dÎmenan de heye heçko gule berdide ser gel jÎ. armanc çi ye çi dike tu kes nizane.

li qada şêx said îro çalakiyek hebû qaşo. çûye li wir di nav ew qas sîvÎlan de gule berdide polês. nekariye yek tenê jî bikuje Û ew bi xwe jî miriye. yanê ev çi bÛ niha ?



03.12.2015 04:30 | brusk56

69. bajarê ku vaye 2 roj e berfek ecêb dibare. hindik caran ev qas berf bariye bawerke. lê bi xwedê dema berf dibare bajar gelek xweşik dibe.(ev rewş bawerke bo hemÛ bajaran derbasdar e)

lê berf nebû sedem ku şerê li sûrê, hinek bisekine. dengê topan hê jî dewam e û beriya 3-4 saetan bombeyek teqiya, polêsek mir û yek jî aniha di ameliyatê de ye ..



01.01.2016 15:22 | brusk56

70. bajarê qedîm heke bê-sûr bimîne wê ti wateya wê nemîne, sûriçî nebe çi wateya amedê heye. sûr nebe amed wê bibe diyarbakır!



01.01.2016 16:07 | xendekî

71. Dil buye veke sûran. Zexm...



01.01.2016 22:49 | atmos21

72. Ev bajar beriya aniha gelek zêde dejenere bûbû, gelek zêde kirêt û gemarî bûbû lê tucar mîna van rojan ji eyar de neketibû. Dema dikevî dolmîşekê herkes li ma'neyekê digere ku pêvbiçe, ligel xanimekê dimeşî ji bo ku qeza û belayekî ji destê te dernekeve serê xwe dikî ber xwe, herkes amade ye ku hev û du biêşîne, dema polêsekî dibînin stûyê wan diçe xwarê, şeref û namûs dibe pênç qirûş. Axirî ji ber van xendekan jî di çavê xelkê de jî tu emareya welatparêzî û hessasiyet nemaye...

Di deh bîst metreyekê de carekî noqteya polêsan heye, êdî di nava xelkê de bi rehetî digerin.

Tiştê ku dewletê jî texmîn nedikir ku bi plan û projeyan ser keve bi saya pkkyê bi ser ket. Çepikên xurt...



11.07.2016 22:31 | ferhenga şikestî

74. bajarê strana Ahmet kaya a bi navê diyarbakır türküsü diyarî wê û xwe dikim



11.07.2016 23:05 | shorbevan

75. bajarek ê kurdistanê.



li gor tişta min bihîstî û di televizyonê de dîtî amedê kurdî gelek kême ango naye axaftin .



ez bi vê tiştê gelek qehirîm ,ev çi paytextîye ? niha ez bêm amed'ê û biçime firoşgehekê ezê bi kîjan zimanî biaxifim ? kanî ev dewlet ?



21.07.2016 01:41 | mijdar

76. Dema ku kurdek were amedê dikare di hemî firoşgehan de bi hemî esnafan re bi kurdî biaxife, biştexile, bide û bistîne..

Li amedê ji hemî deveran însan hene, geh sirgûn bûne geh ji bircîtî hatine.. ermen hene, zaza hene, kurmanc hene, ereb hene, tirk hene loma zimanê bazarê bûye tirkî.. tu eleqeya paytextî û ziman nîn e..



21.07.2016 09:29 | ferhenga şikestî

77. Bajarê ku mirov ditirse ku bi esnafan re bi Kurdî bipeyive. Gelek caran dialogên bi vî rengî çêdibin:

- Keko tu dikarî avekê bidî?

+ efendim?

- av.. av

+ efendim?

- yaw bir su ver ha!



Lewma mirov nizane bê wê bi çi zimanî bipeyive



21.07.2016 12:36 | mergehez

78. Bajarê ku ezê vê heftîya tê bêm û wira xanîyek kîrê bikim lewra êdî herî kêm salek du sal ezê li amedê bijîm.



Dibêjin kîrayêt amedê zehf bûhaye taybetî jî navçeya peyas ê ku tayîna min li wir e ji navçeyên dîtir bihatir e. Ez jî dê mehek zûtir bêm da ku xanîyek nêzîkî dibistanê û erzan bibînim. Dê ya bi xêr...



21.07.2016 12:55 | azad30

79. Li gorî metropolên dî yên tirkiyeyê kirêya xaniyan erzan in, di taxa peyasê buha ne, ji ber ku tev sîte ne û ev qederekî deh salan e ewder populer bûye û zenginên amedê hemî di peyasê de bi cih dibin. Bi taybetî semtên wek diclekent, metropol û dawiya gazilerê ku ber bi rêya 75.an de dikevin kirê buha ne. Li amedê zêde pirsgirêka trafiqê nin e loma ne hewce ye meriv li gorî cihê karê xwe xanî kirê bike.

Pêşniyara min ji bo kesên xebetkar û ezeban, semtên wek Bayramoğlu, Bayındırlık, batikent, li kolana jor a cezaevi, huzurevlerî( kolanên wê yên ku nêzîkî diclekentê ne) toplu konuta seyrantepeyê...



21.07.2016 14:46 ~14:53 | ferhenga şikestî

80. amed yanî a-med. ev nav ez bawerim jiber ku navê dewlet û împaratiriya medan tîne hişê mirovan meriv dikare bibêje ku navekî îdeolojîk û siyasîye jî. Lewra jiber vî awayê tirk û kurdên tirkçî-îslamcî ger mecbûr bivin ku navê amed bikar bînin naxwazin bînin ziman û navê amîd bikar tînin. tê gotin ku di metnên kevin de amîd hatiye bikar anîn.



22.07.2016 02:18 | zanko

82. (bnr: konstantînos kavafîs)



(bnr: bajar)



dîbejî:"ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din

wê he be helbet ji vî çêtir bajarek

li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;

dilê min binax e -weke meytekî-

li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min

xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim

ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim

belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"



tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî

wê li dûv te were ew bajêr tim.

tu wê li heman kuçan bigerî dîsa

li heman taxê kevn bikî salan;

wê li heman malan têkevin

porên te tayê spehî

herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.hêvî neke tiştekî din.



keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun

çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê

tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din



26.07.2016 16:34 ~16:36 | ferhenga şikestî

83. Tê gotin ku bi qasî 20 hezar polês teyînî amedê bûne..

Ev bû hefteyek e ji xwe re xayîneke bo kirê digerim, semt, tax û kolanek jî min nehêlişt lê tek xaniyek jî nîn e. Dikevim kîja emlakê dibêjin ev du hefte ye her roj bi dehan polês tên, herkes xaniyên xwe dane polêsan.

Yanî di vî bajarî de malek jî nemaye ku meriv here serê xwe deyne



04.08.2016 08:32 ~08:34 | ferhenga şikestî

84. Bajarê ku bi rastî jî tê de tu xaniyên bo kirê nemaye. Ez jî vaye heftiyek e xanî digerim lê mixabin fiyetê wan bûye 2 qet dîsa û bi vî halî jî nayê peyda kirin..



04.08.2016 09:41 | brusk56

85. Bajarê ku va ye çend roj in ku kele kela germa havînê lê ketiye. Em pijiyan, em şewitîn. Hahoo ne tu hal e



05.08.2016 23:50 | mergehez

86. Bajarê ku êdî jîyana min lê dibore ye.

Ji doh pêda êdî herî kêm (înşallah) 4 an jî 5 sal ezê li amedê bijîm heya niha ez gelek caran hatibum e amedê lê hemî ji bo gerê an jî bernamayan bun lê ya vê carê ji bo şênîbûnê ye. Xwedîyê xanî, hevalên min yên zaningehê û kesên ku min taze nas kirî xwedê ji wan razî be hemî alîkarî kirin û bi dilekî sax mazuvanî kirin.

Erê herêê kurdîstan xweşe elhamdûllîllah..

Dê ya'b xêr...



19.08.2016 08:53 | azad30

87. tekane bajarê kurdistanê ku dirfê paytextan pê dikeve ye.



07.12.2016 23:04 | şikber

89. (bnr: li amedê cihên gerê)



08.01.2017 13:51 | xendekî

90. zivistana wê wek bihara serhedê ye.
Kuro hun êja vî ra jî dibêjin zivistan? *



15.01.2017 20:07 ~20:31 | bûtîmar

91. biçekî erebesk e lê ew gotina ''hayal kırıklığının başkenti'' (serbajarê dilmanê) ku replÎkeke ji fÎlma vîzontele gelekî li vî bajarî tê. pêşiya niha deh salan min stembol û gelek derfetên xweş dan aliyekî û bi dilek germ û bi hêviyên mezin berê xwe da vî bajarî, hêj heftiyek di ser re nebihurî ji biryara xwe poşman bûm lê min kir û nekir nekarî berstûk û piştstûka xwe jê xilas kim.
dawiya dawîn jê xilas dibim.
bi xatirê te diyarbekir, xwe hafîz!
zanim wê te hay ji min nebe û ji xwe re nekî xem lê ez ê bêriya te bikim ;)



27.01.2017 04:04 | endazer

92. encamên hilbijartinan li amedê
herêmî 2009
dtp %65
akp %32
giştî 2011
serbixwe %62
akp %32
herêmî 2014
bdp %55
akp %35
serokkomarî 2014
demirtaş %64
erdoğan %33
giştî 2015 (haziran)
hdp %78
akp %15
giştî 2015 (kasım)
hdp %71
akp %22
referandûm 2017
na %68
erê %32



24.03.2018 01:24 | mindal

93. Bajarekî Kurdistanê ye ku ber bi Meletîbûnê ve diçe. Li kolanên vî bajarî xelaya Kurdî ye. Lê kurd her xwe pê serbilind dihesibînin. Ka ji bilî siyasetê çi têkiliya bajêr bi kurdbûnê re maye. Werhasil bi ya min piştî deh salên din êdî ewê bibe weke Entabê ango Meletiyê. Axir bes bi Amedê masturbasyona kurdbûnê bikin heyran.



24.03.2018 02:22 | hejîro

94. Yaw billahî derûniya mirov li Amedê dibe kavil. Mirov wek mîrteyeke beredayî xwe hîs dike çiqas tije ewqas vala çiqas qels ewqas bi kul...



24.03.2018 18:16 | roberz

95. zimanê kurdî li vir ber mirinê ye, meriv 10 sal şûnde jê re dikare bêje kamed

A Med
Ka Med?



24.03.2018 22:10 | mîr

96. ji dûr ve şêrîn şekir û şerbet e.
ji nîzik va jî şêrîn Şekir û şerbet e.

her û her şêrîn şekir û şerbet e.



01.05.2018 02:30 | bûtîmar

97. Evîn, jiyan, agîd... Ser dilê min. Amed... Bajarê kurdan. Carna berxwedan. Carna azadî. Ez nikarım re dibêjim. Ma ez çawa bêjim. Eşqu zozanê. Bajarê me. Bajarê kurdan. Paytexta kurdistanê.



31.07.2018 21:17 | gokhansapmaz

98. Bajarê Kurdên ku êdî bi tirkîyek wek ezerîyan dipeyvin û dibêjin em kurdin e.Lê dîsa ew bajarar e ku partîyÊn kurda her tim yekemin derketine ye.



05.04.2019 13:20 | brzn

99. bajarê ku di 24'ê avrêlê de hê sar e. bawerke wê îsal havîn neyê.



24.04.2019 23:47 | brusk56

100. ew çend mehe livirim
zivistan puç derbas bu, dizirim :(
daye hingî te go me berîya te kirî
te me mecbur kir starbaksa diyarbekirî



07.05.2019 00:43 | hun çawane heval:)))))))

101. Bajarê ku niha berf dibare ye. Piştî 6 saetê ez ê jî bigihijim. Jixwe welatê bi berf û sar û seqem kêm nabe ye têm. Ji ber vê berf ji bo min pir watedar nayê di rastî hêvîya min ji tavê hebû. Rasterast meheke em taveke xweş nabînin



17.01.2020 13:05 | kajav

103. bajarê ku aniha herkesê ku lê dijî li ser whatsapp'ê rewşa xwe kiriye wêneyên berfê *



13.02.2020 00:19 | brusk56

104. pel film ê videoyek û kurtegotinek xweşik li ser wê bajarê çêkiriye.




23.04.2020 14:22 | cinorek

105. Bajarê ku piştî Baraneka xweşik bayek hênik Lê tê ye. Rojekî jî be me havîn xwe ji bîr kir. Sebra min ji havîna Amedê nayê. Berê ev qas germahî tune bû!



07.08.2021 19:48 | kajav

106. Bajarê ku bi xêr û xweşî, tevn û teşî bûme şêniyek wê. Bi kêf û coşek mezin hatim û bi lez û bez xanî û cih eyar kir ji xwe re. Kirêtî û zehmetbûna pîşeyê xwe jî ezê têxim berdêla vê bajarê. Hêvî zêde zêde têr bike* tabî deng û axaftinên kurdî gorî welatê ez jê hatim pir kêm tê bihîstin. Bi rastî jî gotina "zimanê kurdî zimanê xizan û gundî ya ye" meriv pir hîs dike. Dîsa jî xweş dide hîskirin. Gorî wesiyeta min êdî dê termê min jî li vê bajarê were veşartin. Lê nizam dibe ku wextek din bi term û kelaxê xwe bêyî ku li dû xwe binêrim birevim jî ji vir. Û mîna her dûmahîka çîrok û axaftinan, ya xêr ya xêr!



19.09.2022 21:52 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» amed tiyatro

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî