18. Bajarê kurdan ê herî mezin û moderne ku bi qandî bi serhildanên xwe meshûre, ewqasî jî bi cilêtciyên xwe, dizên xwe, pêxwasên xwe, tolazên xwe yên ku li Ofîsê bê serî digerin bi nav û denge. |
|
07.10.2013 21:19 |
dîno
|
19. AMED!! |
|
23.10.2013 18:04 |
mem alan
|
20. wextê ez 14 salî cara yekemîn çûyî amedê min dît ku li her deverê ji dêla kurdî bi ''tirkî''yek tewş dipeyîvin. ji matmayîbûnê ez lal bûm.xwîn rijîyê ser mejî yê min. ez rakirim nexweşxanê lê ez xilas nebûm. ez çûm diyarê rehmetÊ.xatirê wê. |
|
04.11.2013 20:57 |
diljan
|
21. bê guman xweşiktirîn bajarê Kurdistanê ye gava mariv jê dûr dikeve weka kevokek ku baskê wê/î bişkê nikare aram be pirrî caran difikirim çima ez evqas pirr hez dikim? lê wateyek nikarim bidim an jî sedem nediyar e. pirr efsûnî ye hezkirin bê sedem dibe |
|
10.12.2013 17:20 |
ferhenga şikestî
|
22. bajarê ge min pir birîya wî kırîye.. |
|
16.12.2013 16:20 |
gokerr
|
23. bajarê ku ev sê roj in tûka mirov nakeve erdê, çimkî ji ber sir û seqemê hêj di nîvê rê de diqerise.. |
|
16.12.2013 16:28 ~2017.01.27 02:52 |
endazer
|
24. paytexta kurdistan û dilê min e.... |
|
08.03.2014 02:00 |
ferhenga şikestî
|
25. bajarê ku ji ber roja jinan îro, ji jinan re otobûs belaş e . |
|
08.03.2014 12:04 |
brusk56
|
26. niha berfekÎ dijwar dibareye. berf li hilbijartinÊra zorÎ derdixe. |
|
30.03.2014 10:28 |
hun çawane heval:)))))))
|
27. her çi qas paytexta dilê min jî be, çendîn yekem cihê ku dengvedena dilê min ê sêwî jî be hezar mixabin ku Ev bajar her ku diçe dixirife êdî mariv ji ber ciwanên amedê yên bêxîret, lêçan, lewçe û bê'edeb naxwaze ku derkeve derve û bigere. Ez fêm nakim kêngî û çima devê wan ewqas qirêj û genî bûye? Min di tu bajaran de nedît ku ciwanên wan ewqas devqirêj bin. Tu dinêrî ku tu heb heval li ba hev dimeşin, bi dengekî bilind û gemarî dijmînê diya hevudu didin û dikenin, barebar dikeve li ser wan, tu dibêjî qey hemû kolanên amedê ji bo kêfa xwe rezerve kirine. Qet fedî jî nakin nabêjin eyb e jin, keç û zarok hene.. ger ku li kêleka te jin hebe ihtîmal heye ku tu bibî kujer jî! ev bajerê xweşik ji tahm derketiye mixabin... |
|
19.04.2014 02:14 |
ferhenga şikestî
|
28. (bnr: geremol.net) |
|
09.05.2014 00:04 |
êvare
|
29. Bajarê ku çend roj berê ji bo dîlan û dawetekî lê bûm. Nêzika deh rojî mam lê me bi hev nekir, rojek baran rojek germ, rojek tofan rojek nem... Ev li alîkî û geremol û xizmetkirina dawetê li alîkî û çayçêkirin û çayçêkirin... Yeqîn bikin ku di nava çend rojan de gurî bûm. Dawetên kurdan xweşin lê dawet ku ne daweta mirov be xweş e wekî din himaltî ye. |
|
05.06.2014 23:35 |
ceso
|
30. Bajarê ku kêm sala wek sala îsal baran lê bariye ye... bi qasê tê bîra min ti caran heta vî demê salê baran lê nedibariya.. Lê maşelleh îsal baran xweş hat.. |
|
05.06.2014 23:55 |
nan û av
|
31. bajarê ku di van salên dawî de, tibabekî razan* standiye. belkî hinek jî xêra pêvajoya çareseriyê li amedê gelek proje û razanên mezin despê kirin. |
|
20.06.2014 16:16 |
brusk56
|
32. bajarek xweş e lê derdê gelê wê nayê kişandin. yanê li min biborin lê gelê amedê gelek serhişk e. herdem amade ye şer bike pevçûn bike. |
|
25.10.2014 00:26 |
brusk56
|
33. (bnr: di zimanê dotrakiyan de spasî tune ye!) |
|
25.10.2014 00:58 |
berxweda
|
34. (bnr: cihê egîd û şêrane,lê lê amed amed amedêê) |
|
25.10.2014 02:11 |
vêca çiyeeee
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |