Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 47 peyam
amed - tirşik
amed
(23) (2) (2)
di mijarê de bigere

35. xweştirîn û geştirîn û pêşdetirîn û romantîktirîn û efsûnîtirîn a bajarê kurdistanê ku van rojan dil dike ku xwe ji min sar bike, bi qewlê tirkên bêhnpêketî 'yemezler' hej te dikim û taliya talî ez ê bêveger û bêveqetîn vegerim li ser rê û peyarê û kolan û kuçe û bircên te yên têr-xweşik û tahm-stran

ev cara çendemîn e ku bi lêv dikim, û ji bilêvkirinê têr nabim û cardî bi lêv dikim ku bajarê herî rengîn ê kurdistanê ye, bi mizgef û dêrên xwe yên dîrokî, bi kuçeyên xwe yên kevin û tenik, bi malên xwe yên berê yên romantîk, bi bircên xwe yên mezin û dîrokî û biheybet û muazzam, bê şik û bê guman, sê telaq û bê fetva xweştirîn mekana kurdistanê ye



03.01.2015 21:42 | ferhenga şikestî

36. bajarê ko piştî çiqas sala şûnde kû ez çûmê min hinek derdorê wê de cavdêrî peyde kiriye;



yek jê, mirovên kû lê dijîn ji xwezayîya xwe tiştek wenda nekirine. eva başe jî, xerabe jî. başbûn a wê, mirovekî biyanî kare kû weke li mala xwe be bifikire. çinkû mirovên amed'ê jidilin, samîmîne.



xerabbûn a wê jî, mirovên gundî jiyana gundîtîyê barkirine bajêr. tu li gund tif bikî erdê, yan jî tu ne paqij bî, tu sola xwe ji lingê xwe derxî u pal bidî, yan jî tu gû bikî* kes nabejê te ev çiye. lê li bajarekî weke amed'ê mezin u simbol tu van tişta bikî nabe. ez bi halê kurdatîyê karibim van rexna bikim, mêrikê tirk kare çi bibêje tu bi fikire.



07.05.2015 14:22 | parêzerê nîvçe

37. Bajarê du roj din berê min lê ye. Xana hesen paşa û cîgera amedê. Beden û paytexta kurdistanê. Piştî oya eronatî, bajarê 10/11 wekilên kurdan rêkirî meclîsa qirêj a tirkiyê.



12.06.2015 22:01 | azadixwaz

38. bajarê hê jî pakij nebûye û xuyaye ewê hê pakij nebejî ji kuştina



12.06.2015 22:42 | shorbevan

39. paytaxta ku bi encamên 07.06.2015 hilbijartinên giştî li tirkiyeê nîşan daye ku dilê kurdistanê ye. hdp nêzikî %80 deng stand û ji 11 wekîlan 10an bi dest xist.

loma van rojan gelek provakasyon û kuştin lê çêdibin.



13.06.2015 14:07 | simurg56

40. Bajarê pîroz. Ez duh bi balafirê hatimê. Wexta min baholê stend saet bû deh û nîv. Bavê min got ez ê werim li pêşiya te(bi erebeyê), min got na ne hewce ye ez ê werim (lewre nexweş e). Min got ez ê bi otibosê werim. Wî got temam. Ez ji balafirgehê derketim taksîcîyekî got tu yê herî ku derê min got heta rawestgehê got were. Ez ketim taksiyê min heta rawestgehê bir.(ez bawer im got qey wê ez bixapînim, lê nexapiyam) ji ber ku tenê otibosa a7ê dihere nêzîkî mala me, diviya ez heta riya dadigere jorî cezaevî bimeşiyama. Ez meşiyam û meşiyam rê nediqediya weke ku ez di riyeke 5 kîlometreyî de bim. Axirê qediya ez gihîştim rawestgeha xwe. Otibos hat min lê nihêrt cih ji bo min nemaye tê de tew cih ji bo baholê hîç tune bû. Lê siwar nebûm li benda dolmîşa yenîhalê mam. Min got ez ê ji yenî halê heta malê bimeşim. Îjar li benda dolmîşê mam. Weke ku hûn jî dizanin bi şev nivîsên li ser kartona dolmîşa ji ber ronahiya li ber kartonê vêdixin nayên dîtin. Heta dolmîş tê 10 metreyan nêzîkî meriv dûvre meriv dibîne. Yek hat heta min xwend, fersend çênebû ku min destê xwe rakira. Heta ya duyan dîsan sekinîm û li wê siwar bûm. Li ceylanlarê daketim û heta malê meşiyam.

welhasilî kelam ez evana elimîm:

1. Divê meriv qehremaniya neke û nebêje ez ê bikarim werim.

2. Divê meriv baweriya xwe li otibosên amedê neyine.

3. Heke ku bi meriv re bar hebe û di bêrîka meriv de hinek pere hebe, bi qasî perê xwe gerek meriv li rehetiya xwe binere.



Werin amedê lê weke min kertiya nekin!!



30.06.2015 02:50 | mergehez

41. (bnr: )dizker



01.07.2015 01:25 | ronahî

42. Nizanim siûdxerabî ye an tiştekî din e lê navê amediyan derketiye bi diziyê. Rast e dizên wê têra xwe hene lê diz ne tenê li amedê ne li her derê hene. Şaredarî an jî hêzên din divê operasyoneke berfireh bike li hember ev kesên ku amedê li ber çavên xelkê reş dikin.

Çiqasî pêkan e ev? Tiştekî pir zehmet e û em nizanin bê operasyon niha tê meşandin an na. Ez bawer im hatiye dest pê kirin..



01.07.2015 01:43 | mergehez

43. Patext e. Bila ên wek mehmet metiner bibin qurbana serê dizên wê. Ji xwe bila wekilên wê yên weke oya eronat guyê wan dizan hemuyan bixwin.



01.07.2015 16:18 | azadixwaz

44. belê pêxwazî ya me amedîya heye lê em na kesê me kirîye vî halî bira şerm bike hinek ji mecburî ji tunebûnê dizî dikin lê hinek jî ji têrî û torî mînak kesên bîna akpê.

lê ez ji wera dibêjim dizîya hev nekin lê ti rehetî nedin tirk û ereba çi bi destê we hat bikin helale heqê weye guneh ji minra.



01.07.2015 17:53 ~17:54 | shorbevan

45. Bajarê ku ez ê di nav 2-3 rojan de biterikînim. Min qet texmîn nedikiri ku ez ê wisa xemgîn bibim. Tabê xemgînî ne tenê ya terikandina amedê ye. Xelasbûna zaningehê, ji hevalan veqetandin wele pir zor e..

Wê cihê amedê her û her cûda be bo min. Ez herim li welatekî din li gerdûnekî din jî bijîm, ez ê rojên xwe yên li vir ji bîr nekim *



03.07.2015 10:59 | brusk56

46. Navê straneke haşîm sîpan e. Hevalekî min ji min gotinên wê xwestin. Di înternetê de tune bû û min got ka ez binivîsim. Him gotinên wê dirêj bûn û him jî gelek cih hene ku min kê fahm nekirin. Ez dizanim hûn tu carî alîkarî nakin lê dîsa jî bipirsim: xêra xwe hûn dikarin kêmasî û şaşiyan rast bikin?



Gotin:

Bêje Amed li ser wan xortên ciwan

Dostê Goyê spî gortin a dildar"

Şopa zinar li ser Gorsêya navdar

Destana dilê Adar û Sînan(x2)

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



Binivîse Amed, li ber bapêlên Ava Mezin ve

Derkeviya ava çemên xwe bide

Bîhna rûpeleke kevin ji Amed

Zindî bike carekê vî canî

Biçe, çermekî pezkoviyan,

di nav daristanên Gorsê de Amed

Û carekî wa mûjangên çavê xwe yê reş "li xwe bilind bike"

keserekî ji dil de tijî bike

Hêdî hêdî li ser vê Besta dildar,

Li vê pelê pênûsê bibe û bîne

Ger nebê Amed biçe biçêviyan li ser dîwarên kela kevnar

Wêneya serxwebûn neqiş neqiş bixemilîne Amed

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



Were Amed gotinên vî şervanî di nav hevokan de binivîse

Mîna lîlava ku di nav elendên çavan de diherike li ser lamo

û li ser pelên dibêxav

Min li nav kefenên spî nealînin, min li nav keskesor de bicivînin

di nav rengê welatê min de bixemilînin

Mîna aşiqê tirîqa heyva kemanê

Bila hevalên min, min li dardestekê bikin û ji kesera vî dilî re,

carekî tenê li derdorê sûrê amedê bigerînin

Bi rûyekî biken li zarokên Amedê binêrin, hêviyên rojê de

Bila bîranînên min li Hêdik û li Apê Mûsa û li Şehîd Remzî,

û li Şehîd Birûsk bînin bêxin baxên gulan

Diyarî ji zarokên Amedê re bişînin, Amed

Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd



Bila ji wan re bêjin êdî ez mêvanê axa xwe ya bedew im

Mêvanê Ayhan im, dilperestê Gorsê

Mêvanê Sînan im, lawikê zêr

Mêvanê Harûn im, dilpakî wek perîrka li ser kulîlkan

Êdî ez mêvanên zarokên Amedê me, ên mîna Zîlan, Şîlan û Dîlan û Mizgîn

Tu her binivîse Amed.

Tu bêje Amed.

Mîna ew çakûçên li ser hesinê sincirî Amed

Tu binivîse Amed.

Tu qîr bike Amed

Tu bêje Amed

Tu qîr bike Amed

Tu bêje Ameeeed..



Amed hey mizgîna roja bilind

Amed hey wêneya nexşa şehîd

Amed... Amed...



02.08.2015 16:30 ~2015.08.23 22:17 | mergehez

47. bajarê ku wê 2 roj paşê min di paxila xwe ya germ de bihewîne, kelecan? Erê! hesret? Erê! şevên dirêj ên amedê? Erê!

yani bi kurtasî hefteyeke têr û tije li hêviya min e

ezê biçim û biçim, berî ku kûç û kevirên amedê ji tîna rojê bihelin, berî ku bayê hênik ê bajêr mestiya xwe wenda bike û berî ku qirixên bajêr terka devoka xwe ya ji germa ziwabûyî bikin.

erê biçim, hê gotin hene ku bi lêv bin, hê qehweya kizwana heye berî ku di fîncana ferfûrî de hişk bibe



06.08.2015 00:57 | ferhenga şikestî

48. bajarê xwedê bêje herê wê sibê siktira min bide min.



06.08.2015 10:58 | shorbevan

49. 4 roj e li vir im, 25 sal temenê min e, mi rojên xerab jî yên baş dîtin, lê min tucar ev bajar wiha xirbe û şikestî nedîtibû. pirr bûye bêdeng, cafe, avm û hemû kolanên bajêr vala ne, herkes ditirse, xof ketiye dilê xelkê tu der zindî nîn e.

gelek pê êşiyam.

mi ji hevalan pirsî bi pirranî li dû teqîna mîtînga hdp'yê ya amedê mijeke tarî li ser bajêr rûniştiye



13.08.2015 00:29 | ferhenga şikestî

50. bajarê ku min 6 salan lê zaningehê xwend. vaye mehek e min zaningeh xelas kir û ez ji amedê veqetiyam. bi rastî min gelek bêriyê kir.

wê cihê vî bajarî herdem cûda be bo min ..



13.08.2015 20:50 | brusk56

51. mîna hemû bajarên mezin yên li tirkiyê, di nav tirsa teqînek mezin de ye.

yanî rewşa wê ya bêdeng, vala û tirsiyayî ne tenê ji bo wê heye. li dîlokê jî mirov ditirsin ku derkevin bazaran û ndsyan. min îro polîsek axaft, got li gorî îsîxbaratan daîş wê li vir teqînek mezin bike, em dizanin û asteng dikin. lê li benda derfetekê ne.



13.08.2015 23:30 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» amed tiyatro

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî