52. ecêb e lo. car cara ez gelekî jê aciz dibim, lê dawiya dawî ji bilî vî bajarî alternatîfeke din nîn e. |
|
01.10.2015 17:05 |
xendekî
|
53. Bajarê ku piştî 2-3 mehan dîsa lê vegeriyam. |
|
06.10.2015 20:54 |
brusk56
|
54. navê ku zora erdogan çûye û îro di weşana xwe ya li ser televîzyonekê de gotiye "jê re dibêjin amed, amed çiye yaw?" . |
|
30.10.2015 23:48 |
brusk56
|
55. xwedê hez bike yê biba navê xwarziyê min. |
|
31.10.2015 01:09 |
nazim tolhildan
|
56. Peytexta Kürdistan, li Bakur dimine. |
|
31.10.2015 13:07 |
hesen roni
|
57. weke ku ez dizanim bajarê ku navê wê ji med'an tê. a med, yanê ya med. |
|
06.11.2015 01:16 |
nazim tolhildan
|
58. min dîsa bêrya vî bajarî kirye.. |
|
07.11.2015 21:26 |
ferhenga şikestî
|
59. bajarê ku îro 2 ciwanên kurd lê hat kuştin. binêrin di tirşikê de, qene sernivîseke jî nehatiye vekirin di derberê de. |
|
03.12.2015 04:30 |
brusk56
|
60. bajarê ku vaye 2 roj e berfek ecêb dibare. hindik caran ev qas berf bariye bawerke. lê bi xwedê dema berf dibare bajar gelek xweşik dibe.(ev rewş bawerke bo hemÛ bajaran derbasdar e) |
|
01.01.2016 15:22 |
brusk56
|
61. bajarê qedîm heke bê-sûr bimîne wê ti wateya wê nemîne, sûriçî nebe çi wateya amedê heye. sûr nebe amed wê bibe diyarbakır! |
|
01.01.2016 16:07 |
xendekî
|
62. Dil buye veke sûran. Zexm... |
|
01.01.2016 22:49 |
atmos21
|
63. Ev bajar beriya aniha gelek zêde dejenere bûbû, gelek zêde kirêt û gemarî bûbû lê tucar mîna van rojan ji eyar de neketibû. Dema dikevî dolmîşekê herkes li ma'neyekê digere ku pêvbiçe, ligel xanimekê dimeşî ji bo ku qeza û belayekî ji destê te dernekeve serê xwe dikî ber xwe, herkes amade ye ku hev û du biêşîne, dema polêsekî dibînin stûyê wan diçe xwarê, şeref û namûs dibe pênç qirûş. Axirî ji ber van xendekan jî di çavê xelkê de jî tu emareya welatparêzî û hessasiyet nemaye... |
|
11.07.2016 22:31 |
ferhenga şikestî
|
64. bajarê strana Ahmet kaya a bi navê diyarbakır türküsü diyarî wê û xwe dikim |
|
11.07.2016 23:05 |
shorbevan
|
65. bajarek ê kurdistanê. |
|
21.07.2016 01:41 |
mijdar
|
66. Dema ku kurdek were amedê dikare di hemî firoşgehan de bi hemî esnafan re bi kurdî biaxife, biştexile, bide û bistîne.. |
|
21.07.2016 09:29 |
ferhenga şikestî
|
67. Bajarê ku mirov ditirse ku bi esnafan re bi Kurdî bipeyive. Gelek caran dialogên bi vî rengî çêdibin: |
|
21.07.2016 12:36 |
mergehez
|
68. Bajarê ku ezê vê heftîya tê bêm û wira xanîyek kîrê bikim lewra êdî herî kêm salek du sal ezê li amedê bijîm. |
|
21.07.2016 12:55 |
azad30
|
69. Li gorî metropolên dî yên tirkiyeyê kirêya xaniyan erzan in, di taxa peyasê buha ne, ji ber ku tev sîte ne û ev qederekî deh salan e ewder populer bûye û zenginên amedê hemî di peyasê de bi cih dibin. Bi taybetî semtên wek diclekent, metropol û dawiya gazilerê ku ber bi rêya 75.an de dikevin kirê buha ne. Li amedê zêde pirsgirêka trafiqê nin e loma ne hewce ye meriv li gorî cihê karê xwe xanî kirê bike. |
|
21.07.2016 14:46 ~14:53 |
ferhenga şikestî
|
70. amed yanî a-med. ev nav ez bawerim jiber ku navê dewlet û împaratiriya medan tîne hişê mirovan meriv dikare bibêje ku navekî îdeolojîk û siyasîye jî. Lewra jiber vî awayê tirk û kurdên tirkçî-îslamcî ger mecbûr bivin ku navê amed bikar bînin naxwazin bînin ziman û navê amîd bikar tînin. tê gotin ku di metnên kevin de amîd hatiye bikar anîn. |
|
22.07.2016 02:18 |
zanko
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |