Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
amed - tirşik
amed
(23) (2) (2)
di mijarê de bigere

71. (bnr: konstantînos kavafîs)



(bnr: bajar)



dîbejî:"ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din

wê he be helbet ji vî çêtir bajarek

li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;

dilê min binax e -weke meytekî-

li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min

xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim

ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim

belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"



tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî

wê li dûv te were ew bajêr tim.

tu wê li heman kuçan bigerî dîsa

li heman taxê kevn bikî salan;

wê li heman malan têkevin

porên te tayê spehî

herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.hêvî neke tiştekî din.



keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun

çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê

tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din



26.07.2016 16:34 ~16:36 | ferhenga şikestî

72. Tê gotin ku bi qasî 20 hezar polês teyînî amedê bûne..

Ev bû hefteyek e ji xwe re xayîneke bo kirê digerim, semt, tax û kolanek jî min nehêlişt lê tek xaniyek jî nîn e. Dikevim kîja emlakê dibêjin ev du hefte ye her roj bi dehan polês tên, herkes xaniyên xwe dane polêsan.

Yanî di vî bajarî de malek jî nemaye ku meriv here serê xwe deyne



04.08.2016 08:32 ~08:34 | ferhenga şikestî

73. Bajarê ku bi rastî jî tê de tu xaniyên bo kirê nemaye. Ez jî vaye heftiyek e xanî digerim lê mixabin fiyetê wan bûye 2 qet dîsa û bi vî halî jî nayê peyda kirin..



04.08.2016 09:41 | brusk56

74. Bajarê ku va ye çend roj in ku kele kela germa havînê lê ketiye. Em pijiyan, em şewitîn. Hahoo ne tu hal e



05.08.2016 23:50 | mergehez

75. Bajarê ku êdî jîyana min lê dibore ye.

Ji doh pêda êdî herî kêm (înşallah) 4 an jî 5 sal ezê li amedê bijîm heya niha ez gelek caran hatibum e amedê lê hemî ji bo gerê an jî bernamayan bun lê ya vê carê ji bo şênîbûnê ye. Xwedîyê xanî, hevalên min yên zaningehê û kesên ku min taze nas kirî xwedê ji wan razî be hemî alîkarî kirin û bi dilekî sax mazuvanî kirin.

Erê herêê kurdîstan xweşe elhamdûllîllah..

Dê ya'b xêr...



19.08.2016 08:53 | azad30

76. tekane bajarê kurdistanê ku dirfê paytextan pê dikeve ye.



07.12.2016 23:04 | şikber

77. (bnr: li amedê cihên gerê)



08.01.2017 13:51 | xendekî

78. zivistana wê wek bihara serhedê ye.
Kuro hun êja vî ra jî dibêjin zivistan? *



15.01.2017 20:07 ~20:31 | bûtîmar

79. biçekî erebesk e lê ew gotina ''hayal kırıklığının başkenti'' (serbajarê dilmanê) ku replÎkeke ji fÎlma vîzontele gelekî li vî bajarî tê. pêşiya niha deh salan min stembol û gelek derfetên xweş dan aliyekî û bi dilek germ û bi hêviyên mezin berê xwe da vî bajarî, hêj heftiyek di ser re nebihurî ji biryara xwe poşman bûm lê min kir û nekir nekarî berstûk û piştstûka xwe jê xilas kim.
dawiya dawîn jê xilas dibim.
bi xatirê te diyarbekir, xwe hafîz!
zanim wê te hay ji min nebe û ji xwe re nekî xem lê ez ê bêriya te bikim ;)



27.01.2017 04:04 | endazer

80. encamên hilbijartinan li amedê
herêmî 2009
dtp %65
akp %32
giştî 2011
serbixwe %62
akp %32
herêmî 2014
bdp %55
akp %35
serokkomarî 2014
demirtaş %64
erdoğan %33
giştî 2015 (haziran)
hdp %78
akp %15
giştî 2015 (kasım)
hdp %71
akp %22
referandûm 2017
na %68
erê %32



24.03.2018 01:24 | mindal

81. Bajarekî Kurdistanê ye ku ber bi Meletîbûnê ve diçe. Li kolanên vî bajarî xelaya Kurdî ye. Lê kurd her xwe pê serbilind dihesibînin. Ka ji bilî siyasetê çi têkiliya bajêr bi kurdbûnê re maye. Werhasil bi ya min piştî deh salên din êdî ewê bibe weke Entabê ango Meletiyê. Axir bes bi Amedê masturbasyona kurdbûnê bikin heyran.



24.03.2018 02:22 | hejîro

82. Yaw billahî derûniya mirov li Amedê dibe kavil. Mirov wek mîrteyeke beredayî xwe hîs dike çiqas tije ewqas vala çiqas qels ewqas bi kul...



24.03.2018 18:16 | roberz

83. zimanê kurdî li vir ber mirinê ye, meriv 10 sal şûnde jê re dikare bêje kamed

A Med
Ka Med?



24.03.2018 22:10 | mîr

84. ji dûr ve şêrîn şekir û şerbet e.
ji nîzik va jî şêrîn Şekir û şerbet e.

her û her şêrîn şekir û şerbet e.



01.05.2018 02:30 | bûtîmar

85. Evîn, jiyan, agîd... Ser dilê min. Amed... Bajarê kurdan. Carna berxwedan. Carna azadî. Ez nikarım re dibêjim. Ma ez çawa bêjim. Eşqu zozanê. Bajarê me. Bajarê kurdan. Paytexta kurdistanê.



31.07.2018 21:17 | gokhansapmaz

86. Bajarê Kurdên ku êdî bi tirkîyek wek ezerîyan dipeyvin û dibêjin em kurdin e.Lê dîsa ew bajarar e ku partîyÊn kurda her tim yekemin derketine ye.



05.04.2019 13:20 | brzn

87. bajarê ku di 24'ê avrêlê de hê sar e. bawerke wê îsal havîn neyê.



24.04.2019 23:47 | brusk56

88. ew çend mehe livirim
zivistan puç derbas bu, dizirim :(
daye hingî te go me berîya te kirî
te me mecbur kir starbaksa diyarbekirî



07.05.2019 00:43 | hun çawane heval:)))))))

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» amed xweş e lê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî