1. ''heyranê'' wan kesan* im ku di bin sûretên xwe de nivîsên xwe bi kurdî, ingîlîzî û tirkî dinivîsin (heçî nizanibe wê bêje qey xwedîye şirketeke enternasyonel in ku şev û roj îthalat û îhracatê dikin). |
|
18.05.2019 14:35 ~14:36 |
yusiv hemed
|
2. Mirov çend zimanan zanibe, di jiyana xwe de çend zimanan bi kar bîne helbet dê di înstagramê de jî bi wan zimanan binivîse. Wek yusiv hemed nafikirim. Ev daxwaza xwe îfadekirinê ye, belkî mirov dixwazin xwe bi sê zimanan îfade bikin di medyaya civakî de, belkî hem dixwazin bi kurdî hem bi tirkî binivîsin, belkî nivîsa dixwazin di bin wêneyên xwe de binivîsin bi çend zimanan tê bîra wan û biryar nadin bi kîjan binivîsin ji ber wê bi hemûçkan dinivîsin. An jî belkî carna dixwazin artîstî bikin * yanî carna absurd e, mirov dibêje ma kaka, xwehê tu çima wek fîgureke navnetewî bî bi çend zimanî dinivîsî? Lê axir mirov divê fehm bike ku ew mirov di civakê de wan zimanan bi kar tînin an jî ya herî girîng hişê wan bi wan zimanan dixebite. Ji ber wê tiştek gelek mirovî ye * |
|
18.05.2019 15:12 |
roza
|
3. Ji bo qewimandina qabiliyata xwe yê wergêrê metodek baş e. |
|
18.05.2019 15:30 |
cinorek
|
4. gundîtî ye. |
|
18.05.2019 18:01 |
brusk56
|
5. ez jî hine caran wisa dikim. |
|
18.05.2019 22:31 |
bûtîmar
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |