Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
kom müzik - tirşik
kom müzik
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. vevo'ya muzika kurdi.
wexti ez zarbum min li ser qaseta hema isa logoya kommuzik didit. stranen xwes li vi kompanye dertin.



15.06.2019 18:12 | tomcruise

2. xwediyê mafê telîfên gelek stran(bêj)an e.
aram tigran, eyşe şan, mihemed şêxo û çend û çend.
Stranên van li ser platformên dîjîtal ên mûzîkê diweşînin lê gelek stran nînin.

Bo nimune Şêrîn tu cîrana min î û şêrînê nû gihayê * neweşandine.
kanala "tengezar" a youtube'ê çend stranên din hene Here lînkê

edît: ez şaş im, strana şêrînê nû gihayê, di elboma gulizar bi navê şêrîne heye.

;feature=share .



31.07.2020 10:24 ~2020.08.21 16:45 | mihemedcan

3. li gorî hin twîtên mem ararat bêmafiyek mezin lê kirine ku bi qasî min ji twîtên wî fêhm kir: kom müzikê tu mesref li albûmên wî nekirin, her tişt ji kîsî mem ararat çûye û di ser halan de kom müzikê mafên albûmên wî (kurdîka û qulîng ewr û baran) bi saya peymannameyê heta hetayê bi dest xistine, û dibêjin mem ararat doz li me vekiriye....

twîtên mem ararat:
Here lînkê
Here lînkê

twîta abdullah keskin:
Here lînkê



19.03.2021 09:41 ~09:47 | merwano

4. Gelek telîfên stranên Kurdî di destê vê şîrketê de ne. Îro gelek stranbêj li ser platformên dijitalê muzîka xwe belav dikin û têra xwe pere qezenç dikin. Yên ku îro telîfê stranên xwe difroşin haya wan ji wan tiştan heye. Lê berê ne wisa bû. Bawer dikim gelek stranbêj vê çaxê hema ji bo parastina stranên xwe bi rehetî û bê pere peymanên wilo îmze kirine. Heqê telîfê dane wan şîrketan. Îro bi guhertina teknolojiyê ev peymanên bêqîmet serê wan hunermendan diêşîne. Nikarin stranên xwe li ser tora civakî parve bikin. Wek youtubê. Tabî nikarin pere jî qezenç bikin.

Ev peymanên bêqîmet şîrketa Kom Muzîkê mafdar nahêle. Berevajî ez wan kedxwar û Diz dibînim. kerem gerdenzerîmem ararat jî behsa vê kedxwariyê kiribû. Solîstê agirê jiyan alî geçîmlî jî bersivek wilo dabû min. Ew jî ji ber wan peymanan neçar e. Nikare stranên xwe li ser kanala xwe parve bike. Heyf û guneh e.



26.07.2021 19:23 ~19:28 | kajav

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma zimanê kurdî

Kategoriyên mijarê:: muzik muzik muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî