Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
"ez bi kurdekî re nabim dergistî" - tirşik
"ez bi kurdekî re nabim dergistî"
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe kuşt. Mêrik ewlekar bûye li balafirgehê û xwe ji qata jor avêtiye xwarê. Beriya ku xwe bikuje li înstagramê wêneyê xwe yê bi girî parve kiriye û gotiye ji ber ku ez kurd im gelek neheqî li min hatiye kirin, hêvî dikim bi vê kirina min dawî li van neheqiyan were. Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlioğlu jî li ser Twitterê da zanîn ku Îbrahîm daxwaza têkiliyekê li keçikek tirk kiriye lê keçikê jê re gotiye "ez bi kurdekî re nabim dergistî." Ji ber wî mêrik xwe kuştiye.

Sedema întîxara vî ciwanî nîjadperestiya sîstematîk a dewleta tirk û gelê tirk e! Jinên spî naxwazin bi mêrên reşik re têkiliyek bijîn. Lê ji aliyek din jî ev çi hişmendî ye ji bo Xwedê? yanî jinek tirk ji mêrek kurd re bêje na û mêrik here xwe bikuje, ev çi îş e? Bila hemû mêrên kurd li ser xwe bifikirin û xwe ji vê psîkolojîya bindestiyê rizgar bikin. Ez nizanim ev çi rezaletî ye mêrên kurd bi hestên bindestiyê hema li pey keçikên tirk dikevin û xwe rezîl dikin. Birastî jî pir aciz dibim.



18.06.2019 22:00 | roza

2. gotineka beredayî ye.

wekî din, dunik (") di sernavên tirşikê da xuya nabin, mixabin. li şûna wan, tişteka wisa derdibe: "

xwezî yeknik (') bibûya. an jî moderator xêra xwe destê xwe yê efsûnî lê bikira.



19.06.2019 02:23 | mirovekirind

3. çavkanî; Here lînkê,

bûyerek trajedîk e. pirsa "çima xwe dikuje ji bo jinek bêrûmet û nijadperest?" pirsek ne hêja ye. em nikarin derûniya wî camêrê bizanin. çawa hezkiriye çiqas hezkiriye ku jê re bûye sedemek xwe-kustinê.



19.06.2019 11:59 | xelîl

4. (bnr: heyf).



19.06.2019 20:22 | cinorek

5. çend salan berê birayê min bi keçikek tirkê devera ege re zewicî.
hetanê roja dahatê malbata keçikê nizanibû em kurmanc in.
zen dikirine xarpêtiyan hemû tirk in.
erê çend caran hatibûne mala me jî lê nehesibûn. jiber ku li mala me kurmancÎ pir kêm te axaftÎn.
sÛpriz werg çêbÛ;
dahat bÛ. millet hemÛ bi stranên xarpêtê yên tirkî govend çêkiribÛn.
xaltiyeka min pir xweş govendê digire.
got 'de haydê hebekê jî bi kilomên me bilizinê'
yekÎ kiloma malan barkir lêxist.
paşê bi kilomên grup seyran dewam kirin.
min vê demê bi kêfxweşiyê çehreya xisîmên me seyr dikir.
lê meseleyek çênekirin.
ew gotina klasÎk gotin;
hiç kürtlere benzemiyorsunuz.



21.06.2019 07:01 ~07:02 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» "ezîz"bûna navên hemû zavayan
» kurdekî bakurî bi sedan pêşmerge ji mirinê xilas kirin

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî