Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan - tirşik
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hema bêje hatiye asta nîjadperestîyê. mirovên zaningeh xilas kirine û yên heb nexwendine tev ruhê wan ji sûriyeyiyan diçe. bawer im wê pirsgirêkên mezin derkevin holê di siberojê de.



25.06.2019 16:26 | xelîl

2. nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret dikin, ew bixwe jî nizanin çima nefret dikin. tu dipirsî ka çi li te kirine? ne tişt. tu jê dipirsî te hevaltî bi yekî ji wan re kiriye? na. tu dibêjî tiştek hatiye serê te? dibêjin na. dipirsî, kesên nas derdora te de hene ku tiştek hatibe serê wan? dibêjin na. yanî ev nefret ne ji tecrubeyên şexsî pêk tê. bê naskirin, bê zanîn, hema ji dûr ve.

tiştek di vî karî de heye. hela bise. ev nefret bi min pir ecêb tê, wekî ku diyardeyeke efsûnî be tenê bi hin kesan ve peyda dibe, ne bi her kesî ve. mesela ev nefret bi min peyda nebûye û nabe, ne ji bo sûrîyeyiyan û ne jî ji bo efxanan. jixwe ev hîs û bertekên êrîşkar ku yên dizanin dizanin nefreteke nedîtî ye û birastî mirov pê diheyire hinda kurdan an tune ye an jî pir hindik e. tu meyze dikî hinda demokratan (rastî demokrat) jî tune ye an jî pir hindik e, û hinda lîberalan jî hema wisa.

vê diyardeyê wek semptoma nexweşiyekî dibînim ku ev nexweşî bi her kesî re tune ye. ez ê ji we re têxim qalibekî, kesên bi vê nexweşiyê ketine hema hema bi tevahî ji nav nijadperest, mirovnehez û kulturnehezan derdikevin. navê vê nexweşiyê, bi min wisa tê ku "kemalist" e, "atatirkparêz" e an jî "tirk" e. (bnr: tirkên sterîl)

bi gotineke din, kesên nexweş ew kes in ku hatine xapandin, ji rastiya dîrokê, dinyayê û ji rastiya welatê xwe dûr mezin bûne. haya wan ji însanên ku di derdora wan de dijîn tune ye.

"atatirkparêzî" navê nexweşiyê ye. ev nefret jî semptomeke wê ye. kesên bi vê nexweşiyê wêran in, mîna di nav xeyalekê de bijîn, emir kirine û çûne. bi kurtî û kurmancî, ew kesên bi vê nexweşiyê ketine, li ser meseleya penaberî yek bi yek bi ser avê dikevin, xwe didin der.



Îro 01:21 | mirovekirind

3. Ew nefret di wan salên dawî de gihiştiye asteke bilind. Ên ku penaberan nas dikin jî dikarin xwedî nefret bin ên ku qet nasnekiribin jî dikarin xwedi nefeet bin. Ew nefreta ku li tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe xwe dispêre hin mijaran;

1) ew kes dibêjin ji ber penaberan em ji aliyê aborî ve zehmetiyan dikişînin ger bi milyonan penaber ji nişka ve werin derkirin him ê welatiyên bêkar,bêşixul bikevine dewsa wan him jî pereye ku dewlet bo alikariyê bide wan xerc dike ê ji me re bimîne.

2) ger penaber bên derkirin êdî jin ê li tirkiyeyê rihet û azad bibin. Tacîz, destdirêjiya cinsî, tundî ew ê zêde kêm bibin. Bi rihetî ê dikaribin derkevin, bigerin û bikenin.

3) ji aliyê çandê we em ji hev cuda ne. Tu caran penaber entegreyî me nabin û ew ê tim pirsgirêkan derxin holê.





Îro 12:41 ~12:46 | çaya germ

4. nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî:
hêsanî.

hêsanî bi hêz e. yên ku aqil û serpêhatiyên wan têra dîtina rastiyan nakin, ji xwe re sedemek tenêka dibînin û bes: êdî hertişt dikarin werin ravekirin. di elmanyayê kevn de jî wisa çêbibû. hîtler xelkê dabû bawerkirin ku çavkaniya tevî pirsgirêkan tenêka cihûyan in. xelk jî bi rehetî qebûl kiribû, ji ber ku hêsan e. ger ku tu bawer bikî ku sedemek tenê serê hemû xirabiyan dikşîne, vê gavê pêwistiya fikirîna parametreyên din namîne. aborî, dîrok, sosyolojî, psîkolojî an jî rastiyên din, hemû vala derdikevin. hêsanî ji ber vê yekê cazib tê mirovan.

em dikarin vê rewşê li tirkiyeya îroyê bibînin. gelek kesên ji gel bawer kiriye ku hemû xirabî ji penaberan derdikevin. aborî pir xirab e, dibêjin ji ber ku penaberan e. lê ew ne rast e. penaber herî kêm bi têra zikê xwe re dixebitin. kesên ku xebat dikin, belkî qencî çênekin jî, nikarin aborî xirabkin. dibêjin ew tacizkar in. lê tê dîtin ku tirk li gundan, li bajaran û bi taybetî jî li medyaya civakî, gelek xirabtir in. şîroveyên ku ji binê twîta keçika bedew û hdpyî hatibûn dayîn, dilê(zik) mirov li hev dixin. dawiya dawî yên ku naxwazin vê pûçbûn û genîbûnê bi exlakî û zehmeta hişê rave bikin, penaberan kirine bizina ginehan.

helbet divê xelkek li welatekî din nebe penaber. helbet dikarin probleman derxînin. lê vê helwest jî begûman rezîl e. ravekirina wiha sefsetayî, nihêrînekî wiha pûç, îdrakekî wiha kêm, exlakekî wiha genî; ne karê mirovan e!



Îro 13:54 ~13:54 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan
» tirkan şoray
» penaberên afgan

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî