Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
1000kitap.com - tirşik
1000kitap.com
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malpereke beramberî goodreads.comê ye. li gor tecrubeyên min keç û kurên kurdîxwan û kurdînûs tê de zehf in û ji bo partnerekî/e sapyoseksuel biqefêlin, xwe spartine vê malperê.



30.07.2019 01:04 ~2019.08.05 15:09 | tizbîkêş

2. malpera ku haja min jê tune bû. min çav lê gerand. nivîskar û pirtûkên kurdî pirr in li vir û hatine xwendin jî.

Here lînkê



30.07.2019 11:18 | xelîl

3. platforma xwendevanên tirkî ye ku xelk ji pirtûkan hevok parve dikin, pirtûk rexne û şîrove dikin. Malper rêjeya xwendevanên tirkî (kesên bi tirkî dixwênin) diyar dike ku piranî tenê roman, ew jî romanên populer dixwênin. Ji salek zêdetire hesaba min heye ez îj hin caran çend hevokan (quote) parve dikim.
Malperek kurdî bi vê konseptê pêwîste.



22.02.2020 13:37 | hespêsor

4. Gelek xwendavên kurd jî vê sepanê bikartînin. Îro rastî şîroveyek hatim digot em kurd çima ji xwe re sepanek wilo çênakin?
ez wê xapandim * min got jixwe tirsik.net heye, bawer kir û qeyda xwe jî çêkir. Henek bû * min kesî nexapandîye mirov dikare li vir jî ji bo pirtûk û nivîskara şîrove û rexneyên xwe binivîse, kela dilê xwe rihet bike.



06.04.2020 15:13 | kajav

5. tiştên ku di vê malperê de tên kirin li tirşikê jî heman tişt çê dibin. dikarî pirtûk û agahiyên derheqê wê pirtûkê de ne barê beşa pirtûkan a tirşikê bikî û şîrove û analîzên xwe binivîsî û pûana xwe ya ji bo pirtûkê bidî.



06.04.2020 16:15 ~16:15 | xelîl

6. Demekê min jî di wir da jêgirtinên bi kurdî parve dikir, bi ya min him li vir him jî li wir bê parvekirin dê baştir be, bi her awayî hewcedarî heye.



06.04.2020 22:44 | xwebixwe

7. Kajavê birêz te ez xweş xapandim*
Henek aliyekî haya min ji tirşikê hebû, min go belkî meseleya ku di 1000kitap.com ê de vekir, li vir vekim, kesek pisporê/a vî karî peyde bikim.



06.04.2020 23:09 | pirtûkbihûşt

8. Meselaya 1000kitap.comê ji bo yên vir jî parve bikim;
Li malpera 1k yê de min parvekirinek parve kir ku ji komek lînkên sîteyên cûrbicûr ji bo Pdf yên Kurdî bûn. Piştî 10-12 saetan min dît ku parvekirin holê de nîne, yekî spam kiriye û daxwaza spamê jî 1k qebûl kiriye. Heta ku me gilî ji wan nekir ji bo rakirina spamê, parvekirinê nedivegerandin. Loma min jî meseleyek wilo anî zimên ku sepaneke weke wê, hetta jê peşketîtir em Kurd çêbikin.



06.04.2020 23:19 | pirtûkbihûşt

9. Li wir bi rastî jî gelek Kurdên xwenas henin û ji bo wê parvekirina min jî gelek piştgirî dan min. Piştî vê piştgiriya Kurdan parvekirina min dîsa li min vegerandin, spamê ser de rakirin. Lê digel ku ez gelek acizkirim. Ji wê sepanê gelek sar bûme êdî. Heya ku ji kerba wan îro jêderekek jî parve nekir



06.04.2020 23:28 | pirtûkbihûşt

10. Lê xwezî ev malpera tirşikê jî sepana xwe çêkirbana, li ser înternetê malpereke wilo delal, ji aliyê bikaranîn ve zêde ne kêrhatî dibe.



06.04.2020 23:31 | pirtûkbihûşt

11. dikim nakim nikarim têgihêjim, mirov çima kitêbxaneya xwe îfşa dike, bê ka çima? eger ji bo nasîn û muhebetê be, bila ji bîr nekin em di qirnê çarem de nehatine dinê. em dikarin bi her awayî jiyanekê online çêkin ji xwe re lê bi kitêban armanç û mekan û amûr hevdu nagirin.



24.06.2020 22:05 | ezcan

12. Ez jî endamekî wî malperê me..
Ez ji bo qeydkirina pirtûkên min xwendiye bikar tînim..lewra gava dem derbas dibe meriv jibîr dike kîja pirtûk xwendiye kîja nexwendiye



25.06.2020 00:06 | xeletnivîs

13. Malpera ku min armanca wê xelet fêm kiribû. Bi rastî hêj jî min baş fêm nekiriye. Çend sal berê ez li vê malperê rast hatim, min digo qey mirov kare pirtûkan weke pdf ji vê malperê daxîne. Ji bo wê ez bûm endam. Lê ez li nava wê geriyam û geriyam min cihê pirtûk-daxistinê nedît. Hew çend rêzik jêgirtiyên pirtûka hatibûn parvekirin. Û hama wer min jî dev jê berda û me tiştek ji hev safî nekir. Hesabê min jî nizanim çibû jê, ma nema qet hayê min jê tune. Lê ez anha wer texmîn dikim ku ev malper ji bo danasîna pirtûkan e, û rêzikên xweş an yê bo xwendevana girîng lê parve dikin.



25.06.2020 01:09 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» 1000kitap.com

Kategoriyên mijarê:: pirtuk malper pirtuk malper pirtuk malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî