Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
die schwalbe - tirşik

Mîra wekî keçeke Swîsreyî, di rêberiya Kurdê almanî-axêf Ramo de diçe başûrê Kurdistanê. Daxwaza wê ew e ku şopa bavê xwe yî Kurd bibîne. Lewma jî ew di sînorên welatê parçekirî de diçe û dide li pey ...
(2 şîrove)
die schwalbe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Senaryo li dora keçika Swîsreyî xweş hatiye hunandin. Ji ber ku çêker dixwaze rewş û têkiliyên fermî û rojane bidê nîşan, gelek li ser bûyeran nasekine û bilez derbas dibe. Bi xêra vê lezborînê, babetên ku di fîlm de tên behskirin, bê ku temaşevanan aciz bike, bi rehetî digihîje wan û derfetek dide çêker ku bikare gelek ji meseleyên ji hev cuda behs bike.
Ji ber ku fîlm li Kurdistanê hatiye kişandin, cih û war bi hêsanî gelek baş hatiye sazkirin û fîlm bi rehetî temaşevan dikişîne nav xwe.
Carna senaryo ne bi rêk û pêk e, vê yekê wek temaşevanêkî gava ez li ber fîlm min hinek aciz kir

Ramo pêşî dibêje ez li Duhokê kar digerim, piştî wextekê gelek kurt dibêje ez peşmerge me lê mîna napirse ka kîjan raste an jî çima derewan dikî. Piştî qewlek dirêj mîna nû diqîre te carek wilo gut carek wilo...
Peşmerge rê li mîna û Ramo digire, çek li erebê de tê girtin, serî de Ramo nabêje ez peşmerge me piştî barek lêdan dixwe nû dibêje ez peşmerge me.!

Ji xeynî her du lîstikvanên sereke, tu kes ji yên mayî ne lîstikvanekê profesyonele bawerke. Ewqas nebaş dilîstin ku mirov jê aciz dibû. Pêşiya her kesî bavê mîna. Fîlm li ser lêgerîna mîna ya bavê xwe hatiye kişandin, mirov hêvî dike ku hevdîtin û diyaloga wan gelek serkeftî be û heta dîmenên herî balkêş ya fîlm jê derkeve. Lê berevajî wê çêbû.
Dîsa diya Ramo mirov digot qey bi zorê ew anîne wir kirine di nav fîlm de û gotine bilîze.



05.08.2019 14:33 ~14:36 | nestêle

2. mandî nebin hevalno wê kengî ef filme bihête wergêrandin ?



10.09.2019 03:47 | doski

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» diego maradona
» schwalbe maraton

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî