Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 47 peyam
pismam.com - tirşik
pismam.com
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Malpera înterkatîf ya ferhengî ye ku nû vebûye. bi kurdî û tirkî ye. Bi nîyeta bîra kurdan li ser înternetê û mijarên li ser kurdan hatî avakirin. Ya bi xêr.
Here lînkê



11.08.2019 14:09 ~16:23 | serbes

2. a yekem: navê malperê bixwe pirsgirêk e.

a duyem: di pirbûnê de bereket heye lêbelê di vê dewra dijîtal de kurd di cihekî kom bibin wê hêza wan bêtir derkeve holê.

a seyem: nikarin bibin alternatîfa ekşîyê an jî tirşikê. qedera wan jî wê notila bijwen sözlük û ferhengamed.com bibe, heyf.



11.08.2019 14:24 ~14:24 | ezcan

3. Malpereke navê wê kurdî lê naveroka wê tirkî ye. Min çav lê gerand lê peyam anjî mijarek kurdî nedit.

Lînka ku serbes daye çewt e.


Lînka rast: Here lînkê



11.08.2019 15:05 | xelîl

4. Malpera ku nû hatiye vekirin. 24 endamên wê hene û heta niha 21 mijar hatiye vekirin û 33 peyam hatiye nivîsandin.



11.08.2019 15:07 | xelîl

5. malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye.

malperên wisa dilê kurdên bişavtî rihet dike, bi tirkî behsa çanda kurdî dikin û serê heftîyê carekî jî dibêjin şêrîn û xweş e zimanê kurdî bi vî awayî malper dibe nîv(!) kurdî nîv tirkî.
jixwe behsa îhtîmala serkeftina wê nakim.



11.08.2019 16:37 | simurg56

6. malpereke ku ez nû pê dihisim e.
Navê malperê = baş e.
zimanê malperê = tirkî ye.
Kirasê malperê = baş e.
Naverok = error
Pêşeroja wî = ku tenê kurdî bûya dibe ku bibûya lê ji bo ku wek simurg56 jî gotiye , şorbe ye û nabe.Kurd ji tirsik.net 'ê ne qaîl in wê çawa ji te qaîl bibin.



11.04.2020 02:39 ~02:40 | brzn

7. Malpera ku tê de peyama dawîn 4 meh ewil hatiye nivîsandin.

(bnr: heyf)



11.04.2020 02:45 | xelîl

8. malperek çiqas xweş e dizayna wê pir baş xuya dike.

(bnr: no i am not jealous of it)



11.04.2020 05:16 | de facto hozan

9. dîzayn û navrûyeke baş û profesyonel kêfa min jê re hat lê baş e ku hatiye girtin ya yekê ji ber ku bi du zimanî ye û ya duyê jî ji ber ku tirşik heye!



12.04.2020 00:03 | endazer

10. tew nû dihesim. navrûya wê heqet xweş e, dil hebû ya tirsikê jî tisştek wiha baya, lê bi vî halî jî em pê qeîl in. her wiha, carekî sîmurg gotibû em navrûya zimanê tirsik jî bikin tirkî. wê demê bawer im zazakî nû hatibû tevlîkirin. tirs ketibû dilê min ku heke tiştek wiha bêkirin dê tirşik bibe şorbeya mîna pismam... heke kiribaya dê bibaya mîna pismam...



12.04.2020 00:09 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» pismam.com

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî