Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
çêkirina erebeyan û tirkiye - tirşik
çêkirina erebeyan û tirkiye
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. derdê xelkê tirkiyê ye. ji bo sîyasetmedaran jî mijarek gelekî kêrhatî ye. dikarin her roj bêjin em ê vê carê bi rastî erebeyek çêkin û dîsa vî gelî bidin bawerkirin.
rebenê gelê tirk jî ji ber vê rewşê fedî dike û her roj yek ji wan hewl dide bi deretên xwe û wê nezanîna xwe erebeyek çêke li şaneşîna xwe, li odeya razanê û carinan li tuvaleta xwe. ê tabî çênabe.
dema nûçeyek wisa derdikev, zûzûka du cûre şîrove derdikevin pêş:
1- ev çi kerîtî ye. ma wisa dibe. gelo kes tune bû ku ehmeqîya wî/wê jê re bêje.
2- hûn çima lê dikenin? ev jî gavek e. wê hêdî hêdî çêbe.

bi ya min tekane îmkana vê yekê heye: dema piştî 50 salan fîlan prînterên 3d bi pêş ketin û berbilav bûn, her tirk wê êdî bikare ji înternetê plana erebeyê daxe û di prîntera xwe de bide nivîsandin/çêkirin.



18.09.2019 17:35 | simurg56

2. dîsa ketiye rojeva tirkiyê.

dibêjin wê heftîya bê, danasîna wê were kirin. eger zamek baş li meaşê asgarî jî were kirin, bizanin ku hilbijartina pêşwext di rojevê de ye.



21.12.2019 08:53 | simurg56

3. Heta niha, hemû vir bû. Îda vê carê ez bawerim wê rast be.
Lê min ne bawer e ku di piyaseyê de bi pêş bikeve.
Hingî vir kirine, îda mîna yalanci çoban, hew tu kes ji wan bawer jî nakê.



21.12.2019 12:21 | gumgumok

4. Hirç û govend



21.12.2019 17:37 ~17:37 | rizgarm

5. weke danasînek ji bo akp'ê, beriya hilbijartinê, ji bo zirt avêtinê dikarin vê carê biqedînin.
lê wê dîsa jî encam fiyasko be bi min.



21.12.2019 20:23 | brusk56

6. li tirkiyê ji xwe hema bêje hemû parçeyên pêdivî ji bo otomobîlekî tên çêkirin. lê çêkirina erebeyekî tenê ne bes e, pêwist e bikaribî wê erebeya te çêkiriye ji bilî bazara hundir bifiroşî bazara ji derve, yanî hinarde jî bikî. sektora otomotîvê sektoreke zêde kompleks e, erebeyek ji nêzikÎ 30.000 perçeyan pêk tê, û tu nikarî bêjî hemû perçeyên erebê ez ê bi xwe li welatê xwe çêkim, dkarî çêkî lê wê demê mesrefa erebê wê li ser te pir buha bisekine û tu yê nekarî bi erebeyên din ên reqîb re reqabetê bikî. kîjan perçe li kû erzantir be tu yê ji wir bistînî. dîsa reqîbên te ji ber ku gelekî beriya te dest bi vî karî kirine û bipêşde çûne, çi qas dewlet li pişta te jî be reqabeta bi wan re zehmet e.
ji ber van çend egerên li jor û gelek egerên din erebeya tirk wê di serî de gelek zehmetiyan bibîne, gelek kes wê tiranê xwe pê bikin lê di nav deh salan de wê cihê xwe di nav bazarê de xurt bike.

û îroniyek mezin e ku kurdek bindest bê û ji tirkan re bêje hirç Û govend!
erê tirk gelek kêmasiyên wan hene lê di her warî de herî kêm 50 salan ji kurdan pêşdetir in.



21.12.2019 23:17 | ma min çi ji kê kiriye?

7. li vir videoyek gelek xweşik heye. heta niha hezar caran nÛçeya erebeya netewî kirine.

https://twitter.com/MstSelanik/status/1208687293596389377



22.12.2019 15:29 | brusk56

8. amedekarîyên hilbijartina her wekî dîtîna
gaza sirûştî



22.12.2019 16:16 | azad30

9. afirandin an çêkirin an jî hilberandina her cure erebeyan ne tiştekî zehmet e, li dinyayê bi sedan marqayên erebeyan hene, lê hûn navê çend heban dizanin? yan jî li van erdan çend marqa hene?
wek li jor jî hatiye gotin di erebeyekê de ji deh hezar heta sî hezar parçeyên cuda hene. lazim e tu wan hilberînî dûre arge bikî dûrê erebeyek hilberînî ku di bazarê de karibe li ser piyanî bisekine. yan na koka wê zirar e.

aniha alman, japon, îtalyan, fransiz... hwd bi sed salan zêdetir in ku erebeyan hildiberînin, lê ev dewlet hatiye dibêje emê erebeyek çêkin.. ka aqil?
îroj li tirkiyê doktorek naçe fiat nastîne, dihere vw, bmw, audî distîne, mamosteyek dihere toyota, ford, opel distîne çima? ger perê te têrê bike tu fiat nastînî lê li tirkiyê herî zêde fiat tê firotin, çimkî tevî nebaşbûna wê gelek erzan e li gorî marqayên dî. divê tu erebeyek wisa baş çêbikî ku hem ji fiatê baştir be hem jî hindek jê erzantir be, ger ji fîatê baştir nebe jî divê pirr zêde erzan be an na tu li tirkiyê jî nikarî bifroşî. dev ji awropa û asyayê berde.

hemî marqayên erebeyên êdî dikin ku derbasî elektrîk an hybrîdê bibin lê ev baqilên me hê nû erebeyên bi benzîn an mazot wê çêkin! tew mala minê!



23.12.2019 00:04 ~00:06 | ferhenga şikestî

10. Dîsa dest bi fortekiyan kirine. Lê ev tişt bi niha ne pêkan e.



23.12.2019 00:21 | darînê daryo

11. Çima na! Îro tam wextê çêkirina erebeyên ceyranê ye. Li gorî demên berê çekirina erebeyan zehf hêsantir e.. heke qalîte û servîs jî baş be ev îş temam e.
Çima tu kes bawer nake *



28.12.2019 15:55 | gumgumok

12. Tişta ku dê ti caran neqewime ji ber ku bingeha teknolojîyê û bazarê li tirkîyê tune ye. Kapasîteya sanayî ya tirkîyê tenê kêrê parçeyên ereban têtin ji bo motor û tiştên girîng ên din têrê nake.



28.12.2019 19:22 | xelîl

13. ez biwar nakim ku erebeya tikiye xu cike. evan hemu zirte tirkane.

zedetir, erebeyen ceyrani industike gelek ewrawiye. kes nizane ye ca bibe ca cebe. ew ceyran ye ca cebe ye li ku were?
ji bo van tisten ku min nivisi, we ev pere ku tirkiye razand ji bo erebeyen ceyrane ez qumar dibinim.



28.12.2019 22:41 | tomcruise

14. (bnr: hybrid kinetic k550)

Here lînkê



28.12.2019 22:58 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çêkirina sepanên androîdê
» tirkiye

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî