Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bi stranekê behsa bajarê xwe bike
peyamên çepikkirî

112486.



MİN NAVÊ XWE KOLA Lİ BİRCÊN DİYARBEKİR
gava ku stêrk
li esmana stûxwar,
gava ku ney û blûr û tembûr
û dehol û zirna sar bûn.
û cobar
ne dixuşin di nivînên xwe de seraser
sosin û beybûn û rihan
ne d’bişkifin di bûtikê de.
tariyên giran
tûj û kûr
bi zûrezûr û bi orîneke jakaw
bê fikare, bê paxav dihelişî dikumişî li ser welatê min.
bi giyanek pola
min navê xwe kola
min navê xwe kola li bircên diyarbekir.
wek bebelisk
wek moraz
wek bagarek gurr
min eniya têkoşînê
min di eniyek de şer kir li hember xwînxwara
bi dilawerî
bi bîrûbawerî
min têkoşîn û berberî kir
û min navê xwe kola li bircên diyarbekir.
ez welatparêz im,
ez mirovperwer im,
ez li ber bircên diyarbekra rengîn
şêx seîdê kal,
bijîşk fuad im
ez bavê tûjo me lo!…
şoreşger im.
min navê xwe kola li bircên diyarbekir
dema şefaq da di sîpan de dema ku lêvên esmên
di singa sîpan de sor dikir bi beşerûkî.
ez di deriyê niştîmanî de ketim hundir
min deriyê neteweyî bi zerzenga xemiland
û li ber deriyê serxwebûnî şer kir.
bêweç ma bû baxçeyê
deriyê felatî min tê de şaxên serbestiyê çikand
tovê xawêndariyê werkir.
min navê xwe kola li bircên diyarbekir.
ez şêx seîdê kal,
bijîşk fuad im pêşmergekî bê nav û bê nîşan û qevdekî ji pincara welat im.
ez duh şehîd bûm îro, nûhat im.



08.06.2013 14:50 | simurg56