Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
bi stranekê behsa bajarê xwe bike - tirşik
bi stranekê behsa bajarê xwe bike
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Diyarbekır mala min
Tê de digirî gula min
Roja tu ji min dur ketî
Qîrîn ketîye canê min"



01.10.2019 16:30 | cinorek

2. "Mem'êm tê ji Dîyarbekir
Jahro dilo Memo
Mem'êm tê ji Dîyarbekir
Wî anî barek şekir
Jahro dilo Memo
Wî anî barek şekir"


serastkirin: "jaro dilo memo ye, ne jahro dilo memo" bilbilê dilkul ferman kir. hoy hoy memo/111994



01.10.2019 18:12 ~2019.10.02 19:17 | mirovekirind

3. "bi de bi sori soriyam; o urfaya heqqet nîye paşa gelmîş yaw?" * (beytocan ft. serhado)




05.10.2019 08:18 ~08:18 | simurg56

4. hîvron - bablîsok (dicemidim dîsa) : (bnr: agirî) : )



05.10.2019 22:22 | bûtîmar

5.



MİN NAVÊ XWE KOLA Lİ BİRCÊN DİYARBEKİR
gava ku stêrk
li esmana stûxwar,
gava ku ney û blûr û tembûr
û dehol û zirna sar bûn.
û cobar
ne dixuşin di nivînên xwe de seraser
sosin û beybûn û rihan
ne d’bişkifin di bûtikê de.
tariyên giran
tûj û kûr
bi zûrezûr û bi orîneke jakaw
bê fikare, bê paxav dihelişî dikumişî li ser welatê min.
bi giyanek pola
min navê xwe kola
min navê xwe kola li bircên diyarbekir.
wek bebelisk
wek moraz
wek bagarek gurr
min eniya têkoşînê
min di eniyek de şer kir li hember xwînxwara
bi dilawerî
bi bîrûbawerî
min têkoşîn û berberî kir
û min navê xwe kola li bircên diyarbekir.
ez welatparêz im,
ez mirovperwer im,
ez li ber bircên diyarbekra rengîn
şêx seîdê kal,
bijîşk fuad im
ez bavê tûjo me lo!…
şoreşger im.
min navê xwe kola li bircên diyarbekir
dema şefaq da di sîpan de dema ku lêvên esmên
di singa sîpan de sor dikir bi beşerûkî.
ez di deriyê niştîmanî de ketim hundir
min deriyê neteweyî bi zerzenga xemiland
û li ber deriyê serxwebûnî şer kir.
bêweç ma bû baxçeyê
deriyê felatî min tê de şaxên serbestiyê çikand
tovê xawêndariyê werkir.
min navê xwe kola li bircên diyarbekir.
ez şêx seîdê kal,
bijîşk fuad im pêşmergekî bê nav û bê nîşan û qevdekî ji pincara welat im.
ez duh şehîd bûm îro, nûhat im.



24.11.2019 22:31 | ferhenga şikestî

6. Min qers'ê dikan vekir, xezalê yellî can
Min qers'ê dikan vekir, delalê ez heyran
Bazara şara te kir, xezalê yelli can
Bazara şara te kir, delalê ez heyran
Xwe kil kir mori nekir, xezalê yelli can
Xwe kil kir mori nekir, delalê ez heyran



14.12.2019 00:54 | golikvan

7. "Bera êdî Şirnex bêje xwezî bi Dêrsim gelîyê zîlan xwezî bi Helebçe..."
Dîyalog
Ciwan Haco piştî komkujîya 92yê ya li Şirnex hatî kirin derxistîbû



14.12.2019 15:01 | lîfikê firaxê

8. Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê
Tasek ava sipî vexwar ji dil û can

~xaçirek- mem ararat



08.06.2021 13:25 ~13:26 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» behsa rêwingiya ji amedê ta bexdayê dike
» bajarên nebînbar
» xwelîdank
» bike malpera destpêkê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî