Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    39 mijar û 60 peyam
    di xewnên şevan de - tirşik
    di xewnên şevan de

    Navê mijarê ya ewil ev bû:do xewnên şevan de
    (1) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Helbesta Cegerxwîn e ku ji aliyê yunus dişkaya ve wek stran hatiye gotin.










    Stranek xweş çêkiriye ji helbestê.

    Gotinên stranê:
    Di nêv xewnên şevan dilber dibênim
    Li dêman ayeta rindî dixwênim

    Ji tovê miskê biskê, dane da min
    Ji bo ko ez di nêv dil da biçênim

    Dema rabim ji xew sermest û gêj im
    Perîşan û nexweş, bêweş dimênim

    Dixwazim ko bi diyarî bidme yarê
    Nizanim, bi kê re ez bişênim

    Çi bêjim, pîr û kal û şermesar im
    Di vê rê de divê perdê hilênim

    Bere her kes bi min qerfa bikî bes
    Li cem dilber tenê şêrîn bimênim

    Xwedêkî qet mebêje kale Seyda
    Ciwan im, dilşiyar im, ten bi tên im

    Serî çendan spî bûye, belê ez
    Wekî gundek mezin ava û şên im

    Eger dilber ji dil destan bidî min
    Ezê eywanê jê re nû vejênim

    Eger şêrîn, lebê şêrin bidî min
    Wekî Xesro cihanê rahejênim

    Delala min di nav destên neyara
    Dixwazim wê bi zorê rakişênim

    Mebên Seyda Cegerxwîn bûye kale
    Dive nemrim heta dilber bibênim



    2019.10.11-19:43 [guhertin:2019.10.17 17:05]| simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bombala [1]
    min bi xwe fêdî kir ku heta dawî temaşe bikim. Ez bawer im ez ê heta d...
    qoser [1]
    Havînan Bihuşta toz û tebarê,zivistanan bihuşta herî û çiravê......
    gboard [1]
    Di vê mijarê de sepana herî serkeftî li gor min swiftkey e. Ji bo iosê...
    13.12.2019 îlana partîya ahmet davutoglu [1]
    li kurdistanê tu şanseke partiya davutogluyî tune ye çimkî li kurdist...
    o ses turkiye [1]
    ez ê bêjim pêşbirka mûzîkê ye lê na, ji wê zêdetir pêşbirka dengê ye. ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xewnên tirkan
    » şêvandina keşkan

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî