1. stranbêj û dawetgerek e kurd ê meşhûr e.. ji kû ye nizanim lê bi qasê ku min guhdarî stranên wî kiriye dikarim bêjim ku zar û ziman û qirik û gewriya wî bi ser ya mêrdîniyan ve diçe.. wextekî ji bo diyarbakırsporê stranek çêkiribû.. herwiha ji bo sibe canê jî stranek çêkiriye.. lê strana wî ya herî navdar ayselê ye.. 'aysel dihat xewna min.. rengê wê li ber çavên min.. ayselê wayê wayê..' |
|
14.09.2013 14:42 |
endazer
|
2. stranbêjek xwudêjêstandî û topaxwudêlibedenaketî.. di vê vîdeoya xwe ya jêr de xwe hetikandiye, û gÛ xistiye di nav kariyera xwe ya ku bi salan bi stranên dawetên kurdan çêkiribû.. nizanim ne behsa alaya tirk bikim ne baxlemeya ku doxîn lê sist kiriye û namûsa wê hingaftiye.. |
|
23.12.2013 20:38 |
endazer
|
3. libîdaya birêz bidin trafoyê kurdistanê tu kes bê ceryan nabîne. |
|
23.04.2014 21:16 |
tivirloismail
|
4. santrala nuklerê ya emîn erbanî,jibo kurdistanê pîroz be |
|
11.11.2014 21:16 |
tivirloismail
|
5. (bnr: zalim aynûr) |
|
03.03.2020 20:00 |
hespêsor
|
6. Cara sifte (ewil) di bernameya “32. Gün”e de nûçeyek di derbara wî de wekî“ tarkan a başûrarojhilat” derketîbû. Heta we çaxê navê wî hê neketîbû pîyase ye. Di wê bernameye de hingê gotibû ku wayn (weha) di hişê min de maye “ger tarkan a tirkan heye emîn arbanî ya kurdan heye!” |
|
05.03.2020 00:55 |
çomo
|
7. Stranbêjekî jêhatî ye û ji Qoserê ya Mêrdînê ye. Doh bû mêvanê bernameya suhbeta hewşê. Bernameke gelekî xweş bû, min xwest hûn jî temaşe bikin. Ha ji we re vîdyo. |
|
15.05.2020 12:49 |
master kurd
|
8. Kesê ku nizanim çima, wexta zarok bûm min digot qey kesekî oldar e û îlahîyan filan dibêje. Dibe ku ji ber navê wî be, yan jî wê demê erbane ji bo îlahî û qesîdeyên olî hatibe bikaranîn (wê demê min wiha dîtibe) îmajek wisa di serê min de çêbûbe. |
|
15.05.2020 13:25 |
xabûrî
|
9. sitranbêjekê dawetan e. Dİ bernameya rudawê ya suhbeta hewşê de pêşkêşvan jê re pirsî; tu çima wisa her tim diavêjî ser diyarbekiriyan. wî jî got ez ji wan hez dikim, ew jî ji min hezdikin. Paşî bîranînek xwe anî ziman: |
|
15.05.2020 13:45 |
de facto hozan
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |