Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
olana bajêr - tirşik
olana bajêr
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. albûma stranên bijarte ne ku ji aliyê kovara ziryabê hatine dîyarkirin. di hejmara yekemîn ya kovarê de pêşbirkek hatiye lidarxistin. armanc ew e ku ji nav stranên namzet de 3 heb werin bijartin û ji wan re albûmên single werin çêkirin. lê ji ber zêdebûna stranên xweşik, nekarîne 3 heban hilbijêrin û wan jî ji 11 stranên baştirîn, vê albûmê çêkirine û weşandine.
şertên şandina stranan jî ev bûye:
- divê stran bi kurdî be.
- divê strabêj berî niha albûm dernexistibe
- divê gotin û mûzk aîdî hunermed bixwe be.
ev yek gelekî baş bûye. ji ber ku êdî jê kerixîm ku li coverên heman stranan guhdar bikim.

albûm gelekî serkeftî ye. heqê lijneya ziryabê bûye ku nekarîne ji nav wan tenê 3 heban hilbijêrin.
stranên di albûmê de:
1- bi kîjan meqamî (teşqele)
2- alûde (nickwan qaderî) (bi soranî ye)
3- êsîr (serdar alaz)
4- payîz (erdal med)
5- xelîn (ferît sevîm)
6- sar (harun ruzgar)
7- balada şivanekî (vedat taniş)
8- sewê bêhewni (nadia visser)
9- xwazgînî (rizgar akan)
10- rojbûna te pîroz be (omer ayhan)
11- şev (aziz arslan)
karên aranjeyê û hwd. piranî ji aliyê selîm gokçe û harun elkî ve hatine çêkirin. ses media jî ji albûmê re bûye sponsor.
albûm li ser youtube, spotify fîlan peyda dibe: Here lînkê

hingî mirov guhdar dike û bala xwe didê, zêdetir ji s
tranan hez dike û dielîme. lê heta niha min ji stranên bi kîjan meqamî, xelîn, balada şivanekî û rojbûna te pîroz be gelekî hez kir. bi taybetî jî xelîn. ji ber ku tem bi devoka welatê min hatiye gotin. jixwe stranbêjê wê ferît sevîm jî şirnexî ye. stran weke senteza payîzok û bluesê.




yek ji stranbêjan jî tirşikvanê me yê bi navê azîzko ye. yanî aziz arslan, yanî xwedîyê qenala youtubê ya bi navê qeydbend. strana wî jî xweş e. çava bi guhê mirov dikeve, jixwe mirov dizane dengê wî ye, şêweya wî bixwe ye.
qenala wî: https://www.youtube.com/channel/UCsCY-YaJY_L9d1YHbG_h7_w



26.10.2019 08:10 ~08:12 | simurg56

2. Albuma muzîka nuh a kurdî nîşanî me kiriye.

Min herî zêde "bi kîjan meqamî" û "balada şivanekî" eciband.

Tiştê bala min kişand jî "xelîn" bû faworîya hemû botîyan *



07.11.2019 22:25 | berxweda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» olana bajêr
» bajêrwatches

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî