Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    37 mijar û 55 peyam
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de - tirşik
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de
    (5) (1) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov here mekan an jî cîheke nû, google ji mirovî dipirse ka di derbarê wî cihî de fikra te çi ye. ez jî piranî vala nahêlim û şîroveyên xwe yên çi erênî çi neyînî, dinivîsim. hema bêje her dem jî şîroveyên xwe bi kurdî dinivîsim. ji bo xwaringehan, cihên dîrokî, dikanan û hwd. şîroveyên bi kurdî dinivîsim.

    eger herim bajarên tirkan jî, teqez vê yekê dikim. weke mînak dema çûm gera karadenizê, min şîrove ji bo gelek cih û warên van bajaran bi kurdî nivîsandin.
    êdî hêdî hêdî google haya min pê çêdike ku hinekan like (çeppik) dane şîroveyên min û ez pir pê kêfxweş dibim.
    ez herî zêde ji bo googlê şîrove dinivîsim lê her wiha li ku derê derfetê bibînim, li wir jî dinivîsim.

    ez dibêjim ji bo ku zimanê kurdî di jiyana rojane de bêtir bê hîskirin û li kurd û tirkan bêtir bête fêhmkirin ku kurd jî dinivîsin û dixwînin, ev yek rîyeke gelekî baş e. ji ber ku dema mirov di platformên sosyal de dinivîse, tenê şopînerên we dixwînin û tirk û kurdên tirkîaxêv rastî zimanê kurdî ya nivîskî nayên. lê cihên wek google maps cihên hevpar in, herkes neçar in ku bixwînin. mirov dikare li wir tilîya xwe ya şehdê, têxê di çavê faşîstan re.



    2019.11.14-21:32 [guhertin:2019.11.14 21:46]| simurg56

    2. di youtubeê de heman tişt dikim. bêyî îstîsna, heke li ser kombersa xwe bim û ji vîdyoyê hez bikim hema kin an dirêj şîroveyan dinivîsînim. heman tişt min di appstore-ên ubuntuyê û deepinê jî kiribû.



    2019.11.14-21:46 | biruya hayao miyazaki

    3. Ji bo bikaranîna Kurdî, ez jî gellek caran şîroveyê xwe bi Kurdî didim. Le mixabin guman dikim ku gellek kes naxwînin. Ji ber ku miroven Kurdi dizanin ne gellekin.



    2019.11.14-22:07 [guhertin:2019.11.14 22:08]| tekoser

    4. tevgera ez jî tê de me. jixwe şîroveyan niha ji bo xwe dinivîsim lê dema şîroveyên kurdî dibînim gelekî kêfxweş dibim. kêmasî ew e ku şîroveyên min jî weke peyamên min ên tirşikê kin in.

    divê ev tevger mezin bibe û googlê êdi zimanê me nas bike û qîmet bidê



    2019.11.14-23:31 | berxweda

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tara mamedova [1]
    ji vê selahedîn demîrtaş mirovekê herî baş/114786 entrya godfatherê tirşikê simurg56 tê fêmkirin tara mame...
    bijêrvan [3]
    tu xêr hatî ey tirşikvan
    netirse, binûse her deman
    çavên...
    jiyan [1]
    tiştekî ecêb e. bi çend sal e, bi qasî emrê min, ez tê da me, wekî ku ...
    samsung galaxy a70 [1]
    modela telefona min e. min îsal ji malpera trendyolê bi 2800 tlyî kirî...
    ji bo kurmanciya meletî, semsûr, xarpêt û mereşê navek nû [1]
    Bi rastî navê wê devokê kurmanciya rojava ye. Lê Gava em dibê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nivisandina ê,î,û
    » şîroveyên di bin nûçeyên rûdawê de
    » kurdiya artificial intelligence
    » malperên e-pirtûkan
    » wek yekîneyeka pîvanê cixareyek
    » google maps

    Kategoriyên mijarê:: ziman teknoloji ziman teknoloji ziman teknoloji kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî