Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
xiaomi mi 9t - tirşik
xiaomi mi 9t
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. modelek ji rêza mi ya xiaomiyê ye. min berî nêzikî 3 heftîyan kirî. ji aliyê bûha/performansê ve gelekî baş e.
taybetîyên wê yên ku derdikevin pêş ew in ku kameraya pop up dihewîne. ev yek jî dihêle ku mirov %100ê ekranê bi kar bîne. ne ji bo kamerayê ne jî ji bo hoparlor, mîkrofon û hwd. li ser ekranê tu qunc an jî kêlek nehatine veqetadin. dîmenek gelekî xweş derdikeve bi vî awayî. ji aliyê din ve bataryaya wê 4000 mah e. bi saya vê yekê û teknolojîyên paşperdeyê, şarja telefonê gelek dirêj didome. ez bixwe nikarim di nava rojekê de biqedînim. (lîstik fîlan nalîzim).
di telefonê de 3 kamerayên li paş hene. yek ji wan 48 mp e. yek jê bi x2 optîk zoom e û ya din jî kameraya bi dîtina fireh. di nav van de herî zêde ji ya fireh hez dikim, bi saya wê mirov dikare ji nêzik ve jî dîmenek fireh bi dest bixe. weke mînak di odeyeke biçûk de dikare fotoya temamê odê bikişîne. kameraya pêş ji nav telefonê bi saya motorekî derdikeve derve û têra xwe baş e. moda portreyê jixwe heye.
telefon dikare rûyê we an jî dewsa tiliya we nas bike. amûra xwendina dewsa tilîyan di binê ekranê de veşartî ye. bi vî awayî hem bikaranîna wê hêsan e him jî xuyanîyek xweş derdixe holê.

hinek taybetîyên din: dikare 2 simkart bi hev re bixebitîne, giranîya wê 191 gr e û dema mirov digire destê xwe, ji giranîyê hebkî aciz dibe, alê paş ya telefonê bi malzemeyek wek camê hatiye çêkirin û pir delal xuya dike, cihê kabloya şarjê USB type C ye yanî ew şarjên ku di telefonên androîd yên nû de standart e û rast û vajîya wê tune, ram 6 gb e, ekrana wê 2340 x 1080 pîksel e, kirara wê Qualcomm Snapdragon 730 e, dikare 3840 x 2160 pîksel vîdyo bikişîne, moda kişandina hêdî ya vîdyoyan jî heye.

li tirkiyê bûhayê wê vê gavê nêzikî 2750 fîlan e. gelek kes bi rîyên qeçax jî tînin û wê demê bi 1800-2000 tlyan fîlan tê firotin.



16.11.2019 13:33 ~13:42 | simurg56

2. telefona ku bi rêya kaçax aniha bi 1900-2000 tl'yan tê peyda kirin.
li got bûhayê xwe gelek gelek baş e.
2 heb cihê sim-kartê heye. 4 meh yekî, 4 meh jî a din, mirov dikare 8 mehan bê qeyd û imei bikarbîne. paşê jî hûn dikarin imei bidin avêtin.



02.12.2019 20:31 | brusk56

3. telefona ku ev heftîyek bû dema di înternetê de digerîyam, carinan kameraya popup hema jixweber vedibû û dihat girtin. sedema wê nizanim lê min wisa çareser kir: di eyarên ewlekarîyê de, di menûya destûran de min mafê bikaranîna kamerayê ji firefoxê stand û problem çareser bû.



14.12.2019 14:00 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» xiaomi mi band

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî