Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qelewbûna mirovan - tirşik
qelewbûna mirovan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştê pêşiyê tê bîra mirovî stendina kîloyên zêde ye.

Tim mirovî weke deboyekê dibînim û dibêjim xwarina wan ji ji xerckirina enerjiya wan zêdetir be mirov kîloyên zêde digire.
Di hin rewşên tenduristî de xerckirina enerjîyê kêm dibe loma wendakirina kîloyên zêde ji wan re zehmet in.

Di rojên dawî de ez jî qelem dinim û bmiya min hindik maye bigihêje 25an. Divê ez jî li ber xwe bidim ku nebim qelewê dora xwe :(



20.11.2019 00:05 | berxweda

2. Li gor hin agahîyan sedema qelewbûna mirovan ji xwarinê bêhtir bêtevgeri ye. Yên ku hejmara BMI(kg/m2) jî 25 zêdetir be ew kes wek qelew tê pênasekirin. Ku ji 30ê zêdetir be ew kes wek obez tê pênasekirin



20.11.2019 20:42 | hesinkar

3. ne pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern be jî problemek mezin e. li welatên pêşketî û dewlemend, her ku diçe rêjeya obezîteyê zêde dike. ev yek him ji bo tendûrîstîya wan ne baş e, him jî ji bo sîstema tendûristîyê jî zerarek mezin e.
êdî xela tune, heçî mirovê bêje ez feqîr im jî, ji zemanên berê gelekî zêdetir kalorî distîne. weke mînak, berê pêşîyên me bi şekirekî, çaydankek çayê vedixwarin lê niha heçîyê bi kar tîne, 1-2 şekir davêje her qedehekî. lê berevajî vê xalê, mirovên niha wek berê xwe nawestînin. heçî xwedî derfet be bi erebeya xwe, heç feqîr jî bi otobusan fîlan diçe deran. ev jî ne sûcê wan e, êdî wext qîmet e û mesafe jî dirêj in.
welhasil êdî mirov zêdetir kalorî distînin û hindik xerc dikin.

obezîte bi tena serê xwe, êdî wek nexweşî tê hesibandin. piştî ku mirovek kîloya zêde stand, îhtîmal û derfeta hareketan jixwe hindiktir dibe û ev jî rê li kîloyên hê zêdetir xweş dike.

çareserî him hêsan him jî zehmet e. divê mirov ji hedê xwe zêdetir nexwin û tim di nav tevgerê de bin. neçin salonên sporê jî, dikarin duçerxe bajon, bibezin, derfet hebe avjenîyê bikin an jî bi tempoyê bimeşin. lê ka xîret?

(bnr: çûna kar bi duçerxeyê)



20.11.2019 22:15 | simurg56

4. hindek dixwazim lawaz bin hindek dixwazin qelew bin. ez yek ji wan kesan im ku dixwazim qelew bim lê dikim nakim nikarim kîloyan bigirim. rojinan bi qasî barê kerekî xwarina dixwim lê dîsa bê feyde ye.
piştî ku ji liseyê teqewît bûm 63 kîlo bûm û heta sala 2016an di eynî kîloyê de gewizîm. taliyê hinekî belkî ji ber kalbûnê bûm 75 kîlo aniha jî tê du sal in 75 kîlo me. ezê dîsa 7 sal li bendê bim ku metobolizmaya min cardî ji hêz bikeve û 12 kîloyeke dî bigirim.



23.11.2019 01:49 | ferhenga şikestî

5. Demek bû ez ji qelewbûm. Li gorî bejna min kîloya min zêde bû. Lê ji ber dert û keserên dawîn min 13 kîlo winda kirin. Bûm ciwanekî zirav û zeîf. *



24.11.2019 01:17 | xelîl

6. Kîlo yê min jî zêde bû. Dramek klasîk bi serê min de hat. Keçikê ji min re got "te xwarî yi û nerî yi, ma ezê çawa li te mêze kim." . Min dev ji xwarinê berda bi taybetî ji nanê tisî dûr ketim û ez bazdam. Carna dewxa min diçû û bi rastî hestek cûda bû ahahaha divê ez li xwe mikûr bêm ev hesta xweşa min jî diçû yanê ne dixewirîm lê nêzî xewirandinê bûm. Mala xwedê ava di 4 mehan de 23 kîlo min da. Pîçekî kîloyê min maye lê keçik carê çû babê min. Başe em ji qelewbûnê filitîn. Êdî karim qala mafê mirovên birçî bikim.



24.11.2019 11:27 | rizgarm

7. tiştek nespehî, ne tendûrist û ne normal e.



24.11.2019 23:15 | brusk56

8. Qelewbûn bela ye. Yek nikarê taze raze. Cih têra yekî nake. Yek dibe weki ketunê dimsê.*))



25.11.2019 00:48 | kurêtirîdeus

9. Yên qelew tim marûzî rexne û pêşniyazên zeîfbûnê dimînin. Û ev yek jî qet ne xweş e bi min.



02.05.2020 00:55 | berijahr

10. Însanên ku li bajaran dijîn û karê xwe bi bedena xwe nakin gere rojê 3 dan nan nexwin lazim nîne, 2 dan xwarin ji wan re bes e.

ji meriv re taştêyekî sivik piştî nîvro heta saeta 6 a şîvekî normal, di nav rojê jî vexwarinan avê û xwarinên mêwe têrê însanên bajarî dike.



28.06.2020 21:56 | mîr

11. Bejna min bawerkem 64 fîlan e, ev 6 sal e kîloya min her di navbera 51 û 54'an de bûye. Gotin eyb e ez di kîloya xwe ya îdeal da me. Ne ku ez qelew nabim, ez xwe hişyar dibim.
*Ez nanê tenê di taştê da dixwim, ew jî gelek kêm.
*Gelekî avê divexwim.
*Hewl didem ku çiqlete, şirînayî, xwarinên bi rûn û xwarinên fabrîkasyon nexwim.
*Sed sala carekê li derve xwarin dixwim, her tiştê li malê hazir dikem.
*Dimeşim, dimeşim şev û roj ez...



29.06.2020 01:57 | buffaloskinners

12. Nexweşiya vê serdema ku em têde ne ye. Sedema wê xwarina gelek zêde ye. Dema mirov bi bedena xwe bixebite, rojê 4 dana jî şîvê buxwe pirsgirêk tune lê dema wek jinê niha ji sibe heya êvarî bê navber bixwin û tu kar û suxrê xwe nekin, heya êvarî bi bihîstoka xwe di înternetê kevin dê kîlo bigrin û bibin wek sarinca.

Îja paşê li rexneyên mêr û merevê xwe rast tên ji bo zeîfbûnê bi tomara pera xerc dikin. Carekî mîda wan fireh bûye îja hew karin bi xwe, ji dêlava ku xwarina xwe kêm bikin îja diçin ba diyetîsyena, holên werzîşe û meşa bişev dikin. Belê werzîş başe lê ne ku zikê bi xwarinê hazir dagrin û ji bo hinek nepixandina xwe daxin herin çend çirka li ser xwe bigerin.

Dermanê wê kêmxwarin e. Ji bo kesên naxebitin û tim di mal de ne, xwarina 3 dan ne pêwîst e. Sibe û êvarî bixwin bese, firavînê jî karin bi çend fêkiya derbas bikin. Lê yên wekî min ji sibe heya nîvê şevê di binê înşaata de dixebitin, rojê 4-5 dana bixwin jî bandor li wan nake û qelew jî nabin. Ne qelewî ne jî qelsî, divê li gor qama xwe xwedî kîlo bin. Ev yek di destê mirov de ye. Lê divê hay ji xwarina xwe hebin.



29.06.2020 20:36 ~20:36 | tîrêj zana 21

13. Ne ez im. Ez roj bi roj zeîf dibim. Mirov di hefteyekê de 2 kîlo kêm dike?



30.06.2020 02:35 | ezxeyic

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qelewbûna mirovan
» mirovan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî