1. tiştê pêşiyê tê bîra mirovî stendina kîloyên zêde ye. |
|
20.11.2019 00:05 |
berxweda
|
2. Li gor hin agahîyan sedema qelewbûna mirovan ji xwarinê bêhtir bêtevgeri ye. Yên ku hejmara BMI(kg/m2) jî 25 zêdetir be ew kes wek qelew tê pênasekirin. Ku ji 30ê zêdetir be ew kes wek obez tê pênasekirin |
|
20.11.2019 20:42 |
hesinkar
|
3. ne pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern be jî problemek mezin e. li welatên pêşketî û dewlemend, her ku diçe rêjeya obezîteyê zêde dike. ev yek him ji bo tendûrîstîya wan ne baş e, him jî ji bo sîstema tendûristîyê jî zerarek mezin e. |
|
20.11.2019 22:15 |
simurg56
|
4. hindek dixwazim lawaz bin hindek dixwazin qelew bin. ez yek ji wan kesan im ku dixwazim qelew bim lê dikim nakim nikarim kîloyan bigirim. rojinan bi qasî barê kerekî xwarina dixwim lê dîsa bê feyde ye. |
|
23.11.2019 01:49 |
ferhenga şikestî
|
5. Demek bû ez ji qelewbûm. Li gorî bejna min kîloya min zêde bû. Lê ji ber dert û keserên dawîn min 13 kîlo winda kirin. Bûm ciwanekî zirav û zeîf. * |
|
24.11.2019 01:17 |
xelîl
|
6. Kîlo yê min jî zêde bû. Dramek klasîk bi serê min de hat. Keçikê ji min re got "te xwarî yi û nerî yi, ma ezê çawa li te mêze kim." . Min dev ji xwarinê berda bi taybetî ji nanê tisî dûr ketim û ez bazdam. Carna dewxa min diçû û bi rastî hestek cûda bû ahahaha divê ez li xwe mikûr bêm ev hesta xweşa min jî diçû yanê ne dixewirîm lê nêzî xewirandinê bûm. Mala xwedê ava di 4 mehan de 23 kîlo min da. Pîçekî kîloyê min maye lê keçik carê çû babê min. Başe em ji qelewbûnê filitîn. Êdî karim qala mafê mirovên birçî bikim. |
|
24.11.2019 11:27 |
rizgarm
|
7. tiştek nespehî, ne tendûrist û ne normal e. |
|
24.11.2019 23:15 |
brusk56
|
8. Qelewbûn bela ye. Yek nikarê taze raze. Cih têra yekî nake. Yek dibe weki ketunê dimsê.*)) |
|
25.11.2019 00:48 |
kurêtirîdeus
|
9. Yên qelew tim marûzî rexne û pêşniyazên zeîfbûnê dimînin. Û ev yek jî qet ne xweş e bi min. |
|
02.05.2020 00:55 |
berijahr
|
10. Însanên ku li bajaran dijîn û karê xwe bi bedena xwe nakin gere rojê 3 dan nan nexwin lazim nîne, 2 dan xwarin ji wan re bes e. |
|
28.06.2020 21:56 |
mîr
|
11. Bejna min bawerkem 64 fîlan e, ev 6 sal e kîloya min her di navbera 51 û 54'an de bûye. Gotin eyb e ez di kîloya xwe ya îdeal da me. Ne ku ez qelew nabim, ez xwe hişyar dibim. |
|
29.06.2020 01:57 |
buffaloskinners
|
12. Nexweşiya vê serdema ku em têde ne ye. Sedema wê xwarina gelek zêde ye. Dema mirov bi bedena xwe bixebite, rojê 4 dana jî şîvê buxwe pirsgirêk tune lê dema wek jinê niha ji sibe heya êvarî bê navber bixwin û tu kar û suxrê xwe nekin, heya êvarî bi bihîstoka xwe di înternetê kevin dê kîlo bigrin û bibin wek sarinca. |
|
29.06.2020 20:36 ~20:36 |
tîrêj zana 21
|
13. Ne ez im. Ez roj bi roj zeîf dibim. Mirov di hefteyekê de 2 kîlo kêm dike? |
|
30.06.2020 02:35 |
ezxeyic
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |