Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    42 mijar û 76 peyam
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve - tirşik
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve
    (7) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. Gelî tirşikvanên bi rûmet li gor agahiya ku nasayê parve kiriye, di sala 2022'yan û şeşê gulanê de, asteroîdeke ger ku bi tu awayî neyê bendkirin dê li rûyê cîhanê bikeve û di encamê de bi mîlyonan kesê jiyanê xwe ji dest bide. Axiriya me hat!
    Ecêb e ku xema kesî nîne. Min hin hevalên xwe yên keç re ev xebera reş parve kir. Lê guh nedan min. Yekî got nexwe divê ez teqez danûstandina kincan bikim, yekî got min hê jî xoşewîstek nedîtîye, yekî jî qala bêdawînebûna deynên xwe yên kredîyê kir. A dawiyê jî got ku qet nebe hê du salê me heye.
    Tu vê sosreta ha binêre!
    Bi rastî qet naxwazim bimirim, hêvîdar im ku ev asteroîda beredayî bi awayekî were bendkirin û em mirovên gunehkar jî, ji xezaba wî xilas bibin



    2019.11.20-01:03 | fatoş xanim

    2. Min ji apê xwe cemşîd re behsa wê mesela kir.
    Apê min cemşîd palikan û kilavan çêdike.
    Got tû tev merax meke. Here mala xwe, bifikire kêfa xwe, ez ê wê hel bikim.
    Min got yaman jibir meke. Got erê, di destê min de kilavek heye. jibo cinarê min heyderê şêxo çêdikim. bila ew baş bibe ez ê mesela te hel bikim.
    Ez bi apê xwe bawerim. Gava wî soz da ew îlla ku dike.
    Lowma hûn tew endîşe mekin apê min ê vê asteroîdê teq bine û em ê jiyana xwe berdevam bikin.



    2019.11.20-08:58 | cinorek

    3. Agahiyeke çewt e. teyit.org destnîşan kiriye tiştekî wusa tune ye. Di nûçeyê de dibêje ku ev asteroîd dê herî zêde 12 milyon 866 hezar 793 kîlometre nêzîkê dinê bibe.
    Here lînkê



    2019.11.20-20:47 [guhertin:2019.11.20 20:49]| hesinkar

    4. nûçeya ku heke rast bûya dê mirov heta deqeya dawîyê jî nebîhista.



    2019.11.20-21:35 | berxweda

    5. bêguman heye lê kes nizane wê kengî li dinyayê bikeve. yanî wê teqez rojekê asteroîdek li dinyayê bikeve lê ji bo van salan îhtîmalek wisa xuya nake.
    hem bêje her sal nasa tiştên wisa dibêje, an jî ji devê wan nûçeyên wisa tên çêkirin lê paşê tê gotin ku asteroîdê rîya xwe guherîye.
    heye ku bi nûçeyên wisa û nûçeyên din yên di derbarê fezayê de ji bo wê yekê ye ku nasa bikare bêtir piştgirîya madî bigire.



    2019.11.20-22:02 | simurg56

    6. De hema bila bikeve. bikeve kû dê bila bikeve.
    Ew asteroîd çi asteroîdek bedew e
    Astero'îda we pîroz be. *



    2019.11.21-00:10 | xwelî li ser

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    netflix [1]
    @golikvan , netflix/116759 Di beşa fîlmên tirşikê de hinek binnivîs hene. Lê...
    netflix [1]
    platforma ku tê de gelek tiştên hêjayê temaşe kirinê heye. mirov dem...
    netflix [1]
    platforma fîlm, rêzefîlm, belgefîlm û hwd e. şîrkeket emrîkî ye. b...
    beravêtin [1]
    Ji bo ajalan bûyîna têjikên mirî. Heke ajalek berî ku bizê têjika wê d...
    triviabot 6.0 êdî bi kurdî ye [1]
    TriviaBot 6.0 pirr kevine û lîstikeke chat irc ( internet relay chat ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve
    » delîryum
    » rûyê yekî jê negirtin

    Kategoriyên mijarê:: zanistifeza zanistifeza zanistifeza
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî