Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve - tirşik
asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gelî tirşikvanên bi rûmet li gor agahiya ku nasayê parve kiriye, di sala 2022'yan û şeşê gulanê de, asteroîdeke ger ku bi tu awayî neyê bendkirin dê li rûyê cîhanê bikeve û di encamê de bi mîlyonan kesê jiyanê xwe ji dest bide. Axiriya me hat!
Ecêb e ku xema kesî nîne. Min hin hevalên xwe yên keç re ev xebera reş parve kir. Lê guh nedan min. Yekî got nexwe divê ez teqez danûstandina kincan bikim, yekî got min hê jî xoşewîstek nedîtîye, yekî jî qala bêdawînebûna deynên xwe yên kredîyê kir. A dawiyê jî got ku qet nebe hê du salê me heye.
Tu vê sosreta ha binêre!
Bi rastî qet naxwazim bimirim, hêvîdar im ku ev asteroîda beredayî bi awayekî were bendkirin û em mirovên gunehkar jî, ji xezaba wî xilas bibin



20.11.2019 01:03 | fatoş xanim

2. Min ji apê xwe cemşîd re behsa wê mesela kir.
Apê min cemşîd palikan û kilavan çêdike.
Got tû tev merax meke. Here mala xwe, bifikire kêfa xwe, ez ê wê hel bikim.
Min got yaman jibir meke. Got erê, di destê min de kilavek heye. jibo cinarê min heyderê şêxo çêdikim. bila ew baş bibe ez ê mesela te hel bikim.
Ez bi apê xwe bawerim. Gava wî soz da ew îlla ku dike.
Lowma hûn tew endîşe mekin apê min ê vê asteroîdê teq bine û em ê jiyana xwe berdevam bikin.



20.11.2019 08:58 | cinorek

3. Agahiyeke çewt e. teyit.org destnîşan kiriye tiştekî wusa tune ye. Di nûçeyê de dibêje ku ev asteroîd dê herî zêde 12 milyon 866 hezar 793 kîlometre nêzîkê dinê bibe.
Here lînkê



20.11.2019 20:47 ~20:49 | hesinkar

4. nûçeya ku heke rast bûya dê mirov heta deqeya dawîyê jî nebîhista.



20.11.2019 21:35 | berxweda

5. bêguman heye lê kes nizane wê kengî li dinyayê bikeve. yanî wê teqez rojekê asteroîdek li dinyayê bikeve lê ji bo van salan îhtîmalek wisa xuya nake.
hem bêje her sal nasa tiştên wisa dibêje, an jî ji devê wan nûçeyên wisa tên çêkirin lê paşê tê gotin ku asteroîdê rîya xwe guherîye.
heye ku bi nûçeyên wisa û nûçeyên din yên di derbarê fezayê de ji bo wê yekê ye ku nasa bikare bêtir piştgirîya madî bigire.



20.11.2019 22:02 | simurg56

6. De hema bila bikeve. bikeve kû dê bila bikeve.
Ew asteroîd çi asteroîdek bedew e
Astero'îda we pîroz be. *



21.11.2019 00:10 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve
» dêz
» rûyê heyvê yê reş

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza zanistifeza zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî