Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
buharvano - tirşik
buharvano
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteke mueyed teyib e. di pirtûka ne ba min siwar dike ne ax min peya dike de helbesta ewil e. gava min xwend lê sar bûm! min cardî cardî cardî dubare sêbare çarbare xwend heya min jiber kir.
di çîroka helbestê de cenabî Mueyed dibêje:
''li sala 1974ê, Kurdistan di gera xwînê de wer bûbû, hêşta rijêma BE'IS digotî ''buhar e'' û xayînêt kurd jî lê vedigera: ''buhar û aştî ye!''




Buharvano, çi buhar e
Ger buhar bît, çi hewar e?
Çi şînî û çi zêmar e?
Binefş û nêrgiz çirmisîn..
Ka buharvan lê nepirsîn?
Perî û zerî ji warî dizîn
Ka buharvan lê nepirsîn
Gerdenêt law
di xilfa sêdarê da rizîn
ka buharvan lê nepirsîn.
Buharvano
Buhar nîne
Me ya dîtî buhar şîn e
Ne ya sor e tijî xwîn e!

Gotin:
''Adarok bo me şîn kirin''
lê adarok
Her li roja duwê mirin
Berze kirin
Gotin:
''kew kehî bûn, kew kehî bûn!''
Ger kehî bûn, ew çi rik in?
Gotin:
''Aştî ye, aştî ye!''
Ger aştî bît
Ew çi xwîn e û çi rondik in?
Buharvano
ne buhar e
Mêjû tifkê. ev neyar e!
Ev serbirrê kewê jar e!



23.11.2019 00:13 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» buharvano

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî