Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
ford focus - tirşik
ford focus
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. modeleke fordê ye
di segmenta c'yê de
hevalê min çend meh berê ji xwe re dîzela wê kirrîbû, şanzimana wê otomatîk e. powershift e min çawa focusê ajot dil ketimê. min gelek ji gelektirîn ji ajotina wê hez kir.
dizêla wê ya otomatik 120 beygîr e gelek xweş diçe. pirr xweş di rêya xwe de diçe hîç te di rê de tengezar nake. ji te re dibêje heta 200 km îzna min heye ji te re relax be ez li vir im û nahêlim tu ji rê derkevî. pirr xweş e xwezî a min ba...



23.11.2019 00:52 | ferhenga şikestî

2. Eyb e ez bêjim lê erebeya ku ez bikartînim e. Lê ya min modela 2012ê ye(Hatchback e). Min destê 2yê kirîbû. Dema min kirî xweyê erebeyê tenê salekî ew erebe bikar anî bû. Nêzikî modela sifirê bû. Kîlometreya wê 25 hezar bû. Stara Xwedê lê bê ev nêzîkî 7 sal e ti pirsgirêkên motor û teknîkî pê re ne derketine. Tenê min carekî akuya wê guhert. Ji xwe ew jî tişteka normal e. Weke din hemî bakimên wê di demê wê de dikim. Erebe 7 salî ye lê hêjî konfora wê heye. (Dengê têr ji deriyên wê tê *)
Min carekî di otobanê de leza wê ceriband û heya 180yê rehet çû. Nêzîkî 200ê erebe hêdî hêdî dileriziya. Ji 2012ê vir ve teknolojiya erebeya bê guman gellek gellek pêş de çûye. Yên naha ji aliyê konforê ve ji aliyên taybetmendiyan ve pêşketîtir in. Îmkana min hebê ezê dîsa focusê bikirim. Li gor min mirov poşman nabê.



23.11.2019 01:14 ~01:15 | nan û av

3. bi modela xwe ya 2011ê ya hatchpack û manuel, erebeya min ya kevin bû. piştî ku min qezayek mezin kir, nîvê erebeyê bû wek benîştê. lê gelekî jê qayîl bûm. di qezayê de baş bû ku balifên wê yên hewayî vebûn û ez xelas kirim.
di modelên 2011an de prîz jî hebû. erê eyn ew prîzên we yên li malê. 220v. min gelek ji vê taybetîya wê hez dikir. telefon, makîneyên paqijkitinê, komputer û her pê dixebitîya. xwed rehma xwe lê bike.
paketên din nizanim lê di paketa tîtanyumê de sîstema dengê sony ye û gelek serkeftî ye.



23.11.2019 12:35 ~12:35 | simurg56

4. Erebeya eyarê wê yê frênê nebaş e. Erebeyê werê çêkirinê ku heke tu bi yek mm jî bê bixwaze pêlî pêlika frênê bike jî bi hêzek mezin frên digre.
Di erebeya min a opel astra j de ev yek mm digihêje nêzî 2-3 santîman e û mirov dikare hêdî hêdî frên bigire ku kesekî aciz neke û ji paca pêşiya erebeyê vê bifirîne *



24.11.2019 02:26 | berxweda

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ford fiesta

Kategoriyên mijarê:: marka marka marka
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî