Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
şanzimana bi du debriyaj - tirşik
şanzimana bi du debriyaj
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi îngîlîzi dual-clutch transmission tê gotin. wek çift kavramalı şanzıman li ser zimanê tirki hatiye wergerandin
bi kurdî meriv dikare bêje çi nizanim lê ger pêşniyazên me yên tirşikvanên hêja hebîn em karin nîqaşa evê têgehê bikin. neyse
me go çi? ez dixwazim mantiqa xebitîna vê şanzimanê rave bikim belkî bêtir bê têgihîştin. di vana vê şanzimanê de du heb seta debriyajê hene loma jê re dibêjin çiftkavramalı an jî dual clutch. debriyajek ji çerxên 1-3-5 berpirs e debriyajek dî jî ji çerxên 2-4-6 berpirs e. dema erebe tê xebitandin cara ewil debriyajek çerxa vitêza 1ê amade dike û tavilê erebe dikeve vitêze 1ê di vê kêliyê de debriyajê dî jî hê şanziman li ser çerxa ewil e çerxa 2yê amade dike û bi lezeke pirr baş vitêz derbasî 2yê dibe. û kêliya ku çerxa 1ê vala dibe çerxa 3ê amade dibe. ew rewş wisa dewam dike. ji ber ku du heb debriyaj hene meriv hîç guherîna vitêzan hîs nake. ji nava hemî şanzimanên otomotik de (ji xeynî şanzimana cvt, çi ku di cvtyê de vitêz jixwe nîn e) ya herî pêşketî bi konfor ev e.
du heb avantajên wê hene; yek ji ber ku dewra erebeyê bilind nake û vitêzan zû diguherîne benzîn-dîzel-lpgyê zêde xerç nake, naşewitîne ango ekonomîk e, ya dî jî bi konfor e.
çend heb dezavantajên wê hene; yek pirr hessas e zû xira dibe, pirr giran e parçeyên wê zêde ne loma hem wesayîtê giran dike hem jî buha dike, temîra wê buha ye, çêkirina wê jî pirr zehmet e loma her çend heqê perçeyên xirabûyî buha bin jî bi wê qasî jî heqê karkerîya hostayî jî zêde ye. di van şanzimanan de mêjiya kontrolkirina şanzimanê heye dibêjin mekatronîk. dema tu di nava trafiqê de zêde bimîni çerxên şanzimanê pirr germ dibin û ji ber ortama germahiyê ew mêjî dibe ku bişewite û hûn ê di orta rê de dîl bibî...
çend marqayên vê şanzimanê dsg, edc, dct, powershift hwd....

not: ji bo xêra xwe ji dsgyê dûr bin ango ji passat, golf, jetta û polo...



23.11.2019 15:36 | ferhenga şikestî

2. bi kurdî jê re em dikarin bibêjin;
- şanzimana cot-qefaltker
- şanzimana bi qefaltina-dualî (wergera rastîn ya ji îngîlîzî ev e.)
- şanzimana pêgirtina-dualî

şanzimana bi du debrîyaj çênabe ji ber ku di vê sîstemê de debrîyaj tune jixwe.

bi ya min şanzimana pêgirtina-dualî ji hemûyan çêtir e. him hêsantir tê fêhmkirin, him jî kurt e.



23.11.2019 17:39 | simurg56

3. Di vê şanzimanê de jî debriyaj heye, hem jî du heb hene lê bes pêlika debriyajê tune ye



23.11.2019 18:14 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» şanzimana cvt
» debriyaj

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî