Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
#kurdishforandroid - tirşik
#kurdishforandroid
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kampanyayeka îmzeyê ye niha li ser malpera change'ê hatîye destpêkirin. berî niha ji bo google translatê jî kampanyayek halê çêbibû.


hûn jî dikarin ji vir îmze bikin: Here lînkê



23.11.2019 19:32 | xendekî

2. Jiber ku êdî google translate jî bi kurdî ye dibe ku ev kampanya jî serbikeve.êdî ev şîrketên teknolojiyê bi kesên profesyonel re dixebitin lewma eger bibêjin erê mesele diqede.



23.11.2019 22:12 | bayesar

3. (bnr: up)
Kampanyaya ku heq dike di rojevê de be.

Línk: Here lînkê



30.11.2019 11:48 ~12:27 | bayesar

4. kampanyay ku min bi 2 îmzayan piştgirî dayê.



30.11.2019 11:52 | simurg56

5. Ji bo popûlerbûna kurdî divê mirov îmzeyê biavêje vê kampanyayê.

Mucîzeya kurdî dê bi telefon û kombersa ve pêk bê. Li kampanyaya Googlê translateê binêrin, a ku dixwest kurdî bila têkeve pergala wan. Niha gelek nûçeyan hema hema xweş werdigerîne ku bawer im dê piştî salek an du salan mirov dikare hema bi bikaranîna wergerên wê malperek xwerû kurdî li ser mijarên cur bi cur ava bike bi serastkirinên biçûk.

Her wiha bi saya Androida kurdî dê bazara kurdî geş bibe û bala xelkê bikişîne yên ku ne kurdewar in û kurdbûn û kurdiya xwe ji bîr dikin/kirine. Ji xwe heke Android kurdî be, sepanan zimanên xwe bi ya zimanê pergalê saz dikin. Bi vê dê sepanên mîna Facebook jixweber bibin kurdî. Û pêvajoya kurdîkirina sepanên din bilez bê. Ev sîlsîleya saadetê ye *

Îmze biavêjin.



30.11.2019 12:07 ~12:09 | biruya hayao miyazaki

6. Kampanyaya ku min îmze kiriye lê kengî nizanim.*

Divê malperên din de jî were parvekirin.



30.11.2019 12:17 | xelîl

7. Xêra xwe yekî lînk nîşanê me bide, ez ê jî îmze bikim

Edît: entrya yekemîn de lînk heye biborin.



30.11.2019 12:18 ~12:19 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» #kurdishforandroid

Kategoriyên mijarê:: ziman teknoloji ziman teknoloji ziman teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî