Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
uber - tirşik
uber
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şîrketa tevnê çûnûhatinê ye. 10 sal berê hat avakirin. li 58 dewletan û 300 bajaran aktîf e. ji ber ku nefreta elalemê ji (bnr: texsiyên zer) çûye, li gelek dewlet û ciyan balek zêde bo heye.

lê dîsa jî ji ber texsiyan, nikare li her derê şaxên xwe veke. îro jî hat zanîn ku li londonê destûr bo derneketiye Here lînkê.

li tirkiyê jî hat qedexekirin û bi awayek îllegal berdewamî xizmeta xwe dike.



25.11.2019 15:27 ~15:31 | wiha wilo wisa

2. sîstema ku par dema çûm stenbolê, min her tim şûna taksîyên zer, ew bijartin. him konfora wan baştir e, him jî wê demê hema bêje bûhayên wan jî wek hev bû.
1- tu cihê xwe bi wan re parve dikî û ew jî tên heta ber lingê te. (berî were, haya te jê çêdibe ku plakaya erebeyê çi ye)
2- berî ku tu siwar bibî, tu dizanî ka tu wê çiqas pere bidiyê.
ev avantajên pir baş in.



25.11.2019 17:51 | simurg56

3. ji bela ku pergala tirkiyê di eyara dewletên afrîqayê de ye li tirkiyê hat qedexekirin.
li tirkiyê ancax tiştê ku rayên desthilatdariyê zêdetir bike legal dibe. dibêjin li stenbolê 52 sal beriya aniha yanê dema nifûsa wê 2.3 milyon bû 18 hezar plaqaya taksîyê hebûn, iroj jî tevî ku nifûsa stenbolê ji 15 mîlyonî zêdetir bûye hê jî 18 hezar plaqa hene. ne bi tenê li stenbolê bes di çar pênç bajaran da çend caran li siwarî taqsiyê bûme. tu car jî min negotiye xwudê razî be. çimkî giş genî ne



25.11.2019 18:16 | ferhenga şikestî

4. Sîstema ku hêjî li zaningeha ez dixebitim gelek populer e. Em 3-4 heval dema dimînin ji bo xebata mesaîyê, bi piranî gazî uberê dikin. Him erzan e him bi konfor e him jî bi tiştên eletewşo serên me naêşîne.



25.11.2019 22:04 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» uber

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî