Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
black friday - tirşik
black friday

Navê mijarê ya ewil ev bû:black friday - îna reş
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li dyayê piştî roja şiqranê ye. ji sala 1932an vir ve wekî rojekî kirîn û firotinê tê qebûl kirin. betlaneyek fermî nîne.

di sala 1961an de ji ber ku li (bnr: philadelphia)ya dya'yê trafîkek mezin çêbûye û hatinûçûn gelek zehmet bûye navê îna reş lê kirine.

di vê rojê de dikan erzaniyek mezin çêdikin. ev în dibe îna reş û bibezin dikanan *



25.11.2019 23:46 | wiha wilo wisa

2. kampanyaya ku li tirkiye serî de bi navê "kara cuma" hat despê kirin. paşê dema hinek bertek hatin nîşandan, niha navê wî bûye "efsane cuma".



25.11.2019 23:48 | brusk56

3. li tirkiyeyê piştî sekana pêşveçûna ekonomiyê, reklamên erzaniyan -ên piranî malperên kirrîn û firotinan in-, tenê reklamên derewîn in. ji bo hûn daxistinên rastî peyde bikin, divê di torê de bibin şînokê vekoler!



26.11.2019 00:04 | biruya hayao miyazaki

4. Ji kerema xwe vê sernavê asteng bikin berra xanima min nebîne :(



26.11.2019 00:43 | ferhenga şikestî

5. (bnr: Îna efsane)*



26.11.2019 08:09 | xelîl

6. Sala buhurî min ji maviyê bi 400 lîreya kabanek kirî. Haya min ji îna reş û spî nebû. Piştî hefteyekê min bihîst ku bi navê îna efsanewî hema bêje hemî markayan bihayê tiştên xwe daxistibûn. Ez çûm mavîyê min nêrî ka bi rastî jî wusa ye û min dît ku ew kabanê min 400 lîreyî kirî ketibû 320 lîreyan. Yanî min qazikek xweş ji wan xwar. Dema dibêjin îna efsanewî ev qazika efsanewî a min xwarî tê bîra min.



26.11.2019 11:30 ~15:38 | nan û av

7. Ya ku ez benda hatina wê roje me. bo danûstandine rojeke geşe.



26.11.2019 16:29 | golikvan

8. qet ne li benda rojên wisa me. heta niha min ji danûstandinê hez nekiriye û bawer im ez ê hez jê nekim jî. rojên wisa bo min nehewce ne lê bo şîrketan wek cejn in.



26.11.2019 23:06 | kurê xelkê

9. kampanyaya ku îro diqede.
şikir ji xwedê re min kurîşek tenê wenda nekir di vê pêvajoya ku ji bo aboriya malbatan gelek talûke ye *



29.11.2019 23:37 | brusk56

10. Min dixwest ji keça xwe ya 9 mehî re montekê bikirim. Min li ser înternetê li LC Waikikiyê nêrî kû montê 100 lîreyan ketiye 80 lîreyan. Min jî got nexwe ezê herim ji maxazayê bikirim. Îro ez çûm mont bikirim. Min mont dît û çûm kaseyê ku pereyê wê bidim. Min nêrî ku karker got min 100 lîre. Ez şaş mam. Min got; li ser malpera we bihayê wê 80 lîre xwiya dikê çima li vir biha 100 tl xwiya dikê? Berpirsyara maxazayê got carinan hin berhem tenê li ser înternetê dikevin ber erzaniyê. Min mont nekirî û ez hatim malê min ji înternetê sîparîş da.



30.11.2019 00:27 | nan û av

11. Li tirkîyeyê virekî mezin e ! mirovan dixapînin
Mînak: bahayê pêlavekî 100 lîra be pêşîya vê rojê dikin 120 û dema ev roj tê dibêjin erzanî heye û bahayê wê bûye 100 lîra !



30.11.2019 00:34 | mêrxasê serhedê

12. Xwedê te'ala di qur'ana pîroz de li ayetên 9em, 10em û 11emîn yên sûreta cum'ayê li roja înê misilmanan çawa tev bigerin daniye xuyandin. Xwedê li wan ayetan wer ferman dide radigihîne;

'' gelî ên bawerî anîne! Li roja înê gava bang ji bo nimêjê hate kirin êdî danûstandinê berdin û bibezin bîranîna Xwedê. Ger hûn bizanibin evê ji we re çêtir e. ''.

'' Gava nimêj hate kirin, êdî hûn li rûyê erdê belav bibin û ji başiya Xwedê bixwazin(bigerin) û Xwedê gelek bînin bîrê, hêvî heye ku hûn bigihîjin rizgariyê. ''

''Gava ew danûsitanek yan leystikek bibînin ew belav dibin diçin balê û te li piya dihêlin. Bêje ku: "Tiştê li cem Xwedê ye ji leyîstik û danûsitanê çêtir e. Xweda çêtirê rozîdana ye." ''.

Lê em li roja black friday bimeyizênin berovajî mirov di tariya sibehê de rêz dibin ji bo danûstandinê. Rasterast tevgerînek dij fermana Xwêdê ye ev kiryar.

Hedîsê pêxemberê me heye. Giringiya û başiya zû hatina nimêja înê dide zanîn.

Li pêşberî van ayet û hedîsên li ser mijara roja îne li dar xistina çalakiyên danûstandinê yên li vê rojê xuyaye rawestaneke, rabûneke li ber Xwedê ye.

Tê xwestin ku li hişê mirovan bingeha roja înê ku puxta wê bo îbadetkirinê vewestandina kiryarên dinyewî û di serî de jî danûstandinê ye li paşpê bifetilînin.

Ewqas roj hene çima roja înê, ewqas nav hene çima bi navekî reş e?



14.12.2019 04:26 | rûbar


14. ev kampanya bi qasî 87 sal in li dar e.
tê maneya îna reş.
ya rastî li amerîkayê jê re îna efsane dihat gotin lê di sala 1961an de ji ber qelabalix û aloziya trafîka Philadelphiayê piştî rojekê rojanmeyan ji bo vê rewşê gotine îna reş! ango tu eleqeya wê û niza nimêja înê tune ye.
jixwe ev roja înê heftiyek dewam dike lê di salê de 52 hefte hene.
bi şeref ew xaçperest pirr nezan û kêmaqil in, di nava 52 înên salê de dixwazin bi betalkirina nimêjeka înîyekê peyama quranê têk bibin! hîç qurteke êqil jî di mejiyê wan de tune ye
lê em misilman wisa ne? em pirr zana ne wisa baqil û bi merîfet in ku di jiyanê de di hemî qadên jiyanê de çi bi aboriya xwe, çi bi dîroka xwe, çi bi pêşketina xwe, çi bi edebiyata xwe û sînema û huner û mûzîka xwe, çi bi sanayî û teknolojiya xwe ve em hezar qat ji xaçperestan çêtir û geştir in lê ew ên ehmeq dikin ku bi fenûfotên bi vî rengî civata me têk bibin, îmana me sist bikin!

bo qedrê xwudê hindek bi mantiq û ferasetekê berfireh bifikirin û tevbigerin law. ev helmeta danûstandinê li amerîkayê li dar ketiye, amerîka dewleteke kapîtalîst e loma li wir xweda jî pêxember jî pere ye, sermaye ye. nivîskarek ji xaçperestan re qala ayetên quranê dike bi raya wî mantiqa vî îşî heye? mirov dema dixwaze tiştekî ji xwe re bikirre hindek lêkolîna piyasê dike, li gorî butçeya wî debara wî kîja tişt guncavtir e diçe wê distîne, lê dema ku kampanyaya daxistinê hebe, eger tu ne pirr dewlemend bî li benda daxistinê disekinî.

ev kampanya ji heftiyekê zêdetir dewam dike. çi eleqeya nimêjeke ku bi tenê di heftiyekê de carekî deh deqe dewam dike heye?
însanên me pirr ji teoriyên komployê hez dikin. hama çi bi hesabê wan re neyê demildest di derbarê wî tiştî de teoriyekê diafirînin.
hîç nabêjin gelo qelsiya me çi ye?



15.12.2019 00:46 ~00:48 | ferhenga şikestî

15. Ne bira ez piştgiré van adetanim hema tişt bila were firotin, gel bila goşté hevdú xav bixun. Xwestî me li welaté xwe jî dewlemendîyek wiha bidît, şit erzan buna, xwarin belaş biwa.



15.12.2019 13:40 | xurufi

16. Sibe dest pê dike lê li kîjan malpera danûstandinê dinêrim qaşo ji niha de erzanî kirine lê heft heramê Xwedê.

Diho bota bi erzaniyê dihat 424 tl'yan di nava 3-4 seatan de bi erzaniyê (!) Bûbû 523 tl *



25.11.2021 23:07 | merwano

17. Xefika herî mezin a sedsala 21 mîn e. Li bajaran, ger hun herin nds hûn ê bibînin derî û şibakê dikanan giş bi brandan re û dirûşmên erzanîya îna reş (bnr: black friday) hatîye xemilandin lê heft şahid jê re divê ku yek bêje erzanî heye.
Li dikanê herî erzan kenzê ne hêjayî serê pîvazekê çûne 120 wereqên Tirkî ji ber vê qerpalên min li ber çavên min bûne zêr...



26.11.2021 19:50 ~20:01 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» black books

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî