Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 20 peyam
nobeda mamosteyan a li dibistanê - tirşik
nobeda mamosteyan a li dibistanê
(6) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. nobeda ku di navbera dersan de yanê di tenefûsan de tê girtin.
yanê mirov dema ji derve lê dinêre dibêje qey tiştek gelek hesan e lê mamoste di çavê xwe de ew qas mezin dikin heçiyê nezane wê bêje dinya xera dikin *
neyse ez zêde ser wan de neçim. roja we pîroz be.



25.11.2019 23:53 | brusk56

2. Vê rituelê di çavê xwe de pirr mezin dikin û ji xelkê re jî dibêjin gelek zor e. Law me di nexweşxaneyê de 24 saet nobet girtiye hûn behsa çi dikin? Ca rojêkî temam herin li acîlê nobet bigirin halê wan sekreter û hemşire û doktoran bibînin. Bi şeref dê tobe bikin.



26.11.2019 00:47 | ferhenga şikestî

3. Ez wek mamosteyekî dikarim bibêjim ne karekê zor e ku ew qasî behs tê kirin. Nobeta me pirranî roja dersên me yên herî zêde heyî de ye. 7 saet ders û 6 teneffus. Her teneffusek 10 deqqe. Bi vî awayî mirov hinekî di westê. Di dersê de nêzîkê 45 xwendekaran ve û di teneffusê de bi hemî xwendekaran ve mijûlbûyîn bivê nevê mirov diwestînê. Karê me nîvroj e lê di dema kar de îmkana te ya bêhnvedanê nîne.Tu her ders bi xwendekaran ve mijûlî.
Li nexweşxaneyan belkî ev qas trafîk nebê.Di dema nobetê de serê seetê 2-3 nexweş enceq hebin. (Eger xelet bin lêborîna xwe ji hevalên doxtor û memûrên nexweşxaneyê dixwazim.)



26.11.2019 10:49 ~10:52 | nan û av

4. Her kar bi zehmetiyên xwe hene. Ez bi xwe jî mamoste me. erê belkî nobed ne ew qasî zor e lê piştî her nobedê tu dikevî dersê û gelekî qerebalix in. Tu bênavber dikevî dersê û diçî nobedê. Mirov rastî jî diweste. Ya herî girîng jî ew e ku di vê nobeda te de ger ku tiştek bê serê wî zarokî teqez tu berpirsyarî! Lêpirsînê didin dest pê kirin. Belkî hûn nikarin xweyî zarokekî derên lê em hewl didin miqatî bi dehan zarokan bibin. Tenefûsê de her yek ber derekî de baz dide, hin şibakê de xwe berjêr dikin hin rexê pêpilikan de xwe dişqitînin hin jî hev dixin.Divê tu wê kêlîkê de xwe bighînê hemûyan. Berpirsyariya wan ser we ye. Îcar hûn fehm dikin ku çima zor e bijîşkno!



26.11.2019 11:09 | fatoş xanim

5. Di nexweşxaneya dewletê de bi hesabekî gilover di rojê de 2 hezar nexweş tên acîlê. Ne du an sê. Yanî tu di nava 24 saetan de li du hezar nexweşan dinêrî eger em merivên wan jî hesab bikin kêmtir 4 hezar însan. Û bi tenê rojê de saetek karî bêhna xwe vedî û ew jî diçî nanê xwe dixwî



26.11.2019 12:47 | ferhenga şikestî

6. Baş e, di vê dinê de yên ku herî zêde dixebitin û xwe diwestinîn hûn bijîşk in. Kes qasî we naşixule û xwe naêşîne . Dilê we bi cî gelo?



26.11.2019 13:59 | fatoş xanim

7. Ez fikra xwe vebêjim. Ên ku nexweşxaneyan dişixulin li mamosteyan zêdetir zehmet dibînin. Ji ber ku her roj bi sedan nexweşan têkildar in. Û her roj ji rojê din cûdatir însan tên.



26.11.2019 14:14 | kajav

8. Weke Tirkan gotî "sidik yarışı" ne lazim e. Di gotina " seetê 2 -3 nexweş tên" de qesta min nexweşxaneyên taybet bûn. Ji ber ku çend caran îşê min ket acîlê û ez çûm nexweşxaneya taybet. Li wir seetekê de herî zêde 4 an 5 nexweş hatin. Lê bê guman di nexweşxaneyên dewletê de barê bizîşkan gellek giran e û nobetên wan zortir in. Lê karê mamosteyan jî ku bi qasê ji derve ve xwiya dikê ne hêsan e. Dibêjin; Kesê ne li govendê xweş reqqas e. Herkes ji derve ve îşê yê dî ji yê xwe rehettir dibînê



26.11.2019 15:01 | nan û av

9. mijara ku xûya ye mamosteyan hinekî aciz kiriye.
mebesta min a vekirina vê mijarê ne ew bû ku ez karê tu kesî biçûk bikim.
havala min jî mamoste ye û gelek behsa nobedên xwe dike. tenê dikarim bibêjim ku hinek tê fişal kirin.
ji xwe xebatkarên li nexweşxaneya dixebitin jî karê xwe fişal dikin. tu doxtor rojê 2 hezar nexweşan nanêre bi serê xwe. ji xwe tiştek wisa ne mimkun e. ger tiştek gelek anormal neqewime, 2 saet be jî herkes radikeve. heta ji xeynî acîlê li gelek klînîkan têra xwe radikevin *



26.11.2019 20:57 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» nobeda mamosteyan a li dibistanê
» dibistanên taybet de perwerdeya bi zimanê kurdî

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî