Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 30 peyam
rojbaş tirşik - tirşik
rojbaş tirşik
(5) (2) ecêb (0) (15)
di mijarê de bigere

1. hevoka yekemîn a roje ye ku nivîskaren tirşike her roj dibejin.

(bnr: rojbaş em tirşik çekin ?)



2013.06.05-01:53 | brusk56

2. rojbaş tirşîk. Me dîsa dest bi rojek din jî kir ka hela em binêrin wê çi çêbe îro...



2016.06.08-09:18 | azad30

3. rojbaş tirşik. ji stenbola hewa xweş rojbaş.



2017.02.21-10:25 | gulêê

4. Rojbaş Tirşik... Ji Fînlandê Silavên germik û nermik ji hemî nivîskarên te re...



2017.02.21-18:40 | lawkegoyi

5. roj baş tirşikistan!
Mizginî! serhedê berf dihelin *
niha hewa -10 dereceye lê nîvro wê heta 0 dereceyê were. Oleyy! *



2017.02.24-09:22 | hozan serhad

6. rojbaş, amed îroj 14 pîle ye, ne bi tenê îroj, ev sê çar roj in hewayeke havînî heye û meriv bi rehetî bêyî saqoyê dikare bigere, û li derve bi rehetî dikare bi saetan bêyî ku bicemide rûnî.*



2017.02.24-15:52 | ferhenga şikestî

7. Rojbaş tirşik..
Ji sibeheke xewar de silavan li te dikim..



2017.03.13-10:01 | hozan serhad

8. Rojbaş tirşik.. Rojeke sergirtî, li sakaryayê.. ji te re Rojbaş.. jiyan van rojana zehv sekan e..
tirşik tu jî wisa yî!



2017.08.02-09:35 | hozan serhad

9. Êvarbaș tirșik, roj li te buye êvar te hay jê tune ye. Bi tenêtî û balkêșiya xwe li qeraxeka deryaya înternetê li bendê mêvanên xwe yî... Neke haho tirșiko wê rojên xweș jî bibin para te, ku nebu wê rojên bêdeng û aram xêrhatinê li te bikin netirse. Tirșiko hay ji dîroka xwe hebe, li zimanê xwe, li ewlehiya welatê xwe!...



2017.08.02-19:13 | azadixwaz

11. Şev baş tirşika reben



2018.01.23-20:52 | umed

12. Rojbaş tirşjk..
dîsa li serhedê, sibeheke hênik, di destpêka payîzê... rojbaş..



2018.08.16-10:44 | hozan serhad

13. (bnr: rojbaş viyetnam)



2018.08.16-11:40 | biruya hayao miyazaki

14. (bnr: te quze diya sozluk niya)



2019.05.07-00:54 | hun çawane heval:)))))))

15. ya staaar! bila nivîskarên mêr dijûnên zayendperest nekin li vir. dijûnên zayendperest jî ew in ku raste rast êrîşî zayenda jinan û organên wan ên cinsî dikin û êrişên cinsî yên li ser jinan îfade dikin. nekin.



2019.05.07-17:00 [guhertin:2019.05.07 20:35]| roza

16. Rojbaş tirşik.. rojeke Amedê a germ e dîsa..
hine cara ba tê lê ew ba jî mîna alavên tendûrê ne :( me dest pê rojeke teze kir ka em binêrin çiqa ça dibe..



2019.07.12-08:30 | hozan serhad

17. Rojbaş tirşik û tirşikwan.
Ez ê roja 26 a wê meha li tirkiyê bibim.
Ez dixwazim herim pirtûkfiroşa apê sileheddin li pasaja elhamra.
Ger tirşikwanên li stenbolê hebin em li vêr hewditineka tirşikwanan çêkin.



2019.07.12-08:34 | cinorek

18. Rojbaş tirşikvano *



2019.07.12-10:17 | xelîl

19. rojbaş tirşik, li Midyada germ dîsa ser Suryankî dixebitin, bi şeref ji germa nikarim razim, vê germê rihê me stand!



2019.07.12-12:22 | gulêê

20. roj baş tirşika delal. li stenbolê doh baranek ecêb bariya ji ber wê îro jî dinya hênik e. tav hebe û dinya hênik be dinya li ber çavê mirov xweş dibe. *



2019.07.12-12:23 | roza

21. Rojbaş tirşik,

Nizam çima bêhna min zehf teng e vî sibê. Dibêm derkevim û heval û hogiran bibînim lê xîret nakim gelo. :(



2019.07.27-11:19 | xelîl

22. – rojbaş tirşikê delal!
+ rojbaş mirovekirind! (tirşikê ai diaxive)
– tirşikê delal, tu bi çend salî yî?
+ ez bi şeş salî me.
– tirşikê delal, dêya te kî ye?
+ mixabin ez nizanim.
– tirşikê delal, bavê te kî ye?
+ simurg56î ez ava kirim. dibe ku ew be.
– tirşikê delal, ma tu jî zilam î?
+ ez artificial intelligenceê me.
– tirşikê delal, ez ji te hez dikim.
+ spasî te dikim.

(bnr: tirşikê ai)



2019.07.27-13:07 | mirovekirind

23. Rojbaş tirşik!

Îro jî sebra min nayê.



2019.07.28-09:09 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
shazam [3]
sepana ku min dît îro stranên bi kurdî jî nas dike. weke mînak min nav...
çena zalim a [1]
Kilama firat guneşî ya. La mervan tan hina weş vano....
tıvorlu ismail [1]
sînemaya belaşe. Mirovek komîk û seyr e. Lê bawer nakim texte jê kêm b...
sigmund freud [2]
Navê wî yê pêşî sigismund freud e. Freud viz e nikare tîpa s rehet bêj...
hdp [1]
Tevî hemû qisûr û kêmasiyên xwe bi awayeke ecêb di ankêtan de rêjeya d...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojbaş kurdistan
» tirşikvan vs tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî