Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    21 mijar û 29 peyam
    casio f-91w - tirşik
    casio f-91w
    (3) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Modeleke ji saetên casioyê ye.ez bi xwe jî vê saetê bikartînim.pirr pratîk û sade ye.profîla bikarhêrên wê bala meriv dikşîne.gerîlla, leşker, usame bîn ladîn..
    (bnr: ya herî baş ew e ku wext nîşan dide)



    2019.11.26-17:38 [guhertin:2019.11.26 18:07]| bayesar

    2. modelek qedîm e. dema biçûk bûm, xeyala min bû ev saet. min gelek li ber xwe da û ji kevnefiroşekî yekî kevin û şikestî peyda kir. jê re qayîşek dît û bi zemqê pê ve danî. min gelek jê hez dikir.
    te dît hingî kevin dibe, qayîşên wan êdî hişk dibû û hêdî hêdî ji kêlekên xwe diqelişîya. vêca ji ber wê, kengî ez diçûm hemamê, min saeta xwe diavêt nav ava germ. heta min serê xwe dişûşt, ew jî nav ava germ de nerm dibû, dibû wek hêvrîşimê. bi rastî jî bi vî awayî qayîşa wê qet neqelişîyabû.

    niha ez saet bi kar naynim lê ger bi kar bînim, ez ê dîsa wê bistînim.



    2019.11.26-18:05 | simurg56

    3. Saeta min î yekem e. Rojêkî apê min saetek anîbû. ez û kurmeta min di temenê hev de bûn. Apê min gazî me kir. Gote ez ê çend pirsên matematîkê ji we bikim, kî bizane ez ê saetê bidim wî. Saet bû ya min. * û niha matematîka min qet tune ye. Bawerke min tevî li wir bo saetê xerç kir! *



    2019.11.26-22:47 [guhertin:2019.11.26 22:47]| xwelî li ser

    4. bawer dikim saetek welatparêz e *



    2019.11.26-23:30 | brusk56

    5. Saeta ku bona ez biçim ber golika apê min ji min re kiribû (way li min 14 sal berê)



    2019.11.26-23:46 | seryasêdilşûşe

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran [2]
    Ger tirşik di nav kurdînivîs an jî ew kesên potansîyela wan heyî de bi...
    armancên tirsik.netê [3]
    Bi ya min....
    Ew e ku ji bo civaka kurd, bi taybetî jî ji bo ciwan...
    ergatîvîte [1]
    mijara ku di nav hevokên dirêj de hê tevlihev dikim e..
    demên ...
    ergatîvîte [1]
    ergatîvîtî
    bi şêweyekî besît û hêsan eger em rave bikin:
    ...
    ergatîvîte [2]
    taybetiyeke resen û spesîfîk a zimanê kurdî ye. Di zimanên ergatîv de ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » casio f-91w

    Kategoriyên mijarê:: marka teknoloji marka teknoloji marka teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî