Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ma music - tirşik
ma music
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navendek ji bo perwerdehîya mûzîkê ye.
li amedê vebûye. zimanê perwerdehîyê kurdî ye û bi qasê ez dizanim ji bo vê yekê gelek hişk in. piştî ku qeyyûm avêtin ser şaredarîya mezin, komekê vê navendê vekirin da ku gelê kurd ji xizmetên bi vî rengî, bêpar nemîne. bi qasê ew bixwe jî dibêjin, eleqeyek gelek zêde heye ji bo wan û ji ber vê sedemê ye ku hema cîda herkesî nagirin jî. di nava 2 salan de, zêdetirî 2000 kesan serî li wan dane.
heta niha ev 3 nifş in ku mezûn dikin. di derbarê perwerdehîya wan de zêde hûrgilîyên min nîn in.

berpirsê giştî yê navendê Şêrko kanîwar e ku em ji zarok tvyê baş dinasin.

slogana wan ev e "ji bo herkesî mûzîk li her derî mûzîk" e. ji ber vê yekê hê dema zarok di zikê dîya xwe de, dikarin werin vir û dest bi perwerdehîyê bikin. bê henek. jinên ducanî yên 16 hefteyî dikarin werin û tevlî xebatan bibin.
weke din ji bi her temenî, programên cûda hene. him perwerdehîya mûzîk û enstrûmanê, him jî perwerdehîya mamostetîya mûzîkê didin.



26.11.2019 20:28 | simurg56

2. "ma" bi kurdî weke hÛn dizanin tê wateya mayÎn an jî neçûyÎnê.
bi zazakî jî tê wateya "em"ê.
bi zanebûn vî navî hilbijartine, bi navê xwe, peyama "em naçin, li vir in" didin.



26.11.2019 23:57 | brusk56

3. Navenda ku di nava mamosteyên mekteba me de di rewacê de ye. Piştî mamosteyeka me ya ji Aydinê ku mêrê wê ji Amedê ye qîza xwe rêkirin vir, gellek mamosteyan çav lê kirin û xwestin zarokên xwe rêkin.
Ev xwesteka wan pêk hat an na ez nizanim.



30.11.2019 18:19 | nan û av

4. Navenda ku ji bo cihekî ji xwe re ava bikin li benda alikariya me ye. Li ser fongogoyê wek projeyê bi alikariya gel diravan berhev dikin. Eger heta roja dawiyê diravên xwe temam nekin ew ê dirav li xwediyên wan bên vegerandin. Tenê 4 roj mane.
Here lînkê



03.03.2021 12:51 ~12:52 | xabûrî

5. Koma ku wan rojan gelek lê guhdarî dikim . Bi ya min komek serkeftî ye û tu bêje dengên wan hemûyan zor ciwan e . Bila her tim berdewam bin*



22.01.2022 00:04 ~00:04 | navîgiranmezelîwêran

6. koma ku van mehên dawîn gelek projeyên xweş pêşkêşî me dikin. her projeya wan ji hev xweştir e. lê nizanim çima sê çar hesab bi hev re heman vîdeoyan parve dikin him wisa hindik tê temaşe kirin him jî heqê wan tê xwarin.



05.02.2022 21:11 | pênûsa westiyayî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» music box

Kategoriyên mijarê:: muzik cand muzik cand muzik cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî