Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
qerejdax - tirşik
qerejdax
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Çiyayekî volkanîk e ku di navbera mêrdîn, riha û dîyarbekirê de ye.



27.11.2019 00:01 | dewbir

2. Çiya û herêma ku bi kultura xwe aîdê sêwregê ye.lê sêwreg jî aîdê amedê ye ne yê riha.



27.11.2019 00:22 | bayesar

3. Birincê wî navdar e. Libên wan nedirêj in, Kinik in û zû hûr dibin. Rengê libên wan ne sipspî ye. Spîya wan hinek çilmisîye, piçek zerîn an jî gewr e.
Dema dibe girar Tahma wî xweş e. Min hê neceribandîye lê dibêm qey mirov dikare risottoya îtalyan jê çêbike.

Dêya min her tim ji dîyarbekirê dixwaze. merivên me bi çend kîlo birinca qerejdaxê jî tevlî penîrê dîyarbekirê û simaq û filan û bêvan dikin û dişînin.



27.11.2019 00:32 ~00:37 | mirovekirind

4. Warê Derwêşê Evdî ye. Di navbera Amed û sewregê ye.



27.11.2019 00:33 | hesinkar

5. Her cara ku ji Wêranşarê diherim Amedê an ji Amedê têm ji qerexa Qerejdaxê derbas dibim. Biharê de berfê ku dihele û jîyana ku nû destpê dike bi rastî tabloyeke bêhempa û bedew tîne holê. Û di gohê min de Şakiro ji bo Derwêşê Evdî distre ku Derwêş jî bi hespa xwe bi me re dibeze. Û di huşê min de Ahmed Arîf:
"Savrulur Karacadağ
Savrulur zozan..."
Û xanîyê ji kevirê reş, konê şivana û li dorê jî pezên diçêrin. Û her der kevir, kevirê reş. Û min got rojekî ez biryara kişandina filmekî an nivîsandina pirtûkekî bidim divê ev xwezaya kurdewar jî di nêv de be. Ma hûn biharê bibînê babê min



27.11.2019 11:00 ~2021.08.24 00:23 | rizgarm

6. çîyayekî gelek fireh e. di eslê xwe de bilind e jî lê belê ji ber ku hêdî hêdî bilind dibe, mirov li bilindahîya wê nahese.
gelê li gundên wê tev kurd in. piranî girêdayî mehmet kasım gülpınarê wekîlê akpê ne. ev zilam ji bo wan wek pêxemberek e. tê gotin ku diçin dewsa tekera erebeya wî jî maç dikin.
li sêwregê gotinek wisa heye: "dema nûbûnek li dinyayê çêdibe. pêşîn li ewropa û amerîkayê dibe. paşê li rojhilatê belav dibe. paşê tê tirkiyê. piştî li hemû tirkiyê belav bû, tê rihayê. paşê tê sêwregê. jixwe qet naçe qerejdaxê."
sêwregî bixwe jî têra xwe feodal, paşdemayî û serhişk in. min di vî warî de ferqek berbiçav nedît di navbera wan û qerejdaxîyan de. di eslê xwe de şexsîyetên wan ne xerab e. dilnizm û mêvanperwer in lê belê ji ber sîstema feodal û şêxîtîyê di vî halî de ne. jixwe li gundên sêwregê mafê dengdanê jî tune.

birinca vê heremê navdar e. em carinan şûna baldoyê bi kar tînin. xweş e. lê ez bêtir ji baldoyê hez dikim.
bi qasê dizanim axa vî çîyayî ne zêde kûr e, ji ber ku volkanîk e. û ji ber vê yekê ji bo çandinîyê ne guncan e. loma derûdora vî çîyayî, bêtir ji bo çêreya heywanan tê bikaranîn. jixwe erd bi gelemperî ji kevirên wek qama min, pêk tê.

dema dibe bihar, kereng li axa wê pir dibe. par em jî çûn û me têra xwe çinîn û xis sarincê. heta çend mehan jî me carcaran derxist û taştê de xwar.

her wiha li serê çîyê, tesîsa kaşûnê heye. xwe şemitandina li ser berfê. ez mixabin hê neçûm lê bi qasê dizanim ne tesîsek rêkûpêk e. şûna wê tenê cihek biçûk heye ku wan alav malavên pêwist ji bo vê sporê, kirê dikin. ji sêwreg û amedî mirov diçin li wir hinekî keyfê dikin, li ser êgir sicuk an jî goşt çêdikin, dixwin û vedigerin.
ji bo mana bi şev, derfet/cî tune. jixwe ew der gelek sar e.

sar e mar e lê çend hevalên me par di nîvê nava zivistanê de çûn li bandeva çîyê, li ser bervê konên xwe vedan û bi şev li wir razan. bi qasê em pê dizanin, heta niha tu evdê xwedê tiştek wisa nekiriye.

dema mirov di navbera sêwreg û amedê de tê û diçe, gelek caran tenê li rasta qerejdaxê baran, bahoz, mij, berf û hwd. heye. ango demsal li wir gelek cûda ye. ji ber ku li van deran qeşa jî zêdetir çêdibe, piranîya qezayan jî li van çend kîlometroyan çêdibe.



27.11.2019 21:15 ~21:15 | simurg56

7. Navê çiyê weke gilîdax û kurdax balkêş e. dibêjin -dax ji bo çiyayên wolkanîk dihê karanîn. gilîdax/52280

dax kirin, sotin.



17.04.2021 08:28 ~08:29 | ezcan

8. Qerejdax, yek ji volkanê mertal e(shield volcano) .

Dema Qerejdax aktîv bû, lavên ku jê derdiketin bêhtirîn bazîk bûn, lavên bazîk jî, li gorî yên asît
germtirin (dor 1000-1200°C) û bêhtir diherikin (vîzkozîte kêm e). Ji ber van taybetmendiyên lavên bazîk, li gelek cihan belav bûbûn. Bi saya lavên bazîk, Qerejdax îro çîyayekê mîna mertaleke ye û pehn e.
Îro li derdora qerejdax bêhtirîn kevirên bazalt hene, ev bazalt reş in. Reşbûna wan dîsa ji ber bazîkbûnê ye.

Here lînkê



24.02.2023 00:49 ~00:50 | merwano

9. Ji bo tenêtiya wê çiyayê di rîwayetan de tê gotin ku wexta ku Xweda dinya çêkir, çiya hemû belavkirin, Qerejdax giriyaye û gotiye: "Ey Rebb il-Alemin! Te hemû çiya ji min dûrxistin. Te ez tenê hiştim li vir!" Û Rebb il-Alemîn got ku: "Lê tu tenê li vir ma û ez ê navê te pir xweş û şêrin bikim



18.09.2023 12:00 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qerejdax

Kategoriyên mijarê:: geruturistik geruturistik geruturistik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî