Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kurdi online - tirşik
kurdi online
(9) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. li ser youtubeê kanalek e û ji bo fêrbûna zimanê kurdî hatiye vekirin. nêzî 12,1 hezar endamê kanalê hene û heta niha 16 video hatine parvekirin. xwediyê kanalê mamoste mizgîn e. li zanîngeha mêrdînê beş a zimanê kurdî xwendiye û li dibistanê de mamostetî jî dike.

fikrekî baş e, vî mijarî de tiştekî wilo pêwîst bû. mamoste mizgîn heta min dît zû hêrs dibe ;) ji bilî vê tiştê dikarim bejim jinekî jîr û jêhatî ye.

kanal ev e: Here lînkê



27.11.2019 15:49 ~15:59 | kajav

2. fikreke baş e, tişteke wisa lazim bû.

Lê nizanim çima xwîna min qet natevize vê hevalê.



27.11.2019 16:08 | gulêê

3. Qanaleke gellek bikêrhatiye ji bo fêrbûna kûrdî. Heke ku rewşe aborîya we başe hewce ye ku alîkarîya we qanale bikin ji bo berdewamîya wê.



27.11.2019 23:23 ~23:24 | tekoser

4. Karekî baş e lê belê tu dibê qey keçik nû hînî kurdî bûye. Nikarê rast bilêv bikê.

Kesên wekî min ku behna wan ji bilêvkirinên çewt yên halo re qet fireh nîn in nikarin vîdyoyên keçikê temaşe bikin lê dîsa jî kenala vê keçikê bişopînim bi mebesta piştevaniyê.

Û hemû xebatên di çarçoveya erk û armanca xizmetkirina zimanê kurdî de dihên kirin silav dikim. Di armancan de serkeftin ji wanan re dixwazim.



28.11.2019 03:55 | bilbilê dilkul

5. qanaleke zimanê kurdî bi tirkî vedibêje. Dibe ku ji bo xizmeta zimanê kurdî dixebite ez rêzê lê digrim lê belê jineke xwîntehl e û bêhnteng e û bêterbîye ye. Min xeletiyên wê nivîsandin ew şiroveyên min radikirin. A dawî xeber(çêr) ji min re got û ez asteng kirim. Xeberên wê jê re vedigerînim û nema wê temaşe dikim.



28.11.2019 07:36 ~2020.06.14 21:42 | xabûrî

6. Mamosteyekî bi xebatên taybet li ser yoûtûbeyê dersên (vbnr:kurdi) dide.Navê mamoste mizgîn e û mamosteyekî fermî ye.Karekî girîng dike.Lê şopînerên wê hemû kesên necidî ne. Lê emê dîsa jî alîkarî bidinê.



28.11.2019 12:28 ~12:29 | mêrxasê serhedê

7. Dawîya vîdeoya vê kanalê de hesabek şîrovê xwe da gotiye di tirşikê de behsa te kirine lê mamosteya delal bersiva xwe bi tirkî daye.



01.12.2019 01:32 ~01:35 | kajav

8. qanalekî perwerdeya (bi tirkî) zimanê kurdî ye.Mamoste mizgîn ji bo gelek sedeman dest bi perwerdeyê kiriye.Wan sedeman li vir aniye zimên;
Ev jî kurte vîdyoyek e li ser twittterê bi xwendekarên xwe re ye ; https://twitter.com/KurdiOnline/status/1184487026349035521




19.04.2020 00:58 ~01:02 | brzn

9. qet kêfa min jê re nehat. de ka dersên kurdî tu çima bi tirkî dide? û wek li jor jî gotine bilêvanîna wê nebaş e. "silaw" çiye law! di dest pêkê dibêje silav merheba bi kurdî û paşî tirkî. çawa li artûklû yê mamostetî dikir an dike min wê fêm nekir?



13.06.2020 23:30 ~23:30 | xwelî li ser

10. Hûn ji bo kurdî çi kir kû wê qanale rexne dikin. Him dibejin kurden me kurdî nizanin him jî miroven bi tirkî dersen kurdî didin rexne dikin. velle hun nizanin çi dixwazin. kurden me wîlo ne tiştek nakin lê her tim rexne dikin.



14.06.2020 13:21 | tekoser

11. derbeke min li vîdyoya wê nerî
gotina cêwî ; wek cevî xwand
yanî ka ev kes ew ê çi fêdê bidi me ?

me ji bo kurdî çikir ?

-me ji bo kurdî tirşikvanî kir .
em bi kurdî axivîn ma ne bes ?
loma mizgîn kurdî rê xelqê dide heke axiverê kurdî neba ew ê kî kurdî fêr biba ?



14.06.2020 13:50 | shwinsherm

12. Xeletiyên her kesî hene. Rast e em dibêjin dersan çima bi Kurdî nade. Ma carekî we pê re nanek xwariye, gelo çima bi tirkî dersan dide? , çima çima?
Hewce nake jî ku bersivê bide hemî kesî jî.
Ku bi min ba, bila derspn xwe bi Kurdî bidana.
Lê dîsa jî ji bo dersan û vê cesarêtê ez wê pîroz dikim



14.06.2020 23:07 | azad517

14. qenala ku rexneyên beradayî standîye ye. dersên kurdî çawa bi kurdî be? ma mîrov dersên ingilîzî bi îngîlîzî distîne?

rojenekirin: dersên a1 re dêjim.



24.09.2021 18:09 ~2021.09.25 15:22 | heval.js

15. Bersiva vê peyamê kurdi online/136900 : erê min dîtiye û bihîstiye mamosteyên zimanê îngilîzî dersê bi îngilîzî dane.



25.09.2021 14:40 ~14:40 | xabûrî

16. Waneyên Kurdî ji bo Kurmancan yan ji bo Kurdaxevan divê Kurdî be û xebera @xabûrî ye min jî dîtîye gelek mamoste ger Ingilîzaxev be bi vî zimanî xwendekarên xwe fêr dike.



25.09.2021 17:09 | pîroz

17. kanaleka youtube ye ku nêzîkî 50 hezar aboneyên wê hene û dersên zimanê kurdî dide.

îsal Li Tirkiyê di Xelatên Medyaya Zêrîn a Navneteweyî de Xelata Herî Baştirîn a Youtubera Perwerdehiyê wergirtiye. Here lînkê serkeftin jê re.

Here lînkê



25.10.2021 07:35 ~07:38 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya mobbîngê
» online kurdish lessons

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi perwerdehi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî