Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
normalde - tirşik
normalde
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke tirkî ye û tê wateya gelemperî an jî bi tevayî. lê kurdên bakur axaftina xwe de vî peyvî wek ku peyveke kurdî be bikar tînin. ez jî yek ji wan im û bi ya min ne gelemperî ne jî bi tevayî şûna normalde digirin. heger wateyeke wê a nêka hebe jî ez nizanim.

*



27.11.2019 19:12 | kurê xelkê

2. normal peyveke fransizî ye ji koka normê tê. wek hûn jî dizanin norm bixwe tê maneya zagonên devkî yanê ji bo qalib, qaîde û pîvanên ku di nava civatê de berbelav bûye...
karanîna vê qalibê jî ji zimanê tirkî tê normal+de.
rasterast beramberî ya vê peyvê di kurmancî de tune ye



27.11.2019 19:18 | ferhenga şikestî

3. peyva ku bi daçekekî a zimanê tirkî hatiye afirandin. şÛna wê mirov dikare bêje "di normalê de".



27.11.2019 23:41 | brusk56

4. Rewşeke ku ne taybet be.
Lê bi kurdî em ê çawa bi kar bînin ?
Di asayî de ?



28.11.2019 00:22 | hesinkar

5. peyva ku ez jî bi kurdî wek di normalê de bi kar tînim lê zêde jî jê hez nakim. ku neçar bim, encax wê demê bi kar tînim. kurdên berê ev bi kar neanîne, nexwe hewce nedîtine. ji ber ku aniha hişê piraniya me bi tirkî difikire, em pêdîvî bi vê peyvê dibînin.



28.11.2019 18:39 | simurg56

6. Gelo ka mirov şûna peyva normalde dikare çi bikarbîne pir meraq dikim. Hişê me maye bin bandora tirkî loma em neçarî vê peyvê bikartînîn. Ka bav û bapîrên me ji bo demên asayî kîjan peyvê bikar tînan?



17.12.2019 10:18 | azad30

7. divÊ meriv ne li rasterast li wergera peyvê bigere yan peyda bike. ger mirov pê maneya peyvê bihese mirov dikare li şûnê bi kurmacî jî dagire.
em dikarin di nava hevokê de lê bigerin.
mînaka ewil
ben normalde çayı sevmem ama çayınız güzel olmuş
ya rastî ez hej ji çayê nakim lê çaya we xweş bûye
kî dikare bêje ev her du hevokên jor ne wek hev in?
mesela rengê fikirînê ye

normalde dün gelmem gerekiyordu ama işim çıktı gelemedim
divêyabû ezê doh bihatama lê karê min çêbû loma nehatim
di hevokên jor de jî hûn dikarin bêjin em di wergerê de kêmasiya peyva normaldeyê hîs dikin?

yanî pirsgrêk ew e ku ji bela zimanê tirkî em xwe carinan bo hindek peyvan mecbûr hîs dikin. em dibêjin gelo di kurdî de ev çi ye... lê yekî ku hîç bi tirkî nizanibe ez bawer im nakeve li dû kêmasiya vê peyvê. çimkî jixwe di nava hevokê de ne wek peyv be jî wek maneyê cihê ewê peyvê heye.

100 sal berê di tirkî de jî ev peyv tunebû. ev peyv ne peyveke jêneger e ku bêî wê nebe. Dîsa dixwazim bêjim wek wergera rasterast beramberî wê nîn e lê di nava hevokê de wek maneyê beramberî wê heye



17.12.2019 10:58 | ferhenga şikestî

8. peyva tirkî a ku ez jî carinan kêmasiya wî hîs dikim *



17.12.2019 21:57 | brusk56

9. Peyveke tirkî ye ku carinan ez jî diheyirim û bikar tînim.
Wateyake zehf girîng e. Heke mirov nizanibin vê wateyê, erê, ser çavan. Ew naheyirine vê peyvê. Lê piştî mirov hînî vê peyvê bû, ne mimkun e kû yek neheyirê.



18.12.2019 22:00 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» normalde

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî