Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
slowly - tirşik
slowly
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. sepana ku heya min ji bloga xebroşk jê çêbû.

Paşê min got ka ez meyzênim be çi ye.

Yekem tu ji xwe ra hesabekî vedikî, profîLê xwe hazir dike, û zimanên ku tu dizanî, yên ku hîn dibî ji te dipirse. Li gorî van zimanan şexs tên tayma te.
Min li ser taymê du hebên Kurdî zanin, hîn dibin dîtin û ji wan ra name şand.
Divê nameya te herî kêm ji 100 tîpan pêk be, naxwe qebûl nake. Ka ez meyzênin ev kes kî ne *



28.11.2019 15:39 | gulêê

2. sepanek gelek kêrhatî ye. min bi saya vê sepanê esperantoya xwe pêş ve bir û hîn bûm ku li parzemîna amerîkaya başûr esperanto pir pir populer e. lê mixabin wekî li girêdanê jî hatiye qalkirin, kurdên ku zimanê xwe yên zikmakî wekî kurdî rê didin, tu nivîsandin nizanin û mixabin piştî çend nameyan ragihandin qût dibin.

ji ber wê ji bo kurdî nayê karpêkirin.

Here lînkê



28.11.2019 19:13 | biruya hayao miyazaki

3. sepana ku mirov hînî li bendê mayîne dike.
Nameyên ku ji min ra hatine nikarim vekim û bixwînim, mesela dibêje hê rojek maye ku bigihîje cihê te, an jî nizam çend saet.
Di destpêkê da ecêb hatibû, lê paşê mirov tehma wê jî distîne. Te nameya xwe xwend bersiv şand, êdî heya nameya te çû, heta bersiv hat serê te rehet e *



01.12.2019 00:22 ~00:23 | gulêê

4. Li Şîliyê û Japonyayê bi du kes re hevaltiya nameyê dikim, du roj çûna wê û du roj jî hatina wê, hema rojek jî bila bersivdayînê be, her tim herî kêm 5 rojan li bendê dimînim. Êdî di vê navberê de difikirim ku îcar li ser çi binivîsînim. Tehma sekinîn bo nameyek tiştekî din e. Yekî roja septê sibehê ji min re ji Zelanda nû nameyek şandiye û dê piştî 6 saetan bigihîje min.



01.12.2019 01:04 | biruya hayao miyazaki

5. sepana ku êdî bi xêra wê name-hevalên min ên ji welatên cûda cûda hene *

Her çiqas destpêkê da ji peyamên min ên Kurdî ra min bersivên bi Kurdîyeke zelal nestendibin jî îro ji Mêrdîna rengîn bersivek hat û zimanekî û nivîseke gelekî xweş!

Ez gelek bextwar im *



02.12.2019 16:52 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» slowly

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî