Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    walt whitman - tirşik
    walt whitman
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.09.16-08:48 | cercîs rewanî

    2. kawa nemir wergerandiye kurdî, ji weşanên bajar belav bû bi navê pêşengno lo pêşengno...



    2013.09.16-15:16 | arami

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.25-13:54 | rasteqîn

    4. helbestek ji walt whitman



    di çîçîka sibehê de mîna adem,

    derkeve were ji çardaxê bi rûgeşiya xewê dayî te,

    li ciyê ku tê re dibûrim min bibîne, dengê min bike

    nêzîk bibe

    min bipelîne, kefa destê xwe li ser bedena min bigerîne

    her ku bibûrim

    metirse ji bedena min



    2014.03.15-19:56 | avên_sar

    5. song of myself-"strana min a xwe" helbesteke kûr e, mîna xwina laşê mirov di tamarê me de diherike



    2014.03.15-21:34 | elomelo

    6. helbestek ji walt whitman



    serdemên serdemÊn ku gavegav vedigerin,

    ezê nemirê sergerdan î zipîzindî,

    tixis,belqitî, bavê piştên torîn î mêrxas, tekûzkî şêrîn,

    ezê stranbêjê stranên mirhovî

    di nava baxçeyê nû roava û bajarên giran î şên re

    difişirim, lewma kilamÊ davÊjim ser her tiştê peydabûyî,

    van pêşkêş dikim, xwe pêşkêş dikim,

    xwe dişom, stranên xwe bi bihevşabûnê dişom,

    dundeyê piştên mino.



    2014.03.16-12:54 | avên_sar

    7. helbesteke walt whitman



    Va ne pelên min ên herî lawaz, ligel vê yekê berdewamiya min a herî xurt in,

    va ye ez ramanên xwe sîber dikim, vedişêrim, ez bi xwe wan eşkere nakim,

    dîsa jî ew min ji hemû helbestên min ên din zêdetir eşkere dikin



    2014.04.02-01:18 | avên_sar

    8. gava ku bi xembarî geriyam



    ( piştî ku min hegel xwend)



    gava ku bi xembarî geriyam, bi gerdûnê ketim,

    çav bi yê biçûk î pak e ketim ku bi gavên qewîn

    ber bi nemiriyê dilezand,

    û çav bi hemûyê qeraseyê ku bi nave xwe nepak e ketim ku

    dilezand, tevlî nava xwe dibû, winda dibû û dimir



    walt whitman



    2014.04.13-02:25 | avên_sar

    9. helbestek ji walt whitman



    li deştê hingureke êvarê



    zêrê ku dizivire vêdikeve, şambelotî û binefş, zîvê ku diteyîse,

    yaqût, zereqehweyî,

    hemû boşayiya cîhanê ûhêza pirşêwe ya siruştê bo carekê

    spartî rengan;

    ronahî, awaza wan a giştî- rengên ku heya niha nehatine dîtin,

    bêserî û binî ,bÊbend- ne bi tenê esmanê roava- merîdyena jorîn- bakur, başûr, giş.

    rengê xwerû yî mişt ronahî heya dawiyê bi siyên bêdeng re di şer de.



    ji îngilîzî: k. nemir



    2014.04.17-00:37 | avên_sar

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » waltzing matilda

    Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî