Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
yekemîn balafira bi destê kurdan çêbûyî - tirşik
yekemîn balafira bi destê kurdan çêbûyî
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ji aliyê nerîman enwer an jî nerîman frokevan (xwedêyo çi paşnavek xweş e) hatiye çêkirin. yanî min berî wî kesekî nebihîstibû. mêrik 38 salî ye û tenê dibistana seretayî xwendîye. li gelek welatan gerîyaye û perwerdehîya pîlotyê jî standiye paşê di nava 6 mehan de vê firokeyê çêkirîye.
lê bisekinin, nekenin. ev ne wek nûçeyên derewîn ya tirkan e. mêrik bi rastî jî balafira xwe sîwar bûye û li ber çavên qerebalixekê û walî, firiyaye. sal: 2015.
paşê çi bûye nizanim. wê demê gotiye ku vê yekê ji bo pêşmergeyan çêkiriye. min tu vîdeo nedîtin. mixabin.
Here lînkê
Here lînkê



30.11.2019 00:24 ~00:26 | simurg56

2. wele vaye vîdeo jî.




30.11.2019 00:28 | simurg56

3. Xebatekê biçûkbe jî pir grîng û taybet e.Jixwe min vî nûçeyê heman demê de temaşe kiribû.Afirînerê wî pîroz dikim.



30.11.2019 00:37 | mêrxasê serhedê

4. Ji bo zarokên biçûk ên Kurdan dê bibe çîrokek îlhamgirtinê. Ya rast niha jiyana wî miraq dikim, li ser vê xebata wî ya rêzgirtinê gelo pştgiriya saziyeke fermî stendiye yan na.



30.11.2019 13:59 | biruya hayao miyazaki

5. bi qasê hîn bûm, ji aliyê mesûd barzanî ve gelek hatiye piştgirîkirin. lê nekarî beşdarî ceribandina wê bibe.



30.11.2019 15:23 | simurg56

6. Ne tiştekî biçûk e. Destpêk û îlhama bûyereke mezin e. Heke piştgirî û ji aliyê aborî ve alîkarî bibîne wê deh, panzdeh salî din bikarin balafirên şerê çêbikin û saziyeke balafirî biafirînin. Di dîroka dinyayê de gelek çîrokên bi vê awayî hene. Çima kurdek tevlî van çîrokan nebe.



01.03.2021 20:19 | yûsiv

7. Çêkirina wî hêsane lê belê ku derfetên meriv tunebe zehmete.. ku kurd xweyîkî xwedankî jiwanre hebe jîr û zanane, wê derên dervayê kaînatê jî.. * ku serê min li serê biêşînin ez jî zanim helîkopterê, balefirê û tirêna froke jî çêbikim, çend dînemo, çend perwane, hîn enerjî..., û çend endezyar * an sîwanek bi perwanê hewayê bidinê ha jiwere asîman * ev dron û heronên pişt li kurda xuz kirine, di rastiya xwede pêleystokên zarokane çewa kurd nikarin peydabikin û çêbikin ez şaş dimînim.. ax kurdên nezan û cahil.. *



02.03.2021 00:02 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn civînoka tirşîkvanên ezîz ya li mêrsîn ê
» balafira bê mirov a şerî
» destê xwarinê digihe wanê
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî