1. navê bi tirkî ya wê kaxiza rengomengo ku mirov dixe nav pirtûkan ji bo ku cihê lê hatî mayîn, neyê jibîrkirin. |
|
30.11.2019 19:55 |
simurg56
|
2. mirovê ku her roj bixwênê ne hewceyî va tişta ye. di pirtûkê de li kû maye jibîr nake. xwendina mirov jî seqet dike. dibêje ji xwe ez dizanim li kû mame ez ê paşî bixwênim. yanî ez dibêjim. dijminê xwendina min e. yê weke min bêxîret... |
|
30.11.2019 20:17 |
xwelî li ser
|
3. a ku şûna wê ez kartonekî biçûk bikartînim aniha. |
|
30.11.2019 20:19 |
brusk56
|
4. Li amsterdamê dema çûma mûzeya vincent van gogh jiber bihayê bilêtê pirr biha bû min ji bo tolhildanê yek ji van ê zehf xweşik dizîbû. Hêjî li ba min e lê naemilînim wek bîranîn li malê xef kiriye.* |
|
30.11.2019 21:16 ~21:16 |
xelîl
|
5. Kaxiza ku dikim nakim nikarim bikarbînim ji xwe her wenda dikim. Divê îllim ez koşeya rûpelê qat bikim wekî din dilê min rehet nabe. |
|
30.11.2019 22:47 |
biaqila malê
|
6. Kaxeza ku navbirk jî jê re dihê gotin. Bi rastî dema ku bi hişmendiyekî teşwîqkirina xwendinê bihên sêwirandin dikarin bibin amura herî bi hêz a temamkarê pirtûkan. Weşanxaneyên Tirkan vê tiştê li ser evan kaxezan pir baş disepînin. Bo nimûne çend sal berê min di wêneyekî ku hevalekî min li ser hesaba xwe a tora civakî parve kiribû dîtibû ku wiha dinivîsî "Biz kitaplar için yaşıyoruz. Kargaşa ve yozlaşmanın egemen olduğu bir dünyada hoş bir görev bu... / Umberto Eco. |
|
30.11.2019 22:56 |
darînê daryo
|
7. Li mala min di refên min ên pirtûkan de belkî du sed heb hebûn dûre min dît her ku diçin zêde dibin min ji xeynî yên weşanxaneyên kurdan giş avêtin. |
|
30.11.2019 23:01 |
ferhenga şikestî
|
8. (bnr: cihnîşana pirtûkan) |
|
01.12.2019 20:05 |
mirovekirind
|
9. peyva ku me jê re kurdîya wê dît (serders) lê bi awayekî ecêb, gûftûgo di binê peyva tirkî de dewam dike. |
|
01.12.2019 20:28 |
simurg56
|
10. Gava bavê min ez hînî Qur'anê dikirim digotê "dîkik" bi kaxezeke pelê teqwîmê dihat fesilandin dişibiya tîrê. |
|
02.12.2019 02:27 |
dûvêmasî
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |