Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
hanci - tirşik
hanci
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji mekanên luks an jî bijartî yên amedê ye. tenê carekê çûmê ew jî ji bo pîrozbahîya salvegera zewacê. ku hûn bixwazin, berî hatina we maseyek amade dikin ji bo rojên wisa taybet. gulên ziwakirî, mûm, qelp fîlan.
mekan gelek xweş bû. xizmet jî baş bû. xwarinên wan jî xweşbûn. li gor mekanek wisa, bûhayên xwarinan jî ez dibêjim ne hindik be ne zêde ye jî.



30.11.2019 21:04 | simurg56

2. cihekî ê xwarinê a ku dema hûn xwarina bi navê kafes dixwazin ku ji goştê parsûyan tê çêkirin, tên li ber maseya we, li ber we bi şovekî agir magir derdikeve dipijînin, û datinin ser maseya we.

anyway, rojekê em bi hevalên xwe yên ku bi hevre dixebitin, nêzikî 20 kesan çûn wê derê. em her yek 3-4 porsiyon dixwin herî hindik. dema em bi hevre wisa biçin derekê, ser û binê restoranê tevlihe dibe ji xwe.
hevalan 3-4 kafes xwestin. 2-3 kebappêj hatin dest bi şovê kirin. agir magir radibû bi qasê bejna mirovekÎ. yek ji çiraxên wan ku normalê de vî karî nake, xwest agir geş bike û ew ava taybet rijand ser. ew av hat ser me û ji me 2 kes dest bi şewitandinê kir. hinekan ava ber me de rijandin, hinekan montê xwe avêtin ser. di vê navberê di wê qelebalixê de yek ji me ket erdê milê xwe êşand * di nava xulekek de me wan vemirand. şikir tu tişt bi wan nebûbû.

xweyê dikanê hat çend caran lêborîna xwe ji me xwest, şûna montê şewitî çû ji maxazekî luks mont û qazax stand anî.
me aksiyonek mezin jiya lê tabê dev ji xwarinê berneda *

nîşe : kafes bi rastî gelek xweş e. lê ger hûn bixwazin bêjin bila li mitfaxê bipijînin û bînin *



30.11.2019 21:29 ~21:30 | brusk56

3. Cihê ku taştêya wê pir xweş e. Hê hanci ne vebûyî bi pirranî ji bo taştê em diçûn firincî. Lê piştî ku carekî li firincî taştêyeka berbat dane me ji hingî ve em diçin hancî. Min hê xwarinên wan ne xwarine. Li Amedê hema bêje min taştêya hemu mekanan xwariye lê yek ji wan jî cihê hancî nagire.



30.11.2019 21:37 ~21:39 | nan û av

4. li gorî restorantÊn dî gelek buha ye. bêle firin-ci jî buha ye lê ne bi vê ecêbê babam!



30.11.2019 22:16 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» hanci

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî