Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hildemandin - tirşik
hildemandin
(6) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. (bnr: update)

lêker
wekî di wergera wordpressê de tê dîtin, ji bo pêşvebirina/bilindkirina karekî tê bikaranîn ku rasterast ji up-date'ê hatiye çêkirin ku bi ya min jî ji rji peyva frenkêştaynê, rojanekirin'ê sed qat çêtir û mentiqtir e.

ji bo rewşa navdêrî:

(bnr: hildem)

mîsal:
Here lînkê



30.11.2019 23:22 ~23:23 | biruya hayao miyazaki

2. ji zû da ve ye ku kêfa min ji nûpeyvekê ra nehatibû. gelek li mentiq û bejn û bala kurdî hatiye. divê ji bo vê peyvê em xwe hildemînin.



01.12.2019 23:04 | serhednişîn

3. ji rojanekirinê ne xweştir e. fêhmkirina wê jî gelek zehmettir e. loma min hîç û hîç jê hez nekir.
di ferhengan de jî tune. xuya ye vê dawîyê yekê ji ber xwe avêtîye.
rasterast wergera îngîlîzî hatîye kiri: hil=up, date:dem.

lê di vir de wateya "up" bi ya min ne "hil, jor" fîlan e. wateya vir "li gorî, bi ya ..." e.
weke di biwêje "up to you" yanî "weke ya te" "li gorî te" ye

ji ber van sedeman ev peyv him ne xweş e, him peyvek nûçêkirî ye û him jî bi mantiqekî xelet hatîye afirandin.

peyva rojanekirin jixwe heye û di kurdî de cihê xwe girtîye. çima em li peyvek din yê çêkirî bigerin?

"Polîtîka rojane berjewendiyên rojane diparezê lê polîtika bi giştî, polîtîka pêşerojê û berjewendiyên giştî divê di xebatên ramanî û kulturi de vekîrî bêne paraztin"
[Kultur û Raman - Firat CEWERÎ]

"Di wan salan de du romanên balkêş ku xwendina wan gelek xweşa min çû û ji bo wê jî min her roj rojnameya rojane dikiriyan û dixwendin"
[Bandora Edebiyatê - Lokman POLAT]

"Çavên wê koma nîv mirovên li hîviya êmîşê rojane. li wê şanoya rojane bûn"
[Balûlka Şekirê: Hesen Silêvaneyı̂]



02.12.2019 20:54 ~20:55 | simurg56

4. "Rojanekirin" rûreşiyek e di dîroka peyvsaziya teknîkî ya kurdî de. Ne kêmî "hildemandin"ê nûçêkirî ye jî. (Nizanim xelk ji peyvên nûçêkirî çi dixwaze). Rojanekirin bi mantiqa tirkî hatiye fikirîn, lê li wê mantiqê jî nehatiye. Belê, rojane di kurdiyê de heye, lê bi wateyeke dûrî "update"ê. Rojane şûna "daily-gündelik" (hoker û rengdêr) digre, di bikaranîna "rojane" ya gelê kurdîpeyiv de. Di mînakên hatine dayîn de jî "rojane" heye, ne "rojanekirin" û di wir de jî bi wateya min gotî ye. Di vê çarçoveyê de "rojanekirin" dibe çi? Em bi tirkî li vê peyva mantiq-tirkî vegerin, dibe "gündelikleştirme". Çi eleqa vê bi "update" an "güncelleştirme"yê heye? Çi ye ku peyveke nemantiqî hatiye berbelavkirin, ew wê nake rast.



03.12.2019 01:02 | berevajî

5. Ji rojanekirinê gelek nûtir e û qene hê neketiye tu ferhengan jî.

Rojanekirin qet nebe li ser peyvek kurdî ya heyî hatiye avakirin. Û wateya rojane û rojanekirinê jî ji hev ne dûr in.
Rojane: tiştên ku aîdî wê rojê ye
Rojanekirin: tiştên ku aîdî berê ne, anîn û kirin aîdî vê rojê

Yanî eleqeyek mezin heye di navbera wan de. Di 1. Û 3. Mînakan de jî bo wateya xwe ya update hatine bikaranîn.

Ji ber van sedeman ji peyva hildemê gelek bimantiqtir e. Hildem çi bo xwedê? Navê keçikan?
Hadê me me hildem fêhm kir, îja demandin?



03.12.2019 07:18 | simurg56

6. (bnr: qonsept heval) *

heval li jor gotiye, "rasterast wergera îngîlîzî hatîye kiri: hil=up, date:dem" mirov ecêb dimîne, ew ê xelk çi bikirabaya? ji zimanê çînî an jî qazaxî wergerandibaya, an jî zimanê moxulî, belkî înyûpîtî? Îngilîzî ya rexnekirinê ye lê tirkî na.

(bnr: tiştên ku dema mirov dibihîze ecêb dimîne)

1. dem navdêr e û wateya wê "wext, zeman" e. xuya ye, her tişt li vir dest pê kiriye.
2. di kurdî de navdêr bi riya -andin'ê (her wiha -în'ê) dikarin bibin lêker. (ji kerema xwe li êş -> êşandin, li şewat -> şewitandin, li cemed - > cemidandin ê binêrin her wiha )
3. demandin, schedule, timing... "zamanlama" kurdî ye. nizanim, hildemandin/113985 îja ev çi reaksîyonek ecêb e! xwezî vîdyoya wê hebaya di youtubeê de:
(bnr: tirshikvan react to demandin video)
nirxandin û cemidandin û şewitandin, bibe çima demandin nebe! îla xelk mecbûr e, rojanekirin!a frankeyştayn bi kar bîne. *

4. hil- pêşbendikek e wateya "ber bi jor" yan "bilindtir" dide. hildemandin jî di vê qonseptê de dibe "update". Yanî tiştên ku bi Demî bilind dibe ber bi nûkirinê ve. Peyv wateyê ne bi xwezayî bi xwestekî hewandiye ku normal e. ma li gundê me şaxek mit-ê hebû, me got ev ji serê me zêde ye. Heman tişt wekî mînak di peyva nirxandinê de jî hatiye kirin.

5. (bnr: tirshikvan react to demandin video 2): "hildem çi bo xwedê? navê keçikan?" naxwazim li ser van hevokan bisekinim, têra xwe di nav xeletiyê de avjenî dike. Bi kurtasî :
(bnr: de li vê ecebiyê)



03.12.2019 09:08 ~09:44 | biruya hayao miyazaki

7. min hemî şîroveyên li jor xwendin. hûn giş mafdar in û neheq in jî.
zimanên wek kurdî, tirkî, bellûcî, fînî, hwd... li hemberî zimanên wek fransizî, elmanî û nexasim îngîlîzî dikin ku li ber xwe bidin. çima? çi ku pêşetina zimanekî girêdayî pêşketina ewî milletî ye. milletek di sanayî, zanîstî, perwerdehî, bernamesazî û nivîsbarî, teknolojî...hwd de ger pêşketî be ji ber hilberandina tiştan lazim e ku peyv, bÊje, qalib... hwd biafirîne. lê ew miletên nepêşketî jî yan rasterast ewê peyv û bêjeyan werdigirin yan jî li gorî zimanê xwe çêdikin. bi her du îhtîlamalan de jî ew peyv êdî çêkirî ye.
kurdîya îroyîn û kurdiya hezar berê wek hev e? yan jî fransizîya îroyîn û fransizîya hezar sal berê wek hev e? helbet na. ferq çi ye? di van hezar salan de birrek peyv û bêje û biwêj û qalib hatin afirandin yanê hatin çÊkirin.
ti ziman ji jor bi ayetan nehatîye. giş çêkirî ne.
loma ez li dijî fereseta 'zimanê çêkirî xirab e' me. ger tu zimên çênekî dê ziman her mîna xwe bibe.
hezar sal berê telefon tunebû, hezar sal berê medya û hemî amûrên ragihandînê tune bûn. êê? em çi bikin ? em li hêviya gundiyan bimînin ku berra rabin bi kurmanciya xwe ya gewre bi berxwe ve navinan ji me re peyda 'kin?
meseleya rojanekirin jî hildemandin jî wisa ye. her kes dikare navek ji vê rewşê re lêke. çimkî saziyeke me ya fermî ya têgêhiştî tune ye. her kîja navlêkirin û lihevanîn di devê xelkê de geş bibe demeke şûnde karanîna wê jî normal dibe. yanî ev rewş ji bêmantiq û ne'maqulbûna wê navlêkirinê berrî ye.



03.12.2019 10:16 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hildemandin

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî