Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; israrkirina axaftin/nivîsandina bi kurdî
peyamên çepikkirî

113734. tişta ku divê hemû Kurd serê xwe pê biêşîne.

Her çiqas yên hember di destpêke da zehmetîyan bikşînin jî ev tişt bi demê ra axaftin/nivîsandina wan a Kurdî xurttir dike.



08.06.2013 18:10 | endazer

113755. li ser me kurmancan ferz e.



26.10.2013 23:54 | endazer

113804. her tim ne xweş e. ji ber ku min kurdî baş nedizanî, di zanîngehê de salkê kerba rojnivîska xwe nenivîsîbûm. min gotibû, madem nikarim bi tehma devê xwe kurdî binivîsînim, wê çaxê ez ê tirkî jî nenivîsînim. niha gelkî poşman im. Ji ber ku di nav rojnivîska min de ew sal tune ye. çi heyf.

her wiha, min heman tişt di nivîsandina çîrokan de jî kir, di xwendina romanan de jî... û gû xwar. qabiliyet hebe, wext hebe, derfet hebe hwd divê em bi kîjan zimanî be, binivîsînin, bixwînin û bikin. lê helbet bi israr zimanê xwe jî pêşve bibin.

mîsal, niha ez ketime bahoza romanên honaka zanistî mîna avê vedixwim. heke min bi israrî bigotaya, na ez ê kurdî bixwînim û xwe bidaya romanên heyî yên kurdî yên der-honaka zanistî, min ê tu kêf nestendibaya û ev israr dê xwesteka min a mezin bêbersiv bihişaya û biavêta piştî 10 salê wekî niha!

her tişt di wextê xwe de xweş in.



06.06.2013 16:08 | endazer

113906. Dive kurd di nav xwe de mina hereketa tirkî vatandaş türkçe konuş tiştek çêkin. (bnr: heval bi kurdî)

Kurd û azeriyên îranê wê baş dikin.
Ez ji hemedanê diçûm kirmaşanê muewênê otobêsê bi farisî diaxivibû. Rêwiyên otobêsê hêrs bûn. Gotin wa otobêsa kirmaşan e, bi kurdî biaxive.
Heman tişt di otobêsa azeriyan de jî qewimibû.



01.06.2013 01:27 | simurg56

113914. mixabin êdî bûye çalakiyeke marjînal. dema ku tu bi kurdiyeke xweş û paqij diaxifî kurd bi xwe bi çavên ecêb ji te dinêhêrin.



08.06.2013 00:32 | simurg56