1. rêzefîlmek efsane ye. li ser wê gelek nîqaş hatin kirin. ji aliyê sînematografîk ve gelek serkeftî ye. senaryoya wê tim meraqek xweş di hişê de dihêle. |
|
01.12.2019 19:33 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Rêzefîlmek hbo ye ku di gulana 2019 an de dest pê kiriye û ji pênc beşan pêk tê. Wekî ji navê wê diyar e li ser bobelata çernobîlê ye. Wê rojê çi li wir qewimî, çawa bi seetan bi rojan gel xapandin giş nîşan kirine. Wexta mirov dîmenên rêzefîlmê û dîmenên rastîn dide ber hev heyirî dimîne çimkî tu ferq di navberê de tuneye. Her wiha lîstikvanên rêzefîlmê jî pirr şibandine kesên wan deman li medyayê derketin û ragihandinan dan. Piçekî bêhna Antî komunîzmê jê tê. |
|
01.12.2019 19:35 |
biaqila malê
|
3. rêzefîlmeke ku rojekî ez ê temaşe bikim |
|
01.12.2019 22:58 |
serhednişîn
|
4. Di nav rêzefîlmên ku min biyanî meyzandîye, li ser 10 pûana ez karim 10 pûana bidim. Di ser de jî ez karim vê jî bêjim, her çiqas rêzefîlmê Kurdî, nû bi nû van roja zêde dibin (bnr: mala min ê, Şekirok, zarên me hwd.). Lê belê ji alîyê senaryo bi kerî tiştekî nayên ( ev fikrê min ê), tenê ji ber ku bi Kurdî ne. Lê dîsa jî destên wan sax bin ;) |
|
02.12.2019 00:01 |
merwano
|
5. Rêzefîlmek xweş e, mirov ji dil lê dinihêre lê belê bi min sedama vî tiştî ji mijara fîlm e. |
|
02.12.2019 13:47 |
giyanstêr
|
6. rêzafîlma ku ji aliyê hemû kesên ku temaşe kirine ve hatiye ecibandin. herkes pesnê dide. min hê temaşe nekiriye lê êdî ferz bû. |
|
02.12.2019 13:59 |
nazim tolhildan
|
7. rêzefîlma ku bi min ev qas pesn dayînê heq nake. |
|
02.12.2019 20:36 |
brusk56
|
8. rêzefîlma mîna belgefîlmekê meseleya çernobîlê û tevgerên hereketa komunîst xuya kiriye. berî belgefîlmê min nizanîbû têsîra radyasyonê gîhaştibe îsweçê jî. |
|
05.01.2020 22:41 |
berxweda
|
9. Rêzefîlmekî zehf serkeftî ye. |
|
06.01.2020 22:52 |
gumgumok
|
10. dîmenek ji rêzefîlmê li ser derew û rastiyan |
|
05.11.2020 09:48 |
merwano
|
11. Rêzefîlmê go gava çav lê dikeve, Helebçe tê hişê mirov.. |
|
05.11.2020 22:52 |
zîzo
|
12. Rêzefîlma ku him ji aliyê senaryo him lîstikvanî û him jî dîmenên xwe ve gelek serkeftî ye. Nemaze dîmenên mirovên laşên wan ji ber radyasyonê şewitîne û şibandina şekl û şêwaza karakterên rastî û yên rêzefîlmê ve xebatek baş derketiye holê. |
|
05.11.2020 23:24 |
xelîl
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |