Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
bakûr başûr rojava rojhilat - tirşik
bakûr başûr rojava rojhilat
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Her çar parçeyên Kurdistanê yên jihevqetîyayî, parçebûyî û dûrketî...
Ez pirrî caran leqayî heman rexneyê têm. Rexne ev e: parçeyên başûr û rojava û rojhilat bi zimanê xwe diaxifin lê Bakûr mixabin êdî Bakûr bi piranî bi zimanê serdestê xwe diaxife.
Gelo berî ku hûn vê bobelatê rexne bikin hûn hîç li ser sedemên sosyo-polîtîk ên vê rewşê ponijîn?
Bi ya min na! Çimkî ev şêwaz, şêwaza qehwexaneyan e. Şêwaza qehwexaneyan çawa ya? Bi kurdî û kurtasî ew ên ku di jiyana xwe de hîç li ser meseleyan lêkolînan nakin, li ser sedemên probleman kûr nabin lê bi tenê ji ser agahiyên bi devê xelkê sehkirî şîrove û rexneyan dikin. Erê tam ev e mixabin. Li her derê rewşa me ew e.
Ez ji başûr dest pê bikim. Li başûr tu carî zimanê kurdî (bi hemî zaravayên xwe) qedexe nebûye. Tu car rejîma îraqê ya xwînxwar negotiye hûn ereb in û hûn ne kurd in û hûn divê bi tenê bi zimanê erebî biaxifin. Na rewşa wan gelek jê ji rewşa Bakûr baştir bû (ne ji hêla siyasî û leşkerî bes ji hêla çandî) li başûr zimanê kurdî her gav azad bû ji vir pêncî sal berê li zankoya Baxdayê kûrsîya zimanê kurdî hebû, hem bi erebî hem jî bi kurdî perwerde dibûn û ew 16 sal in jî hemî zarok, xort hwd... Ji pêşdibistan heya zankoyê bi zimanê xwe perwerde dibin. Ma gelo dibe ku rewşa me eynî be? Aqil û mantiqa we li hev dike?
Li rojhilat. Li rojhilatê jî hem rejîma şahê hem jî rejîma şerîatê hebûna kurdan înkar nekirin. Temam li wir jî zimanê fermî û yê perwerdeyê bi farisî ye lê zimanê kurdî hîç qedexe nebû. Belkî ji ber rejîma îslamê ew ji me bêtir di biniya zilmê de man lê meseleya min ferqa wan a rewşa siyasî nîne. Ez behsa zimên dikim. Li rojhilat kurdî hîç qedexe nebû loma her kurd bi zimanê xwe diaxifiya.
Li rojava. Li rojava beriya serîhildana li dij rejîma Esedî rewşa kurdan pirr xirab bû lê li rojava nifûsa kurdan pirr kêm e û bajarên rojavayê Kurdistanê pirr piçûk in û giş milên eşîran in yanî mîna bakur nebûne nûjen û metropol. Îroj tu li kurdekî ku li Helebê dijî binêrî ew jî kurdî nastexile. Çimkî min gelek kurdên sûrî yanî kurdên rojavayê dîtin. Ew ên li bajarên mezin ên sûrî dijîyan bi erebî diştexilîn. Ez di nexweşxaneyê de dişuxulim loma gelek rojavayî dibînim. Min gelek kurdên Helebê dîtin ku wek yên me bûn digotin piçek fêm dikim lê nizanim pirr xeber bidim. Lê ew ên ji Kobanîyê wesayre hatibûn bi kurdî dizanibûn. Îroj tu herî Farqîn Licê Gever çelê hwd... Her kes bi kurdî dizane û di nava xwe de bi kurdî diaxife. Lê li Amedê wesayre rewş ne wisa ye. Neyse
Ez werim Bakûr. Belê li Bakûr zimanê kurdî qedexe bû. Ne bi tenê ziman qedexe bû bi ser de jî hebûna kurdan jî qedexe bû yanî kesî nedikaribû bigota ez kurd im. Hebûna kurdan dihat înkarkirin. Kî bi kurdî biaxifiya memûrên dewletê yên ku ji hêla Enqerê hatibûn peywirdarkirin, dihatin îxbarkirin. Dewlet bi salan li ser sosyolojîya Bakûr leyîst serî li binê guhê hev xist. Heta sala 1992'an zimanê kurdî wek paradîgmaya fermî ya dewletê qedexe bû. Kî peyvek jî bipeyiviya diketin hepsê bi sedan kes ji ber ku bi kurdî axifîn çem û çem çûn. Em hatin sala 2020an lê hê jî zimanê kurdî nebûye zimanê fermî û yê perwerdeyê. Lê li başûr sed sal beriya niha kurdî serbest bû. Yanî di navbera me de ji sed sal zêdetir ferq heye. Ma normal nin e ku ew bi kurdî biaxifin lê em neaxifin?
Ji bo hinekan peyva qedexebûnê tiştekî pirr basîd û hêsan tê. Law mazinên me wan rojan qal dikin purtên canê meriv jî ji tirs û xofa diricifin.

Bi kurtasî dixwazim bêjim dema hûn dixwazin analîz, şîrove û rexne li tiştan bikin ji kerema xwe re pêşî li ser sedeman kûr bin, baş û qenc biponijin dûre li gorî wê ji gotina xwe texsîr nekin.

Bila pirs ev be, gelo li Bakûr kurdî hîç qedexe nebûya lê li başûr 100 sal qedexe bûya, rewşa axaftina kurdî dîsa wek a roja îroj dibû?

Hindek dikarin bêjin lê îroj kurdî qedexe nîn e çima kes neaxife. Helbest pirgirêka me jî ev e. Ev mesele nîqaşa mijareke dî ye. Lê ez karim bi rehetî bersiva wê jî bidim lê entry dê pirr dirêj be
Xwudê hez bike emê di mijareke din de li ser vê jî gûftûgo bikin.



02.12.2019 23:37 ~23:44 | ferhenga şikestî

2. bakur

Ne sed sal ewê hezar sal dî jî ev azîneya bişavtinê ku li ser kurdan dihê meşandin bikude gelê kurd ji nû ve xwe geş bike û ser keve. Ev rastiyeke.

Tunekirin û qedexekirin û bişavtin hêsan nîn e. Dualî ye. Aliyê ku dixwazê bişavtinê bikê divê gelek zêde bi rêkûpêk be. Aliyê ku tê xwestin werin bişavtinê jî divê vê bipejirênî, dijwarî dernexê.

Bi kurtî û kurmancî li bakur li berê mijara têkoşîna hebûnê mijara bişavtina bixwe heye.

Em mala xwe bar kirin. Çûn maleke hêj firehtir bi cih bûn. Li qata jor kurdekê ji meletiyê heye. Cara ewilî xwe wek tirk da nasîn. Pê re xuya bû ku em kurd in. Got ez jî kurd im. Lê naxwazim bibim kurd. Çimkî ne ziman bi min heye. Ne dîroka kurdan dizanim. Çanda kurdan nizanim. Tenê dizanim malbata min kurd e evqas. Digel vê her tim neheqîyê li kurdan tê kirin. Ez naxwazim li me jî neheqîyê bê kirin. Û ez evîndarê stranên kurdî me. Gelek hez ji stranên kurdî dikim.

Bi kurtasî, evqas qedexe û zordarî nikariya ew ji kurdbûna xwe dûr bixê lê ew êdî bixwe jixwe dûr dikeve. Em jî bi henek gotin qey bi xwe şûştinê kurdbûna yekî paqij dibe? Hûn bi çi xwe dişon?

Ev cîraneke min e. Êdî li malbata me jî wekî halo hene. Taybetiyên mirovên wisa ev e ku tu car zilm û zorî nedîtin e. Ango kurd li axa xwe serbest bûba û çu zordarî nedîtibana jî ew kesên ku min li jor dabaşa wanan kiriye ji bo kurdan bêsûd bûba dibe ku zerardar jî bûbana.

Dîsa ku em werin dabaşa xwe ya rast ku em bêjin normal e li bakur rewş bi wî awayî bê û zilm û zorî pir çêbûne li bakur tenê xwe bixapînin û evqas. Asayî kirin bi xwe re qebûl kirinê biêne. Qebu kirin bi xwe re tevizîbûnê û ev jî bi xwe re îxanetê tîne.

Em gelê bakur bêbihane heta hetayê zimanê xwe biparêzin û xwedî derbikevin. Ku em nikarî biparêzin, ziman çû, dîroka xwe ev jî ji bîr kir çanda xwe, çand çû mejiyê xwe ... . Jixwe mirov li ser ramaneke wisa be tu car winda nabe û winda nake. Lê hê di serî de tiştên ku di nav kîjan rewşê de rû bidê jî nayên qebul kirin biên normalîze kirin winda kirina resen ev e jixwe.

Em li bakur ev e tenê sê sed sal e pile bi pile zordariyê dibînin. Ku dîrokê binêrin netewên ji me sed car zêdetir stem dîtine hene. Rewşa me ne normal e. Divê newê normalîze kirin. Encama vê rewşê jî ne normal e.

Li her derê di her platformê heke pêwîst bibe jî bi rêya rewş amade kirinê divê xwe û derdora xwe tenê bi hevokekê jî bê hoşiyar bikin. Rewşa xwe bînin ziman û bidin zanîn. Bi wî awayî di her rewşê de mirov li ser xwe dimîne û natevize. Li rojava û başûr û rojhilat ev heye. Li bakur kêm e.



03.12.2019 00:21 ~01:55 | bilbilê dilkul

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» bakûr başûr rojava rojhilat
» başûrbakur
» rojava
» rojhilata navîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar yendin cihuwar yendin cihuwar yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî