Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vegannazîzîm - tirşik
vegannazîzîm
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo ew kesên ku parastina veganîzmê wek êrîşkarîya nazîzstan dikin tê gotin.
bi qasî ku min xwendiye lêkolîn kiriye proteîna giyayan li dewsa proteîna heywanan nagire
li amerîkayê dêûbavekî ehmeq zarokekî xwe xwestine bi dîyeta veganê xwedî bikin. bebik 18 mehî ye û mixabin bebik bûye qurbaniya malbata xwe ya ehmeq, korfêm û genî..
dilê min pê bebik şewitî. bebik 18 mehî lê 8 kîlo bûye. yaw ma ev çi bêwijdanî ye. hûn ji xwe re bibin vegan lê hûn bela xwe çima li bebikekî bêguneh dane.
Here lînkê
edît: lînk hat dirûstkirin



04.12.2019 10:22 ~10:35 | ferhenga şikestî

2. (bnr: lînk naxebite heval)



04.12.2019 10:30 | xelîl

3. Nûçeyek salê çûyî hebû. Li Îtalyayê dêûbavek vegan ji ber tê de berhemên berazê heye, dermanek giring nadin bebeka xwe û jiyana rebenê dawî dibe. Dadgeh cezayê dide wan ji ber ihmalkariyê.

vejeteryanî û vejeteryanan sempatik tên min. Lê ji ber van nûçeyan veganî jî hewqas xwintehl tên min. Her du tişt jî hilbijartinek e. Vegotina felsefeyên wan normal e, propagandayên ser nerm ji bo hertiştî serbest e. Lê bi darê zorê, bi rexnekirinên tûj dişibin zextên îdeolojî an jî dînan ku hîn jî li gelek cihan li dar in.



04.12.2019 10:48 ~10:49 | biruya hayao miyazaki

4. Mirovek çawa dikare ji xeynî giyayan tiştekî nexwe.Ez fehm nakim , hey bêhişno proteyînên giyayan dewsa a ajalan nagre.Jixwe di giyayan de proteyîn piçek e.Granî karbonhîdrat e.Jixwe pergala giyayan noron jî heye û ew jî êşê hîs dikin.Bêhişno we qe fikirî çima mirovên yekem vê tiştê nekirine ? çima dewsa giyayan û meyweyan de ketine zehmetîyê û ajalên din nêçîr kirine û goştên wan xave xav xwarine?Jixwe mirov jî di bîyolojîyê da ajal derbas dibe.Em jî ajal in.Em serî pîramîta xawrinê ne ! Ajal çêreyan dixwe , em jî ajalan û bakterî jî me dixwin.Ev tiştekî xwezaî ye.Dîsa dixwazim bibêjim eger hemû mirov tenê 10 salan bibin vegan , di nav vî deh salî de kesek namîne ! Û vegantîya xwe ser zarokekî biceribînê ev faşîstî ye , Mafê we tune ne hûn wê/wî zarokê vegan mezin kin ! bimire vegantî bijî xwarina
bûjerên ajalan !



04.12.2019 17:15 | mêrxasê serhedê

5. tekane sedema nefreta ji bo veganan e.
li gorî min veganî helwestek wijdanî û heq e. ez bi xwe vêga bi tu awayî vê yekê nefikirim jî, rêzê ji bo wan kesan digirim. lê ev rêzgirtina min heta vê derê ye:
1- protesto û provakasyonên wan yên cirnexweş.
2- îdîaya wan ya ku dîyeta vegan bes e û heta ji goştxwarinê baştir e ji bo tendûristîyê.

ev her du tevgerên wan hemû sempatîya ji bo wan, vediherîne antîpatîyê.

belkî di pêşerojê de goştê heywanan di labaratuaran de bikare were hilberandin. wê demê wê hewceyî bi serjêkirina heywanan nemîne. heta wê demê, ez bawer nakim ku bikare bibe tercîha piranîya mirovan. lewra bedena mirovan ji bo xwarina goşt dîzayn bûye. çi bi destê xwedê çi bi werarê be, teşeya diranên mirov îspata wê ya herî mezin e.

ji alîyê din ve berî demekê derket holê ku fenomenek vegan yê li youtubê di weşandek zindî de bi xeletî ketibû ber ekranê û hatibû dîtin ku masî dixwe. yanî ev mesele hinek jî bûye bazar. propagandaya wê, xwarinên wan yên taybet û hwd.



04.12.2019 22:30 | simurg56

6. ji bo kesên ku hema di civatekî de dixwazin bi darê zorê qala vê meselê û qala nebaşiya goştxwariyê bikin tê gotin. ez ji vegan û vejetaryanan re rêz digrim lê bi ya min ev tevger ne tiştekî maqûlane ye. ji ber ku fîzyolojiya însan bixwe gotxwer e ku ez tim di nîqaşan de diranên însan yên tûj mînak didim. û tiştekî dî jî ku hûr û rodiyên însan nikare giyayan bi temamî bihedimîne hetta di ev yek bi xwe pirsgirêkên hedimandinê jî tîne. mînak bi ajalên giyaxwer re sê çar mîde hene da ku giya bihedimînin û bi rêya ksînanînê wî giyayê bi saetan dihedimînin lê însan nikare vê yekê bike. û jixwe ku hemî însan bibin vegan ne mumkume ku zeviyên dinyayê têra 7 mîlyar însan bikin. wê ev yek dengeya xwezayê ji bin ve hilweşîne.
(bnr: nivîskarên tirşikê yên vejetaryen)



04.12.2019 23:28 | ceso

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vegannazîzîm

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî